Ji bo hilbijartina Iraqê hemû amadekarî bi dawî bûne

Komîsyona Hilbijartina Bilind a Iraqê, ragihand ku ji bo hilbijartina ku wê 12’ê Gulanê bê lidarxistin hemû amadekarî bi dawî bûne.

Di çarçoveya biryara Komîsyona Hilbijarinê ya Bilind a Iraqê ku wê 12’ê Gulanê li gelemperiya Iraqê welatî dengê xwe bikar bînin duh li Iraqê û îro jî li Başûrê Kurdistanê propagandaya hilbijartinê hate destpêkirin.

Bi starta destpêkirina propaganda hilbijartinê ve, partiyên siyasî zend û bend badan. Di vê çarçoveyê de ji duh şev ve li hemû bjar, navçe û bajarokên Başûrê Kurdistanê wêne û posterên namzetên partiyên siyasî hatin daliqandin.

Îro jî saet 11:00’an Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê li ofîsa Hewlêrê têkildarî hilbijartinê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hemû amadekariyên hilbijartinê temam bûne û ketine pêvajoya hilbijartinê, banga hestyariyê li partiyên siyasî hate kirin. Da zanîn ku divê di pêvajoya propagandayê de alî rêz ji hev re bigirin.

Komîsyonê bibîr xist kul i Başûrê Kurdistanê 3 milyon û 144 hezar kes mafê wan ê dengdanê heye, diyar kir ku ji Başûrê Kurdistanê 19 partî, 4 îtifaq, 2 namzetên serbixwe diçin hilbijartina giştî.

Li gorî lîsteyan 503 namzet li Herêma Kurdistanê navê wan hene, di nava van namzetan de jî 146 jin hene. Li gorî yasaya Iraqê divê nûnertiya jinan li parlamentoyê ji % 25 kêmtir nebe.