Ji bo hestiyên hatin dîtin daxwaza berhev kirina testa DNA'yê kirin

Parêzeran ji bo hestiyên ku li şikeftekê hatibûn dîtin yên kesên salên 90’î ji aliyê dewletê ve hatibûn qetilkirin bin, ji bo testa DNA’yê li hev were serlêdan kirin.

Li gundikê Libka Kaniya ya bi ser gundê Derêca girêdayî navçeya Kerborana Mêrdînê di 28’ê gulanê de gorek komî ango hestiyên gelek mirovan li şikeftekê hatibûn dîtin. Piştî lêkolîna Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê hatibû diyarkirin ku hestiyên aydê 40 kesî ne û wan hestiyan ji bo DNA’yê şandibûn Stenbolê.

Hin xizmên windayên di salên 1990'î de piştî dîtina hestiyan ketin tevgerê û ji bo xwîna wan li hev were serî li dozgeriyan dan. Tê payîn ku malbat di rojên pêş de ji bo nimûneya DNA’yê bidin wê raste rast serî li Serdozgeriya Komarê ya Kerboranê bidin. Parêzerên Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê ku li Dadgeha Semsûrê tê dîtin jî ketin tevgerê û ji bo DNA’ya malbatan û hestiyan li hev were serî li dozgeriyê dan.