Ji bo gerîlayê HPG’ê Felat Rêhat li Mexmûrê konê sersaxiyê hat danîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî, ji bo gerîlayê HPG'ê Fêlat Rêhat ê li gel çar hevalên xwe li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bibû, konê sersaxiyê hat danîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo gerîlayê HPG’ê Felat Rêhat ku li gel çar hevalên xwe di sala 2018’an de li Herêmên Parastinê yên şehîdketibû, konê sersaxiyê hat danîn.

Sazî û xelkê wargehê serdanan konê sersaxiyê kirin.Di kesayeta şehîd Felat de ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê sazî û şêniyên wargehê Qedrî Yaman axivî.

Yaman, tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi bîr anî û wiha got: “Em di her qadên jiyanê de şehîdan didin, ev li çiyayên Kurdistanê be yan li zindanan de be, ji bo şehîdên vê dozê tiştek nabe asteng. Ev tevger bûye tevgerek ya şehîdan û bi wê ve girêdayî civaka Kurdistanê di pêşengiya şehîdan de hatiye perwerdekirin ku bûye civakekî ya şehîd û şoreşgeran. Ti hêz nikare li beramberî vê tevgerê bisekine. Bi vê boneyê em dibêjin serê Serok Apo, tevgera azadî, malbata hêja û tevahî gelê Kurd yê azadîxwaz saxbe.”

Li ser navê malbata Şehîd Felat jî Hecî Kaçan jî destpêkê xêrhatina xelkê amade kir û wiha pêde çû: “Em bi dayîna şehîd û qeheremanan heta roja îro hatine. Eger kesayet, leheng û qehremanên wek rêheval Mazlum Doxan, Mahsum Korkmaz, Ronahî, Rewşan û Bêrîvan di vê oxirê de canê xwe fedanekiriban, gelê Kurd îro di qada navnetewî de nedigihişt vê astê, li her çar parçeyên Kurdistanê nedibû kilîla çareseriyê. Îro têkoşîna gelê Kurd, têkoşîna jina Kurd pêşengtiyê ji mirovahiyê re dike, ev bi saya van şehîd û pakrewanan e. Di kesayeta heval Şahîn, Zinar û heval Felat de bi boneya hefteya Qeheremantiyê tevahî şehîdên Kurdistanê bi bîrtînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Bila serê Serok Apo, rêhevalên wan û tevahî gelê Kurd saxbe.”

Piştî axaftinan dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” hat berzkirin.