Ji bo Fermandar Botan konê şînê hat danîn

Ji bo Fermandarê Eyaleta Dersimê Yaşar Botan yê di 1'ê Adara 2023’an de li Dersimê şehîd bû, li Mexmûrê konê şînê hat danîn.

Ji bo Fermandarê Eyaleta Dersimê yê Hêzên Parastina Gel (HPG) Yaşar Botan yê di 1'ê Adara 2023’an de li Dersimê şehîd bû, li Wargeha Panberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) konê şînê hat danîn. Li konê şînê wêneyê Fermandar Botan, alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û PKK’ê hatin hilawistin. Endamên sazî û dezgehên wargehê û tevahî şêniyên wargehê serdana konê şînê kirin.

Li cihê konê şînê ji bo giyanê şehîdan rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê şênî û saziyên wargehê Hevseroka Rêveberiya Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak axivî. Budak diyar kir ku vê wargehê bi tekoşîna xwe, bi hêza xwe ya cewherî bi baweriya xwe, bi zanabûna xwe ya ku ji têkoşîna azadiyê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtî, tu carî pişta xwe neda vê têkoşînê, her tim bûn ferdên herî aktîf yên di nava vê têkoşînê de.

Li ser navê malbata Şehîd Yaşar Botan, Mehmûd Manak axivî û xêrhatina tevahî gelê amade kir û wiha got: “Em di pêvajoyek ya hebûn û tinebûnê re derbaz dibin, niha du rê li pêşiya me hene yan em ê bedelan bidin û bi serbikevin, yan jî em ê teslîm bibin û çok danin. Wek Mehmet Tunç jî got, ‘em tu carî çonkan nadanin‘, ji bo wê dibe ku hinekî bi êş be lê em serbilindin, bi rûmet û şerefin. Em ew gelin yên ku Rêber Apo û şehîdan anîn rêza gelên cîhanê ye, berê em nebûn, lê niha li Ewrûpa, Efrîka, Rojhilata Navîn û her derê cîhanê çi nîqaş û projeyek hebe, ev bi saya Rêber Apo û şehîdan qala me jî tê de tê derbazkirin. Şehîd Yaşar ne kurê me tenê bû, kurê we bû, birayê we bû serê we saxbe, serê Rêber Apo saxbe û serê rêhevalên wî yên di çeperan de saxbe, hûn hemû bi xêr hatin.”

Piştî axaftinan dirûşmeyên “Şehîd namirin“, “Bijî Serok Apo“ û “Kesek nikare roja me tarî bike“ hatin berzkirin.