'Ji bo dijminahiya PDK’ê eşkere nebe, Komkujiya Hewlêr nayê eşkerekirin'

Keça Qurbaniyeke ya Komkujiya Hewlêrê Leyla Arzû Îlhan diyar kir PDK ji bo xiyanet û dijminahiya xwe li nava Kurdistanê binixûmîne vê komkujiyê eşkere nake û got: “PDK destûr nade li ti qadê ev mijar bê lêkolînkirin û pêşiya vê digire.”

Li Hewlêrê 16’ê Gulana 1997’an zêdetirî 83 gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê bi awayekî dermirovî û derexlaqî ji aliyê PDK’ê û artêşa Tirk ve hatin qetilkirin ku weke Komkujiya Hewlêrê tê zanîn. 26 sal ji ser komkujiyê derbas bû hê jî mîna birînek nû germ e û xwîn jê diçe.

Dewleta Tirk a dagirker ji sala 1983’yan ve êrîşî herêmên Başûrê Kurdistanê dike û hewl dide bi îdîaya ‘şerê dijî PKK’ herêmê dagir bike, xeyala sînorên Mîsakî Millî pêk bîne. Di 14’ê Gulana 1997’an de bi tevlîbûna zêdeyî 200 hezar leşker, cerdevan pêk hat. Dewleta Tirk navê ‘Operasyona çakûç’, îdîa kir ku armanca êrîşên wan tasfiyekirina biryargeha navendî ya PKK’ê ya li Zapê ye.

Piştî destpêkirina operasyona dagirkirinê 16’ê Gulana 1997’an li Hewlêrê di nexweşxaneyekê de ku birîndarên PKK’ê lê diman, komkujiyek pêk hat. Di êrîşan de ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve pêk hatin, 83 birîndarên PKK’ê û welatparêz şehîd bûn.

Hêzên PDK bi awayeke hemwext hem êrîşê nexweşxaneyê kirin hem jî êrîşê Navenda Giştî ya Yekîtiya Netewî ya Demokratîk ya Kurdistanê (YNDK), ofîsa Navenda Çanda Mezopotamya ya Hewlêrê, Komeleya Yekîtiya Jinên Azad ya Kurdistanê (YAJK), êrîşê rojnameyên Welat û Welatê Roj jî kirin û bi çekên giran gule li van saziyan reşand. Di êrîşan de ku li ser van saziyan çêbû gelek mirovên bêparastin hatin qetilkirin. Operasyona destgîrkrin û girtinê ya piştî êrîşê dan destpêkirin, bi mehan berdewam kir

Di encamê de nêzî 83 gerîlayên PKK’ê yên birîndar ku di nexweşxaneya Hewlêrê de tedawî dibûn û xebatkarên nexweşxaneyê, rojnamevan û welatparêz hatin qetilkirin.

‘PDK HETA QIRIKÊ DI NAVA XIYANETÊ DE YE’

Keça yek ji qurbaniyên Komkujiya Hewlêrê Mehmûd Afarof e ku di êrîşê de heta niha winda ye nayê zanîn hatiye qetilkirin an jî hê di zindanên PDK’ê de ne, li ser ne ronîkirina bûyerê ev got: “Sedema ku heta niha komkujiya Hewlêrê nayê eşkere kirin, ji ber ku heta roja me ya îro ji sîstema Başûrê Kurdistanê di destê PDK’ê de ye û di roja me ya îro de PDK heta qirikê di nava îxanetê de ye. Di asta herî jor de dijminahiya gelê Kurd dike. Ji ber vê yekê bi ti şêwazî PDK destûr nade komkujiya Hewlêrê ya bi destê dewleta Tirk a dagirker û PDK pêkhatî were eşkerekirin. Ma tişta îro PDK dike ji ya berî niha 26 salan gelek cudatir heta mirov dikare bêje di salên 90’an de PDK bi awayek veşarti dijminahiya gelê Kurd û tevgerên azadiyê yên gelê Kurd dikir, kê di roja me ya îro de bi awayek eşkere dijminahiya gelê Kurd dike.”

‘PDK RÊ NADE QETLÎAM WERE EŞKEREKIRIN’

Li ser mijara lêkolînkirina bûyerê ya li qada navneteweyî Arzû ev nirxandin kir: “Ji ber sedemê rewşa me ya penaberiyê heta niha me nekarî di asta navnetewî de em hewildanek ji bo eşkerekirina komkujiya Hewlêrê bikin. Lê di asta Başûrê Kurdistanê de gelek hewildanên me yên ku ji bo komkujiya Hewlêrê bê eşkere kirin û aqubeta kesên xwe yên winda bikin, lê mixabin rexmê gelek hewildana me nekarî aqûbeta wan bizanin. Gelek caran me serlêdan li Komisyona Mafê Mirovan ya Parlamenta Kurdistanê, saziyên navdewletî yên li Iraqê ne, wezareta şehîdan ya hukumeta herêmê kir lê her carê hewildanên me ji aliyê PDK hatin astengkirin û van saziyan ji serlêdanên me ji neditî ve ditin. Ji ber vê yekê heta roja me ya îro ji komkujiya Hewlêrê komkujiyek nehatiye eşkerekirin.”

‘XIYANET Û DIJMINAHIYA BERÎ 26 SALAN KIRIBÛ, ÎRO BI AWAYEKÎ MEZINTIR DIKE’

Leyla Arzû Îlhan li ser nixûmandina van kiryarên PDK’ê jî ev got: “Ji ber PDK dijminahiya xwe ya li dijî gelê Kurd fermî neke û îxaneta xwe ya di nava gelê Kurd de eşkere neke, serê vê komkujiya mezin digire û nahêle eşkere bibe. Ji ber îxanet û dijminahiya berê 26 salan kirî, îro bi awayek hin mezintir û dijwartir dide meşandin. Ma ne PDK dest danîbû ser maskeyên li dijî çekên kîmyewî ku ev maske ji gerîla re hatibûn şandin. Ji ber vê yekê bi dehan gerîla ji ber çekên kîmyayî yên dewleta Tirk hatin şehîdkirin. Ma ne PDK ye li pêşiya dewleta Tirk dikeve heta çeteyên dewleta Tirk diçin Zap, Metina, Avaşin û Heftenînê? Ma ne PDK ye balafirgeha Hewlêrê ji bo çeteyên dewleta Tirk vedike? Dema mirov li vê rewşê binihêre, bi awayekî eşkere dibîne çima PDK vî tiştî dike, PDK ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî yên aborî hemû xaka Kurdistanê û destkeftiyên gelê Kurd radestî dewleta Tirk û çeteyên wê dike.”

Hêzên PDK’ê bi leşkerên Tirk ên di bin navê Hêzên Aşitiyê de ku li herêmê li ser kar bûn, êrîş kirin li ser gelek saziyên ku Heyva Sor a Kurdistanê jî di navê de bû, bi dehan kesên bêparastin qetilkirin. Tevî ku 26 sal li ser vê komkujiya Hewlêrê re derbas bûye, hîn jî cenazeyê kesên şehîd bûyîn radestî malbatên wan nehatiye kirin. Heta cihê ku cenaze lê hatine veşartin jî nayê anîn.

Piştî komkujiyê, PDK’ê cenazeyê gerîla û karmendên nexweşxaneyê radestî malbatên wan nekir. Tê gotin cenazeyê hinek ji kesên hatîn qetil kirin, li nêzî balafirxaneya Hewlêrê hatine veşartin. Li gorî nûçeyek a hejmara 56’an a rojnameya Çetir ya sala 2011’an hatî weşandin, cenazeyê beşek ji şehîdên komkujiyê li cihek li ser rêya Hewlêr û Mexmûrê hatine veşatin ku bi Mehmel Qîr tê naskirin.

Tê gotin, beşek ji cenazeyên van gerîlayan, li qiraxa rêya bejahî ya Hewlêr-Duhokê ya Balafirgeha Hewlêrê hatine veşartin.

Li ser mijarê demê xwe pêşmergeyek ku nexwest navê xwe eşkere bike ev gotibû: “Ez li wê herêmê wezîfedar bûm. Bi kemyonan cenaze anîn û em jî weke komek ji pêşmergeyan ji bo ewlekariyê şandin wê derê. Bi kemyonên ser wan girtîbûn, cenaze anîn. Em ne li ser cihê ku ji bo gorê hatin kolandin bûn, lê belê me cenaze didîtin. Cenaze li betaniyeyan, li çarşefan, li tejikan pêçandibûn. Min rûyê wan nedît. Tevî kinc, çarşef û betaniyeyên ew lê pêçandibûn, yek bi yek li çalên li wê derê binax kirin. Di dema veşartina cenazeyan de ji me re gotin ku divê em ji herêmê biçin. Em jî ji herêmê çûn. Gorên nû dihatin kolandin. Min nizanîbû ku cenaze yên kê ne. Piştre ez pêşmergeyên din hîn bûm. Gotin ku ew PKK'yî ne."

Pêşmergeyê navborî anî ziman, wê rojê heta ku ew li herêmê bû zêdeyî 20 cenaze hatin binaxkirin û cihê ku cenaze lê hatine veşartin, qada li goşeya dawî ya li ser rêya Duhokê ya Balafirgeha Hewlêrê ye. Pêşmerge wiha dewam kir: "Ew der wê çaxê ne goristan bû. Çend gor lê hebûn. Piştî ku hate bihîstin ên li vir hatine veşartin PKK'yî ne, ew der kirin goristan. Çend kes li wir hatine veşartin, navê wan çi ye? Nizanim. Lê belê qeyda wan heye. Dûre balafirgeh lê hate çêkirin û goristan niha li kêleka kûleya kontrolê ya balafirgehê ye ku li ser rêya Duhokê ye."

Xizmên kesên di komkujiya Hewlêrê de hatine windakirin û şehîdkirin û komeleya Hêvî ya ji bo piştgiriya qûrbaniyên şer, ji bo dîtina cenazeyê şehîdan ev çend sal in daxwaznameyek radestî lijneya Mafê Mirovan ya Parlamentoya Herêma Kurdistan, Komeleyên Mafê mirov û Parlamentoya Iraqê kirine. Lê hîn tiştek nehatiye kirin.

Piştî salên 2000’an û şûn ve ji bo eşkerekirina aqûbata qurbaniyan hewldan zêde bûn. Xizmên şehîdan ji bo ronîkirina cenazeyê zarokên xwe ketin nava hewldanan. Di sala 2010’an de jî Komeleya Piştevaniya Şer hate avakirin û bi kûrahî kar li ser kir.

Di sala 2011’an de Lijneya Mafê Mirovan a Parlamentoya Herêma Kurdistanê dest bi karkirina li ser vê dosyayê kir. Daxwaznameyek pêşkêşî Wezareta Navxweyî kir. Tê de daxwaza ronîkirina aqûbata kesên winda bûne kir.

Di sala 2012’an de Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê îtiraf kir ku ji komkujiyê tu kes nehatine rizgarkirin û hemû hatine qetilkirin. Lê, cihê gorên wan eşkere nekir û çawa hatine kuştin û kê komkujî pêk aniye nehate diyarkirin.

Wezareta Hundirîn dabû diyarkirin ku amade ye kesên di komkujiya Hewlêrê de şehîd bûne, weke şehîd nas bikin, lê heta niha ev soza xwe ji pêk neaniye.”