Ji bo bîranîna Şehîdên Parîsê pêşangeha wêneyan

Li Ranyayê ji bo bîranîna Şehîdên Parîsê pêşangehek a wêneyan hat vekirin.

Di saetên êvarê de li ber Baxê Giştî yê Ranyayê ji bo bîranîna şehîdên komkujiyên Parîsê, pêşangehek wêneyan ji aliyê Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer ve hat vekirin.

Di pêşangehê de wêneyên şehîdên komkujiya 9’ê Çileya 2013’an Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez, her wiha şehîdên komkujiya 23’ê Kanûna 2022’an Evîn Goyî, Mîr Perwer û Abdûrahman Kizil hatin nîşandan.

Di pêşangehê de pirtûka Sakîne Cansiz a bi navê “Jiyana min hertim şer bû” jî hat nîşandan. Endama Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Dîlan Rêbwar jî derbarê çalakiyê de axivî û got ku armanca wan a çalakiyê bîranîna şehîdên her du komkujiyên Parîsê ye.