'Ji bo azadiya Rêberê xwe em her tiştî seferber dikin'

Gerîlayê HPG'ê Egîd Seqiz bi bîr xist ku gelê Kurd êdî tecrîdê qebûl nake û got, "Ji bo azadiya Rêberê xwe em her tiştî seferber dikin. Beriya her tiştî daxwaza azadiya Rêberê xwe dikin."

Gerîlayê HPG'ê Egîd Seqiz ku di sala 2015'an de li bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû.

Seqiz ji ANF'ê re axivî û têkildarî têkoşîna xwe got, "Divê însan bi azwerîyeke mezin welatê xwe û axa xwe hez bike. Mirov bi xwe biryara her tiştî dide. Ji bo azadiya xwe, ji bo azadiya Rêberê xwe û ji bo azadiya civaka xwe jî ew bi xwe biryarên dîrokî dide. Heke wateya jiyanê, wateya dîrok û çanda xwe bikaribe ji hev derbixîne wê di her merheleyan de desketiyên pir mezin bi dest bixe. Têkoşîn û rêwîtiya min li ser bingeha azadiyê ye. Ez jî wek her gerîlayekî Kurd li pey hêviyên xwe û li pey xeyalên xwe ketim. Hêviyên min li bajarê Seqiz û li pişt çiyayên Şaneşîn-Du bira, dest pê kir. Ez bi xwe ev 5 sal in, di nav tevgera azadiyê de û li çiyê gerîla me, têdikoşim. Di nav çiyayên Kurdistanê de têkoşîna xwe û jiyana gerîla didomînim. Rêwîtîya min a azadiyê bi berxwedana gelê Kurd dest pê kir. Têkoşîn û jiyana li nava PKK'ê cihê bextewariyê ye. Wexta ku mesele dibe azadiya civakê, azadiya Serokê di nav çiyayên Kurdistanê de berxwedana gerîla hîn zêde bi wate dibe."

'BERXWEDANA KOBANÊ BANDOR LI MIN KIR'

Gerîlayê HPG'ê Seqiz anî ziman ku berxwedana Kurdan a sedsalê bandoreke mezin lê kir û got, "Di sala 2015-2016’an de berxwedana Kurdan li çar perçeyên Kurdistanê bandoreke mezin çêbû. Berxwedana şervanên Kurd bandoreke mezin li min kir. Li her perçeyên Kurdistanê rihê berxwedanê heye. Kurd di vê sedsalê de û li hember hemû êrîş û planên qirkirinê, lîstokan pûç dikin. Ez jî wek ciwanekî Kurd û bi lêgerînên xwe beşdarê nav refên gerîla bûm. Di her bajarekî Kurdistanê de çarenûsa ciwanan wekhev e. Nexşerêya dewletên deshilatdar jî li ser Kurdan naguhere. Li Îranê û li hember Kurdan nêzikatiyekî çawa hebe, li Tirkiyê jî nirxên Kurdan ji rêzê dinirxînin. Nasnameyeke azad û vîneke azad nayê qebûlkirin. Di dîrokê de her tim qirkirin û bişavtin esas girtine. Kurd û civaka Kurd li her deverên Kurdistanê dixwaze destektiyên xwe misoger bikin. Kurd û kêmneteweyên heremê heman çarenûs û nexşerêyê parve dikin. Ji ber ku di oxira azadiyê de gelek berdêl dane. Kurd neçare ku xwedî li destketiyên xwe der bike. Erka ciwanên Kurdan jî ew e ku li hemû bajar û çiyayên Kurdistanê, xwedî li parastina xwe û nirxên xwe derbikeve. Ez bi berxwedana gel û şervanên Kurd ketim ser rêya azadiyê. Heke Berxwedana Kurdan Li Kobanê, li Rojava hebe, divê li bajarê Seqiz û li Merîvanê hebe, divê li bajarên Bakurê Kurdistanê jî bê berdewam kirin."

'DAXWAZA SEREKE AZADIYA RÊBER E'

Gerîlayê HPG'ê Seqiz di dawiya axaftina xwe de anî ziman, ku ew gerîlayên Kurd azadiya Rêberê xwe gotûbêj dikin û got,"Beriya her tiştî divê civaka Kurd xwe ji qirkirinê xilas bike. Divê pêşiya qirkirina Kurdan bê sekinandin. Li çiyayên Kurdistanê gerîla li hember hemû êrîşan li ber xwe dide. Li hember hemû şert û zirufin îradeyek xwe heye. Di nav gerîla de zanistiyekî şer, zanistiyekî parastin û çandî heye. Gerîla di her wextê de xwediyê danaheveke mezin e. Di vê biharê de dixwazin pêngavekî mezin bavêjin. Di navbera rejîmê û dewletan de ti cudahî nîne. Qirkirina Kurdan esas digrin. Gerîla nebe, hêza Kurdan a parastinê nabe, wê bibe sedem ku tevahî nirxên wî ji holê bê rakirin. Sîstem û pergalên desthilatdaran, têkoşîna gerîla ji xwe re wek astengiyekê dibînin. Ez jî li nav çiyayên Kurdistanê berxwedaneke dîrokî dibînim. Ji bo jiyaneke rast bixwînin û rast fêm bikin, li ser fikir û ramanên Rêbertiya xwe dihizirim. Ti gerîla pergala Îmraliyê qebûl nake. Di pêvajoyên pêşiya me de armancên min bi xwe û hedefên min hene. Gerîla li beramber civaka xwe berpirsyare. Niha gerîla xwe ji pêvajoyeke şer re amade dike, wê hemû hewildanên me li ser bingeha azadiya Rêberê me be. Êdî gelê me jî civaka me jî tecrîda li Îmraliyê qebûl nake. Gerîla ji bo azadiya Rêberê xwe her tiştê xwe seferber dikin. Beriya her tiştî azadiya Rêberê xwe dixwazin."