Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd şitil hatin çandin

Li Cizîrê bi wesîleya 74’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şitil hatin çandin.

Li Taxa Mûsiriyê ya navçeya Cizîr a Şirnexê bi pêşengtiya Partiya Heremên Demokratîk (DBP), 74’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Rêxistinên Partiya Çep a Kesk û HDP’ê yên navçeya Cizîrê, aktîvîstên TJA’yê û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di çarçoveya pîrozbahiyê de şitil hatin çandin.  

Di dema çandina şitilan de jinan hêvî kirin ku ev şitil bibin wesîleya azadiya Abdullah Ocalan û aştiyeke mayînde. Piştî çandina şitilan, jinan bi hevre strana “Pîroz be li te” gotin û govend gerandin. 

Bername bi tililiyan bi dawî bû.