Ji bo Şehîdên Parîsê li Mexmûrê meş hat lidarxistin

Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şehîdên Parîsê bi meşek girseyî hatin bîranîn.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi meşekî girseyî Komkujiya 9’ê Çileya 2013’an a li Parîsê ku têde sê jinên pêşeng Sara, Rojbîn û Ronahî hatibûn qetilkirin, şermezar kirin.

Şêniyên Wargeha Mexmûrê li Saziya Malbatên Şehîdan kombûn û destbi meşa girseyî kirin.

Meş li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan destpê kir û heta ber avahiya Neteweyên Yekbûyî dewam kir. Di meşê de al û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û jinên pêşeng ên ku di Komkujiya 9’ê Çileya 2013’an û 23’ê Kanûna 2022’an de hatine şehîdxistin, hatin hildan. Her wiha pankartên bi nivîsa “Jin Jiyan Azadî”, “Em ê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî tevahî komkujiyan zelal bikin”, “Em ê bi têkoşîna Sarayan jin û jiyanê azad bikin” hatin hildan. Girse li ber avahiya NY’ê rawestiya û li wir daxuyaniyek ji aliyê Endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Fadîle Tok ve hat dayîn.

Fadîle Tok di destpêka axaftina xwe de şehîdên komkujiyên Parîsê bi bîr anî û wiha pêde çû: “Çawa ku di 3’ê Çileya 2013’an de hevdîtin bi Rêber Apo re hat kirin, ji aliyê dewleta dagirker ve hat gotin ku wê muzakere were pêşxistin. Lê di 9’ê Çileyê de bi komkujiya ku li Parîsê pêkanî xwestin derberyekê li fikrê Rêber Apo bidin û projeyên ku Rêber Apo pêşxistî bide xirabkirin bû ji ber wê muzakere di nîvî de hiştin. Lê divê em vêya baş bizanin ku heval Sara bi hêrs û kîna ku li Dêrsimê hatibû kirin li bajar û çiyayên Kurdistanê bost bi bost geriya û tekoşîn da meşandin. Di heman demê de li zindana Amedê jî tif li rûyê dijmin kir û got ku hûn nikarin hebûn, vîn û azadiya me tine bikin û hûn nikarin me bi komkujiyan xilas bikin. Ji ber wê em îro dibînin li çiyayên azad şagirtên wê jina leheng, wê xwedawenda jina azad li ser şopa wê dimeşin. Her wiha em dikarin bêjin heval Fîdan jî ji bo rastkirina dîroka gelê Kurd a ku hatibû berevajîkirin, kar û xebat dida meşandin. Bi wê ve girêdayî Heval Leyla jî weke ciwanek a civakê, civak bi hêz û zindî dikir û pêşengtî ji ciwanan re dikir. Wê li hemberî van komkujiyan, van komplogeran, van dagirkeran û ji tecrîda girankirî re bersivdayîna me cuda be.

Banga me ji tevahî cîhanê û gelê Kurd re heye wê berxwedana me li gorî tûnelên şer be, wê li gorî berxwedana zindanan be, wê li gorî berxwedana Rêber Apo be. Ji bo em bibin layîqê şehîdên wek Amarayan, Rûkenan û tevahî şehîdan bin, ji derveyî vê ti rêyek din a me nîne. Wek gelê Kurd tifaq û çareserî di destê me bixwe de ye, em ê yekîtiya xwe çêbikin û serbikevin.”

Meş bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.