Ji bo 4 zozanên gundên Geverê biryara 'qedexe' hat dayîn

Ev 37 roj in dorpêça leşkerên Tirk a li gundên Geverê berdewam dike, li gelek zozan û mêrgên gundên Soryan, Bilinbasan, Avyan û Golegîrî ya navçeyê "bi hinceta operasyonê" hatin qedexekirin.

Operasyonên leşkerên Tirk ên di 3-17’ê Adarê de li gelek gund û mezrayên bajarokê Bajêrge yê navçeya Geverê ya Colemêrgê dabûn destpêkirin di roja 37’an de berdewam dikin. Li 4 gundên din jî “qedexe” û dorpêç dest pê kir. Mixtarên gundên Soryan, Bilindbasan, Avyan û Golegîrî yên navçeyê di 4'ê Nîsanê de ji aliyê Fermandariya Jendirmeyan a Navçeyê ve hatin agahdarkirin ku "Heta daxuyaniyeke din hemû zozan û mêrgên gundan qedexe ye." Ji bo hinceta biryarê 'operasyon' hat nîşandan.

LEŞKERAN DAR BIRÎN, KAMP AVA KIRIN

Hat diyarkirin ku wê li gundê Soryan li dijî zozanên Navşiyan, li gundê Bilindbasan jî li Digûh û Qifarokê operasyon were lidarxistin. Hat ragihandin ku di operasyonên leşkerî yên ku li 5 gundên din belav bûne de her roj gelê herêmê zêdetir dibin mexdûr. Her wiha hate diyar kirin ku li gundên Qesran, Zêwe, Kawle Gund, Pagenk, Merdêsal û Êlê yên ku 7 sal in weke "herêma ewlekariya taybet" hatine îlankirin leşkeran dar birîne û kamp ava kirine.