Ji ber zilma dewleta Tirk koç kir, li zindana PDK'ê jiyana xwe ji dest da

Ji şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Metîn Adogît (Dawûd) ku ji aliyê Asayîşa Hewlêrê ve hatibû girtin, doh li girtîgeheke PDK'ê jiyana xwe ji dest da.

Ji 17'ê Tîrmeha 2019'an ve hikumeta Başûrê Kurdistanê ya bi serkêşiya PDK'ê ambargo daniye ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) û ji hingî ve nahêle kes ne biçe wargehê ne jî ji wargehê ji bo pêwîstiyên xwe yên jiyanî derkeve. Lewma ji wê demê ve gelek mirovên nexweş ên nekarî biçin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan, bi sedan karker jî ji karê xwe bûn. Di vê pêvajoya astengkirinê de, gelek şêniyên ji wargeha Mexmûrê ku ji bo debara xwe bike li Hewlêrê bûn, ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin.

Metîn Adogît (Dawûd) ê 45 salî jî yek ji wan bû, ku doh li girtîgeheke PDK'ê ya li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.

Metîn Adogît ji bo debara malbata xwe bike li bajarê Hewlêrê kar dikir. Dawûd di 7’ê Mijdara 2020'î de ji aliyê Asayîşa Hewlêrê ve hatibû girtin û ew xistibûn girtîgehê.

Ji wê rojê ve asayîşê destûr nedida ku malbat serdana Dawûd bike û agahiyan jê werbigre. Tevî hemû hewldanan jî ji roja Metîn hatî girtin ve, ti agahiyek jê nedihat standin.

Herî dawî doh parêzerê Metîn Adogît çû asayîşa Hewlêrê û li aqûbeta Metîn pirsî. Lê berpirsên asayîşê ji parêzer re gotin, "Metîn ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest daye!"

Metîn Adogît di navbera salên 2009-2012'an de serokê BDP’a navçeya Ebexa Wanê bû. Lê piştre ji ber zilm û zordariya dewleta Tirk neçar ma li gel malbata xwe koçî Başûrê Kurdistanê bibe. Metîn li wargeha penaberan a Mexmûrê niştecih bû. Ji roja ku metîn li Mexmûrê niştecih bûyî ji bo debara malbata xwe karkerî dikir.

Metîn Adogît bavê 5 zarokan û şervanekî ku di nava refên gerîlayên Tevgera Azadiyê de şehîd bûyî ye. Tê payîn cenazeyê Metîn ji bo Bakurê Kurdistanê were şandin û li navçeya Ebexa Wanê were veşartin.