'Ji ber polîtîkayên wêrankirin û talankirinê Çemê Dîcleyê ziwa dibe'

Aktîvîstê Platforma Parastina Hewselê Guner Yanliç li ber êrişên dewleta Tirk rabû yên ji bo tinekirina xwezaya Kurdistanê û got, ji ber polîtîkayên talanê Çemê Dîcleyê ziwa bûye.

Endamê Platforma Parastina Hevselê Guner Yanliç der barê xeteriya li ser Çemê Dîcleyê û parastina çem axivî. Yanliç anî ziman ku Çemê Dîcleyê nêzî 30 sal in, ji dema ku bendava Dîcleyê hat çêkirin, weke aveke bênav hatiye hiştin û got, "Ev heta ketina navçeya Bismilê, bi nihêrtina ji jor ve qadeke bi qasî 67 kîlometreyan bê nav e û nayê pênasekirin. Mîna qanûna zordariyê, ji mafên çeman sûd nagire. Helbet têkildarî dezavantajên wê mirov dikare vê bêje, peravên di aliyê rast û çepê de malovaniyê ji zindiyên curbicur re dikin, bi taybet bi kanên kûmê re rastî talan û texrîbateke mezin hatine. Ji wê demê heta niha gelek cureyên çivîkan, bi taybet masî û gelek mîkroorganîzmayên di avê de dijîn, ji ber vê bênavbûnê ku ji talanê re vekiriye, gelekî kêm bûne. Bi taybet di mehên havînê de dîsa polîtîkayên çandiniyê yên desthilatdarî piştgiriya wan dike jî vê bênavbûnê destek dikin. Bi tişta jêre avdaniya hov tê gotin, tevahiya 30-40 kîlometreyan ji çemê Dîcle bi motorên pincarê ava tê kişandin didin cotkarên bi taybet pembû û garis diçînin. Dema wisa dibe, ber bi mehên havînê ve li çemê Dîcle ji bo zindiyan ava karîbin pê bijîn jî namîne. Bi awayekî ciddî flora û fauna rastî metirsiyan tê."

'DEPOYA FÊKÎ Û ZEBZEYAN HÊZA XWE WINDA KIR'

Yanliç da zanîn ku taybet Baxçeyên Hewsel ku qadeke bûye sedema avabûna bajarekî, heta berî niha bi 30-40 salî bajarek xwedî dikir, depoyeke fêkî û sebzeyan bû, ji ber polîtîkayên endustriyel ên çandiniyê ev hêza xwe winda kir. Yanliç destnîşan kir ku li gel vê yekê jî ekonomiya debarê ya bi sedan malbatan ji dest wan hat derxistin û got: "Hilberîna bi dehan nebatên sebze û fêkiyan mixabin, di roja me de nînin. Sedema wê jî ew e ku bi taybet li Baxçeyên Hewsel rantên têkildarî avadaniyê û karsaziya dagiriyê zêde bûn. Dîsa helbet cotkarên sermayeya wan kêm ku nikarin reqabetê bi sermayeya endustriyel re bikin, neçar man dest ji vî karî berdin. Sedema cotkarên sermayeya wan kêm girîng in ew e ku entegreyî pergalê nebûne, girêdana wan a bi pergalê re xurt nebûye û weke avahiyeke herî kêm rastî mêtina pergalê hatine derdikevin pêşiya me. Helbet em jî di xebatên xwe de hewl didin Dîcle careke din bigihêje statuya xwe çem, mirov karibin careke din ji Bax û Baxçeyên Hewsel debara xwe bikin, aboriyek bê avakirin û berhemên organîk ên gel xwedî bike bên hilberandin. Em ê ji bo van xebatên xwe bidomînin."

'BÊDENGIYA UNESCO RÊ LI BER DAGIRKIRINÊ VEDIKE'

Yanliç bal kişand li ser nêzîkatiya UNESCO ya li dijî xwezaya Kurdistanê û ev tişt got: "Nêzî 6 sal e sûrên Amedê û Baxçeyên Hewsel di lîsteya Mîrasên Cîhanê ya UNESCO de cih digirin. Di van 6 alan UNESCO li hember talan û texrîbata li dijî sûran û Baxçeyên Hewsel dengê xwe dernexistiye. Weke saziyên civaka sivîl me gelek caran ragihand ku divê UNESCO xwedî li van nirxan derkeve. Eger vê neke jî bila saziyên civaka sivîl kom bike û deklare bike. Ji ber em bi xwe jî dikarin qadên xwe yên bûne mîras biparêzin. Lê ji ber UNESCO saziyeke ku bi hikûmetên navendî re di nav hevkariyê de ye, li dijî texrîbatan bêdeng maye. Vê bêdengiyê li Baxçeyên Hewsel rê li ber dagirkirin û talanê vekiriye."

'BILA PÊŞÎ LI VÊ TALANÊ BIGRIN'

Yanliç bilêv kir ku tê payîn şandeya UNESCO dê di meha nîsanê de piştî 4 salan ji bo lêkolîna bbedenên Amedê ya di Lîsteya Mîrateyên Çandî ya Cîhanê de ye were Amedê û wiha got: "Meha Nîsanê qaşo wê UNESCO bi rayedarên hikûmetê re werin Baxçeyên Hewsel û texrîbatên rû dane kontrol bikin. Em jî li vir vê bangê li wan dikin, bila bi me re bi dînamîkên sivîl ên vî bajarî re jî hevdîtinê pêk bînin. Bila pêşî li vê talan û texrîbatê bigirin. Bi komîsyona di bin banê Walîtiyê hatiye avakirin dixwazin Baxçeyên Hewsel bi kanaleke 22 kîlometreyan bifetisînin. Ev qad di aliyê rast û çepê de li gor krîterên Peymana Ramsar a Tirkiye jî di nav de ji aliyê gelek welata ve hatiye îmzekirin, weke qada avî dikare bê qebûlkirin. Peymana Ramsar 2’yê Sibata 1971’ê li bajarê Ramsar ê Îranê hatiye îmzekirin. Peyman armanc dike qadên avî û bi taybet çivîkên avê bên parastin. Weke Platforma Parastina Baxçeyên Hewsel em ê vê mijarê bikin rapor û serî li Ramsarê bidin."