Ji ber muhîmmatên dewletê 18 zarokan jiyana xwe ji dest dan

Li Kurdistanê muhîmmatên hêzên dewletê yên piştî êrîşên xwe yên dagirker li pişt xwe hiştine, dibe sedema mirina zarokan.

Piştî qedexeyên derketina derve yên li Amed, Mêrdîn, Şirnex û Colemêrgê, ji ber teqînê alav û mayînên ku di bin kavilan de mane, di 20 mehên dawîn de 18 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 33 zarok jî birîndar bûn.

Li Cizîrê, Hezex, Silopiya Şirnexê, li Sûr, Licê, Farqîna Amedê, li Nisêbîn û Kerborana Mêrdînê û li Gever û Şemzînana Colemêrgê yên ku di dema ‘qedexeya derketina derve de’ hilweşandin û texrîbateke mezin lê hate jiyîn, muhîmmatên li kolanan xetereyên mezin bi xwe re tînin. Zarok dibêjin qey ev muhîmmat pêlîstok in û ji ber teqandina vê an bi giranî birîndar dibin an jî jiyana xwe ji dest didin.

Di heman demê de mayînên ku di salên 1990’î de hatine danîn jî, dibin sedema mirin û birîndarbûna zarokan.

BÎLANÇO

Bi kêmanî 18 zarok ji Adara sala borî û heta niha, ji ber teqandina muhîmmat û mayînên ku dibêjin qey pêlîstok in, jiyana xwe ji dest dane. 33 zarok jî birîndar bûne.

Hin bûyerên ji ber teqînan wisa ye:

*Di 31’ê Adara 2016’an de li Cizîra Şirnexê li Taxa Cûdiyê zarokê 4 salî yê bi navê Harûn Çagli û zaroka bi navê Ayşenûr Geçît ji ber teqîna muhîmmatê jiyana xwe ji dest dan.

*Di 14’ê Nîsana 2016’an de li Hezexa Şirnexê, zarokê bi navê Hîdayet Tek ê ku ji ber teqîna muhîmmata ku li ber malê dîtibû, jiyana xwe ji dest da.

*Di 7’ê Gulana 2016’an de li Hezexa Şirnexê zarokê bi navê Muslum Îlhan piştî ku muhîmmata ku dîtibû, avêt erdê, ji ber teqînê jiyana xwe ji dest da.

*Di 12’ê Gulana 2016’an de zarokê bi navê A.A û bavê wî Tahir A. ji ber teqandina muhîmmata li goristanê dîtibûn, bi giranî birîndar bûn.

*Di 15’ê Gulana 2016’an de li Çemê Celalî yê Silopiya Şirnexê ji ber teqandina muhîmmatê zarokê bi navê Enes Erdem ê 10 salî jiyana xwe ji dest da.

*Di 19’ê Kanûna 2016’an de li Şehîtlîka Yenîşehîrê ya Amedê zarokê bi navê R.D. (10) dema bi muhîmmatê dilîst a ku di bin dêrencekê de dîtibû, teqînek pêk hat û zarok bi giranî birîndar bû.

*Di 6’ê Tîrmeha 2016’an de piştî bidawîbûna operasyona leşkerî ya li Taxa Dêrxustê ya Licêya Amedê ji ber ku agir bir muhîmmatekê ket zarokên bi navê R.O (4), A.O. (9) û Y.O.(13) birîndar bûn.

*Di 9’ê Tîrmeha 2016’an de Fettah Erdemê 15 salî yê ku li Zozanê Kanispî yê Giyadîna Agiriyê pez diçêrand ji ber teqandina mayînê jiyana xwe ji dest da.

*Di 23’ê Tebaxa 2016’an de li Nisêbîna Mêrdînê ji ber teqandina muhîmmatekê Fehîme Korkmaz a 12 salî jiyana xwe ji dest da. Di teqîna li Taxa Zeynel Abîdîn de jî D.K. (13) û E.K. birîndar bûn.

*Di 11’ê Cotmeha 2016’an de li Gevera Colemêrgê ji ber teqandina muhîmmatê zarokê 10 salî yê bi navê Ûmût Ayvalik jiyana xwe ji dest da. H.A. û H.A yên 10 salî jî birîndar bûn.

*Di 18’ê Cotmehê de li Nisêbînê ya Mêrdînê piştî ragihandina qedexeya derketina derve di teqînê de Kadrî Barak ê 14 salî di nav xirbeyan de li hesinan digeriya, jiyana xwe ji dest da.

*Di 5’ê Mijdara 2016’an de li taxa Gundogdu a Şirnexê di teqînê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan û 4 zarok jî birîndar bûn.

*Di 4’ê Mijdara 2016’an de li navçeya Sûrê ya Amedê zarokên bi navê M.Î (13) û Ş.A (11) cismê di destê wan de bi wan de teqiya û birîndar bûn.

*Di 6’ê Mijdara 2016’an de li Farqînê ya Amedê li taxa Tekelê zarokê bi navê A.Ş (8) bi teqîna cismê ku rahiştibûyê birîndar bû.

*Di 30’ê Mijdara 2016’an de li Kerboran a Mêrdînê li taxa Bahçebaşî, Musa Acar ê 12 salî bi teqîna cismekî di nav poşetekê de bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

*Di 9’ê Çile ya 2017’an de li gundê Oslo yê Şemzînanê di encama teqîna cismekî nediyar de zaroka bi navê Sidika Toprak a 5 salî jiyana xwe ji dest da.

*Di 22’yê Çile ya 2017’an de li taxa Dîcle ya Şirnexê di encama teqîna cismekî nediyar de zarokên xwîşk û bira yên bi navê E.B. û V.B. birîndar bûn.

*Di 25’ê Sibata 2017’an de li Nisêbînê ya Mêrdînê zarokên bi navê Y.M (12) û M.M (6) di encama teqîna cismê ku li erdê dîtin, birîndar bûn.

*Di 30’ê Adara 2017’an de li Nisêbînê ya Mêrdînê li taxa Abdulkadîr Paşa li hewşekê zarokan dema bi cismekî nediyar dilîstin teqîn çêbû, xwîşk û birayên hev Havîn (6) û Fatîh (5) Guneş jiyana xwe ji dest dan.

*Di 8’ê Nîsana 2017’an de li navçeya Şîrwanê ya Sêrtê, li gundê Deşta Derî birayên bi navê Muhammet (12) û Abdulkadîr Açikça (9) li nêzî qereqola Hurmusê, di encama teqîna mayina qereqolê ya li zozanan jiyana xwe ji dest dan.

*Di 20’ê Nîsana 2017’an de li ser sergoya Tabûra Jandarma a Dêrgûlê di encama teqîna cismekî de zarokên bi navê E.B (10), M.B (11), H.A (12) û C.K (11) birîndar bûn.

*Di 25’ê Nîsana 2017’an de li têketa gundê Sagman a Pertek a Dersimê di encama teqîna mayina ku ji salên 90’î mayî zarokên bi navê R.K û T.K birîndar bûn.

*Di 1’ê Tîrmeha 2017’an de li Geverê ya Colemêrgê, li taxa Gungorê di encama teqîna cismekî nenas de zarokê bi navê E.Ç. ê 10 salî birîndar bû.

*Di 1’ê Tîrmeha 2017’an de li Geverê ya Colemêrgê, li taxa Gungorê di encama teqîna cismekî nenas de zarokê bi navê E.B. ê 10 salî birîndar bû.

*Di 19’ê Tîrmeha 2017’an de li Cîzîrê ya Şirnexê di encama teqîna cismekî nenas de a li rex malê zarokê bi navê K.A. ê 9 salî birîndar bû.

*Di 30’ê Îlona 2017’an de li Geverê ya Colemêrgê, li taxa Qijleya Berê dema ku zarokan bi cismekî nediyar dilîstin Umut Kozay ê 6-7 salî jiyana xwe ji dest da û birayê wî E.K. jî birîndar bû.

*Di 4’ê Mijdara 2017’an de li kuçeya Yasemînê ya taxa Yenîşehîrê ya Nisêbîna Mêrdînê cismekî ku zarokan li erdê dîtî teqiya. Zarokên bi navê N.Y, Y.Y û O.Y ku temenê wan di nav 12 û 13 salan de bû, birîndar bûn.