Ji ber ku HDP'yî ye, kargeha wî şewitandin

Qeyûmê Tirk ê li Artemêtanê, kargeha welatiyê bi navê Hekîm Ozdemîr ê HDP'yî şewitand. Ozdemîr got, 600 hezar TL zerar lê bûye.

Atif Çîçeklî ku weke qeyûm dest danî ser şaredariya navçeya Artemêtan a Wanê, beriya niha kargehên li perava Artemêtanê yên kesên ku deng dane HDP'ê şewitand, lê dest neda kargehên AKP'iyên li heman herêmê. Niha jî kargeha welatiyê bi navê Hekîm Ozdemîr şewitand.

Ozdemîr diyar kir, ku li ser gilî û daxwaza AKP'yiyan, kargeha wî bi destê qeyûm hatiye xerakirin û got, "Kargeha min ji du qatan pêk dihat. Salona ji 17 metreçargoşeyî, depo, dozer û kepçeyên li kargeha min hatin îmhakirin. Hemû eşyayên li kargeha min hatine şewitandin. Her wiha parka zarokan a li hewşa kargeha min jî rakirine û birine. Ya ku van kirine talan e, helwesteke dijminane ye."

Ozdemîr diyar kir, ku dema kargeha wî xera kirin, agahî nedan wî û wiha dewam kir: "Tenê sedemek heye, ku kargeha min bi rengekî korsanî xerakirine. Ji ber ku HDP'yî me ev kirin. Ji ber ku bi vê zanin, ev kirin. Li vê derê cihê AKP'yiyan jî heye, lê dest nadin yekî ji wan. Ya hatiye kirin ne hiqûqî ye. Min ti mûxatab nedît. Kargeha min bi rengekî kêfî hilweşandin. Hemû hewldanên min ên di vê der barê de bê encam man. Ez ê giliyê qeyûm û hemûyan bikim."