Ji ber berfê rêya 57 gundên Colemêrgê hate girtin
Berfa ku bi rojane li Colemêrgê didê û bandoreke giran li herêmê kiriye, bû sedem ku rêya 57 gundan asê bibe.
Berfa ku bi rojane li Colemêrgê didê û bandoreke giran li herêmê kiriye, bû sedem ku rêya 57 gundan asê bibe.
Colemêrg û navçeyên wê du roj in di bin bandora giran a berfê de ye. Li qadên bilind ên Colemêrgê bi qasî 30 santîmetreyî berfê li erdê kiriye.
Rêya 57 gundên din jî ji ber berfê asê bûne.
Tîmên Rêveberiya Taybet a Bajêr ji bo rêyên gundan vekin dixebitin.