'Valakirina welat ji desthilatdariya heyî re xizmetê dike'

Çavdêrên siyasî yên Başûrê Kurdistanê fikarên xwe yên ji bo koçkirina welatiyên Başûr tînin ziman û dibêjin, “Terikandina welat xizmetê desthilata malbatî ya heyî dike.”

Koçkirin di civaka cîhanî û Kurdan de diyardeyek ne nû ye, di rastiyê de koçkirin berê sedemê avabûna şaristaniyên cûr bi cûr bûye, lê di serdema îroyî û bi taybetî ji sedsala 19’an û şûnde koçkirin bi rengekî din hat pênasekirin. Koçkirin niha weke hewldana ji bo gihîştina jiyaneke baştir û ceribandina cûreyek din ê jiyanê tê pênasekirin, her wiha peydakirina erdnîgariyeke nû ji bo jiyaneke din û rew ji şer, malwêranî, hejarî û ne ewlehiyê ji taybetmendiyên îroyî yên koçkirinê ye.

Niha li Başûrê Kurdistanê koçkirina ji bo derveyî welat destpêkiriye, ev koçkirine jî bi mebesta terikandina niştîman ji bo çûyîna xak û welateke din e. Li gorî şarezayan ev koçkirina vê carê ji yên berê cudatir e.

‘NÎŞANEYEKE JI BO VALAKIRINA HERÊMA KURDISTANÊ JI KÊRHATIYÊN CIWANAN E’

Çavdêrê Siyasî Mihemed Nesredîn têkildarê destpêkirina pêla mezin a koçkirina welatiyên Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re axivî û got, “Ya em niha dibînin eve ku pêleke koçkirinê ya ciwanên Herêma Kurdistanê û ketina ser rêyekî metirsîdar destpêkiriye, ev yek nîşaneyeke ji bo valakirina Herêma Kurdistanê ji kêrhatiyên ciwanan e. Ew ciwanên ku dikarin di pêşerojê de pêşerojekî baştir ji bo Kurdistanê ava bikin niha welat diterikînin. Pêla vê carê peyameke metirsîdar e ji bo giştî civaka Kurd û hikumeta Herêma Kurdistan û bi taybetî desthilatdarên Kurd.”

‘NABE KU EM LI BENDA HIKUMETEKE BÊ XEM BIN’

Nesredîn di dewama nêrînên xwe de bal kişande ser berpirsiyartiyên dikeve ser milê aliyan û wiha pêde çû, “Civaka Kurdî bi giştî li hemberî vê pêla koçkirinê berpirsiyar e, eger îro desthilata Kurdî li Herêma Kurdistanê li hemberî koçkirina ciwanan û valakirina Herêmê ji kêrhatiyên ciwanan bê xem e, divê em takê Kurd rê li vê pêla koçkirinê bigirin. Pêwîste her takek yê civakê di dabînkirina derfetê kar ji bo ciwanan û peydakirina çareseriyek ji bo ku rê li ber vê koça girseyî bigirin alîkar be; nabe ku em li benda hikumeteke bê xem bin ku çareseriyê peyda bike.”

‘NABE KU EM WELAT JI BO KESÊN DIN VALA BIKIN’

Mihemed Nesredîn her wiha bal kişande ser girîngiya peydakirina çareseriyê û diyarkir, “Pêwîste ji bo wan ên di xema pêşeroja welat in de çareseriyekê peyda bikin û bi ciwanan re gotûbêjekê bikin, nabe em welat ji bo wan kesên ku xêr û dewlemendiyên wê dixin xizmeta berjevendiyên xwe bihêlin. Valakirina welat ji ciwanan xizmeta herî baş ji desthilata heyî re ye.”

‘VALAKIRINA WELAT XIMETÊ JI DESTHILATA NIHA YA MALBATAN DIKE’

Çavdêrê siyasî Nesredîn di dawiyê de ev hişyarî da, “Egr koçkirina bi pêl ya xelkê Başûr ji ber bê edaletî û desthilatiya malbatî be vê çaxê valakirina welat xizmetê ji deshilata niha ya malbatan û sîstema desthilatiyê dike, Iraq û Herêma Kurdistanê xwedî jêrxaneke aborî ya bi hêzin, ya kiriye ku welatî sûd ji vê dewlemendiya welat negirin desthilata xirab e. Ji ber vê jî bi nêrîna min bi başkirina sîstema desthilatiyê welatî dikarin sûdê ji aboriya welat bigirin, ji ber vê calakirina welat xizmetê ji desthilata nihayî ya heyî dike.”

‘DI ENCAMA SIYASETA XELET DE YE KU LI HERÊMA KURDISTANÊ TÊ BIRÊVEBIRIN’

Psîkoterap Çîner Sîrwan jî têkildarê sedemên diyardeya koçkirinê axivî û got, “Her tim di dîroka mirovatiyê de diyardeya koçkirinê hebûye, sedemên wê pir in ku ya herî sereke nebûna tendirûstiya jiyanê û pêwîstiyên seretayî yên jiyanê ne, lê sedemên koçkirina ji Herêma Kurdistanê cuda ye. Sedemên vê vedigere rewşa nebaş a siyasî û ewlehî ya li Herêma Kurdistanê heyî ku di encama siyasetên xelet de ye ku li Herêma Kudistanê tê birêvebirin. Ev yek bûye sedemê krîzeke aborî ku bandora xwe li tevahî ferdên civakê kiriye.”

‘ÊDÎ HÊVÎ Û BAWERIYEKE GEL BI ALIYÊN SIYASÎ VE NEMAYE’

Sîrwan di dewamê de bal kişande ser aliyê derûnî yên sedemên koçkirinê û anî ziman, “Eger ji hêla derûnî ve em li rewşa gel temaşe bikin, emê bibînin ku piştî krîza aborî û siyasî li welat êdî hêvî û baweriyeke gel bi aliyên siyasî nemaye da ku bizanin pêşeroj zelal e û ber bi kûderê ve diçe, ji ber vê bêhêvîtiyeke zêde di nava gel de çêbûye.

‘JI BER BÊHÊVÎBÛNA JI PÊŞEROJÊ RE, WELAT DITERIKÎNIN’

Em dibînin ku gelek kesan ji bo bigihîjin wan welatan pereyek zêde xerckirine, ev yek jî nîşan dide ku gel ne ji ber hejariyê welat diterikînin, belku ji ber bêhêvîbûna ji pêşerojê re, welat diterikînin. Ev bêhêvîbûne sedemê sereke ye ku hemû kesim û çînên li Herêma Kurdistanê bi ciwan, pîr, jin û zarokên wê bera xwe didin çarenûseke nediyar li sînorên welatên biyanî.”

‘WELATPERWERÎ Û BAWERIYA BI PÊŞEROJÊ PIR LEWAZ BÛYE’

Derûnnas Çîner Sîrwan di dewama nirxanidnên xwe de destnîşan kir ku gel ji ber wan sedeman li hemberî guhertinê bêhêvî bûye û welatî xwe di vî welatî de ne ewle hîs dikin; Sîrwan dibêje, “Ev bêhêvîtiyê kiriye ku hemû çîn û kesimên civakê welat biterikînin, sedemê vê jî vedigere hin bûyerên li pey hevdu qewimînî û li ser hev kom bûne ku yê herî ber bi çav jî eve ku çend sal beriya niha hejmarek rojnamevan û çalakvan hatin kuştin, hatin girtin û tawanbar kirin. Her wiha bi destûrê desthilat rê li serokê parlementoyê hate girtin ku biçe parlementoyê û parlemento hat girtin. Gel tê êşkencekirin. Wan hemûyan gel bi çavê xwe dibînin, dubarebûna wan bûyeran ew baweriya ku bi gel re hebû weke welatperwerî û baweriya bi pêşerojê pir lewaz bûye. Piştî ku gel ezmûna opozîsyonê jî dît zêdetir ji guhertinê bêhêvî bû.”

‘AMADE NE KU JI BIRSÎTÎ Û SERMAYÊ BIMIRIN, LÊ AMADE NÎNIN KU WERIN HERÊMA KURDISTANÊ’

Sîrwan rexne li siyasetên Herêma Kurdistanê û Iraqê ya li hemberî civakê girt û wiha nêrînê xwe bi dawî kir; “Li tevahî welatên pêşketî sermayeya herî girîng mirov e û di nava mirovan de jî ciwan e, lê mixabin li welatê me ti xwendinek ji bo vê rewşê nayê kirin bê ka çima welatiyên me li ser sînorê welatên biyanî ji serma û birsîtiyê dimirin. Bi ruxmê wê jî ti helwesteke cidî li hemberî vê rewşê ji aliyê dîplomasî ve nayê dîtin, ev jî xaleke xirabe ji bo siyaseta derve ya Herêma Kurdistan û Iraqê. Pêwîste berpirsên pêywendîdar dest bi lêkolînê bikin û bizanin bê ka çima welatî amade ne ku ji birsîtî û sermayê bimirin, lê amade nînin ku werin Herêma Kurdistanê. Bêhêvîtiyê wisa kiriye ku welatî ji bo bigihîjin jiyaneke baştir vê rewşa dijwar tehemul bikin.”

‘ÎRO GELÊ KURD JI ZALIM Û DIRINDEYEKÎ DIREVE KU HEVZIMAN Û HEV NETEWEYÊ WÊ YE’

Ciwanekî Başûrê Kurdistanê yê xelkê Kerkûkê Heme Şano jî derbarê koçkirina bi giştî û bi taybetî ciwanan de nêrînên xwe anî ziman û got, “Destpêkirina pêleke wiha ya koçkirinê nîşaneya binketina Hikumeta Herêma Kurdistanê piştî 30 sal desthilatiyê ye. Ev desthilata Herêma Kurdistanê karî hemû xewn û hêviyên ciwanan badilhewa û seqet bike. Pêvajoyekê gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê ji ber zilm û dirindetiya zalimek bi navê Sedam Hisên direviyan, lê îro gelê Kurd ji zalim û dirindeyekê direve ku hevziman û hevneteweyê wê ye.”

‘NEÇARÎ TERIKANDINA WELAT TÊN KIRIN’

Heme Şano dirêjî da axaftinê xwe û diyarkir, “Piştî 30 sal hukmraniyê, berpirsan tenê dirûşme firotine ciwanan, welatiyan neçarî terikandina welat tên kirin, ciwan li vî welatî direvin da ku pêşeroja wan misoger bibe, ne weke ku rojek ji rojan zarokê berpirsekê bê kuştin yan jî bixe girtîgehê, li vî welatî ciwan piştî ku 18 sal dibistanê dixwîne tê û karê destfiroştiyê dike û kesekê ne xwendevar jî li şûna wî/ê li dezgehekî bi cih dikin, ev bê edaletiye ye ku ciwan bêhêvî kiriye.”

‘QUMARÊ BI XWÎNA ŞEHÎDAN Û ÇIYAYÊN KURDISTANÊ DIKIN’

Heme Şano bi wan gotinan dawî li axaftina xwe anî; “Ev mafya û qumarbazane ku 30 salin desthilatdariya vî welatî dikin, qumarê bi xwîna şehîdan û çiyayên Kurdistanê dikin. Her rojê dibînin û dibihîzin ku dijmin çiyayek dagir û gundek kavil kiriye, ev yek dibin sedem ku şênî welatê xwe biterikînin. Li van kolannan em ciwanan dibînin ku girîngiyê didin şekil û şêweyê xwe ya ji derve, lê mixabin di nava xwe de ciwan mirîne. Ev sîstemê ji bo ku wan ciwanan ji hindur ve birizîne û hilweşîne xebitiye.”