Ji Amedê ber bi Amarayê ve çûyîn tên astengkirin

Amediyên ku ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ber bi gundê Amara yê navçeya Xelfetî ya Rihayê ve dixwazin bi rê bikevin, li derketina bajêr têne astengkirin.

Amediyên ku danê sibehê xwestin biçin gundê Amara ku li mala ku Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye ziyaret bikin û li wir beşdarî pîrozbahiyê bibin, li derketina bajêr hatin rawestandin.

Cendirmeyan û polîsên ku bi awayekî keyfî lêgerîn û kontrola trafîkê kirin, li gelek wesayîtan cezayê pere nivîsandin û derketina wan a rê hate astengkirin.

Hate hînbûn ku polîs hema li her derê bendên qontrolê û lêgerînê danîne.

Hat ragihandin ku hemû benzînxaneyên li ser rêya Amed-Rihayê hatine dorpêçkirin, destûr nedan wekîlên HDP'ê û girseya gel daxuyaniyê bidin.