Ji Şemzînan bigire heta Osmaniyeyê çalakiyên gerîla

HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û şer ên li Colemêrg, Sêrt, Agirî, Osmaniye û Çewligê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ve hate dayîn de, hat diyarkirin ku herî kêm 18 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Daxuyaniya li ser malpera fermî ya HPG’ê hatî parvekirin wiha ye:

LI ÇELÊ 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Nalîn Mûş de, li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerê artêşa Tirk çalakiyên xurt lidar xistin.

Hêzên me 12’ê Tebaxê saet 10:00’an, li dijî Girê Koordîne yê girêdayî Çelê çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiya çeperên dijmin bi xurtî hatin lêxistin de, hejmara kuştî û birîndaran nehatin zelalkirin.

13’ê Tebaxê saet 05:10’an hêzên me, li Qela Marganiş a Çelê li dijî leşkerê artêşa Tirk çalakiyek lidar xistin. Di çalakiya bi awayeke xurt ji nêz ve hate lêxistin de bi qasî hate zelalkirin 7 leşkerên Tirk hatin kuştin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê qad bi obus û hewanan bombe kir.

LI ŞEMZÎNANÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN

8’ê Tebaxê artêşa Tirk li herêma Gostê ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê dest bi operasyonekê kiribû. 11’ê Tebaxê saet di navbera 09:00 û 19:30 li nêzî Kurê Mizgeftê hêzên me yekîneyek ya operasyonê kirin hedef. Di vê çalakiya hate lidarxistin de li gorî agahiyên hatin girtin 3 leşker hatine kuştin.

LI DIJÎ QEREQOLA BAJÊRGEHÊ ÇALAKÎ

12’ê Tebaxê saet derdorî 16:40’an, hêzên me wesayîtekî bi tîpa Reo ya ji Qereqola Digohan a girêdayî bajarokê Bajêrgeh a Colemêrgê ber bi Qerqola Perîxanê ve diçû kirin hedef. Di çalakiya hate lidarxistin de wesayît hate derbkirin , têkildarî kuştî û birîndarên dijmin agahiyên zelal nehatin bidestxitin.

LI SÊRT Û ÇEWLIGÊ ÇALAKÎ

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehdî Azad Farqîn û Jînda Ozgur de, 13’ê Tebaxê saet 08:00’an li dijî yekîneyekî leşkerê artêşa Tirk ên li navbera qerqolên Velqanis û Erbo yên girêdayî navçeya Hewlê de bi cih bibinû çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya çeperên dijmin bi awayekî xurt hate lêxistin de bi qasî hate zelalkirin leşkerek hatiye kuştin.

11’ê Tebaxê saet 18:20’an hêzên me, li dijî yekîneyekî kontra ên li nêzî Gundê Tuyer ê girêdayî bajarokê Ilicalar ê Çewligê bicih bibûn çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya kulubeyên kontrayan hatin hedefkirin de, kulubeyek a nobedê hate rûxandin, hejmara kuştî û birîndarên kontrayan nehate zelalkirin.

LI AGIRIYÊ LI ‘YEKÎNEYÊN VEŞARTÎ’ HATIN XISTIN: 7 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Mahîr, Şehîd Eylem û Şehîd Argeş de jî, li dijî leşkerên artêşa Tirk a mêtînger li navçeya Bazîd a Agiriyê çalakî lidar xistine.

12’ê Tebaxê hêzên me yên ku li devera Demirkapi ya Bazîdê yekîneyek ya veşartî ya artêşa Tirk a dagirker xistin di bin kontrolê de, dîsa heman rojê saet 17:00’an li dijî vê yekîneyê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya ji nêz ve li dijmin hate xistin de bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatine kuştin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê kuştiyên xwe bi wesayîtên sivîl ji qadê rakirine.

11’ê Tebaxê saet navbera 02:30’an li nêzî Gundê Gir ê girêdayî Bazîdê hêzên me yekîneyekî veşartî ya JOH’ê xistin bin kontrolê. Yekîneya ku demek dirêj kete di bin kontrola gerîla de, saet 17:00’an hêzên me li dijî wan çalakiyek lidar xistin. Fermandarê yekîneyê jî di nav de ji nêz ve bi awayekî pir xurt hatin lêxistin. Di çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 1 jê fermandarê yekînê 3 jendermeyên tevgera taybet hatin kuştin, 1 jî birîndar bû. Hêzên dijmin ên ku piştî nîv saetê hatin ji bo hewara jendermeyan dîsa bûn hedef hêzên me. Di encama lêxistina bi awayekî xurt de jî 2 leşker li vir jî hatin kuştin.

LI OSMANIYEYÊ ÇALAKÎ

9’ê Tebaxê hêzên me leşkerên li kargeha li herêma Şehîd Fîraz a girêdayî Osmaniyeyê kirin hedef. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatin zelalkirin.

LI SER QENDÎLÊ ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

11’ê Tebaxê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bejahiya Gundê Bolê yê girêdayî Herêma Çiyayê Qendîl ê Herêma Parastinê yên Medyayê bombe kiriye. Di encama bombebaranê de li behahiyê şewat derketiye.