Ji 9 şervanan ber bi artêşa gerîla ve

Li Kurdistanê yekemcar sala 1979'an li Hîlwanê yekîneyek çekdarî ya ji 9 kesan ava bû. Ew yekîne di bin kontrol û fermandariya hevalê Mehmet Karasûngûr de bû. Ew, yekîneya me ya destpêkê ya çekdarî ya rêxistinbûyî bû.

Dawiya sala 1979’an... Wezîfeya nû ya fermandarê berxwedana Hîlwan-Siwerekê Mehmet Karasûngûr sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ye.

Bihara 1980’yî..Mehmet Karasûngûr piştî rêyeke dirêj xwe gihandibû Rojhilatê Kurdistanê. Peywira Karasûngûr ew bû ku li ser sînorê Rojhilat û Başûr kampên gerîla deyne. Karasûngûr li ser xeta sînor 3 salan xebitî. Li ser sînor têkiliyên pêşî datîne, cografyaya herêmê nas dike. Ji bo kampên gerîla piraniya haziriyan diqedîne. Piştî bi du salan 1982’yan vê carê jî Mahsûm Korkmaz (Egîd) dişînin cem Karasûngûr. Bi hatine Egîd re xebat têne zêdekirin, êdî kampên gerîla amade ne.  Piştî Îlona 1982’an kom li peyv hev ji sînorê Rojava derbas dibin. Komek ji gerîla derbasî Bakur dibe û ji wir diçie Başûr û komek jê jî diçe Rojhilat. Komên pêşî yên gerîla ku 1982-1983’an wê li Bakurê Kurdistanê şerê gerîla bidin destpêkirin di kampên Karasûngûr û Egîd de têne bicihkirin.

Hovîtiya 12’ê Îlonê bi hemû hovitiya xwe dom dikir, gerîlayên PKK’ê ji bo şerê çekdarî bidin destpêkirin dest bi vegera li welêt dikirin. Lê ne kurye hebûn, ne têkilî, erazî jî nedihate naskirin. Ên ku bi ser cihê xwe ve nedibûn, bi heftiyan gerîla li rêyan diman. Hin komên ku digotin, ‘em diçine Başûr’ digihaştin Rojhilatê Kurdistanê. Hin gerîla ji Şemzînanê heta bi Tendûrikê bi pûsûlayan çûn. Li Botan û Zagrosê têkilî ji 3-4 kesan derbas nedibûn. Salên 70’î ji bo qedroyên ku li Enqere, Meraş, Riha, Dersim û Dîlokê xebatên rêxistinî dikirin xakên Botan û Colemêrgê biyanî bûn. Li van deran ti xebat nehatibûn kirin. Ti têkilî nebûn. Her tişt ji sifrê dest pê dikir.

Li Kurdistanê gavên pêşî yên gerîla kê avêt? Di nav wan koman de ku çûbûn welêt kî hebûn? Em bi Fermandarê Biryargeha Navendî ya Parastina Gel Mûrat Karayilan re, ku wê demê peywirdar bû ku koman bigihîne, li ser gavên pêşî yên gerîlabûnê ya li Kurdistanê, pêvajoya ku ji HRK’ê bû HPG axivîn.

Destpêkê we tevgera PKK’ê, Apoyiyan çawa nas kir?

Dema ku ez li pola dawî ya lîseyê bûm, 1976’an, li Bîrecîkê li komeleyeke ku şoreşger diçûn û dihatinê cara pêşî bûm şahid ku hevrê Kemal Pîr bi komeke çepa Tirk re nîqaş dikir. Li vir berdevkê ji çepa Tirk digot, ‘’Pêdivî bi rêxistiniyeke cuda nîn e, divê hemû sosyalîst di bin banekî bin, li Tirkiyê piştî ku şoreşa sosyalîst pêk hat gelê Kurd jî wê azad bibe’. Li dijî vê jî hevrê Kemal Pîr digot, ‘’Ti mecbûriyeke nîn e ku gelê Kurd li benda şoreşa Tirkiyê be. Li ser gelê Kurd mêtingeriyeke pir tund û tinekirinê heye. Tenê ku Artêşa rizgariya gel a Kurdistanê artêşa sêyemîn ji Kurdistanê derxîne dikare hebûna xwe û azadiya xwe pêk bîne.’’ Vê tespîtê karîgeriyeke zêde li ser min kir, bi xurtî ez dame ber xwe. Jixwe piştî vê deqeyê ez bûbûm sempatîzanê tevgerê.

Li Bakurê Kurdistanê hîmê yekîneyên pêşî yên çekdar çawa hatin danîn?

Em pê dizanin ku hevrê Hakî Karer cara pêşî li Dîlokê hin tevgerên çekdarî ceribandiye. Piştî ku ji hêla komeke kontra ve hevrê Hakî Karer şehîd bû, di nav komê de meyla çekdarî xurt bû. Pêşî ji bo tolhildana heval Hakî çek hate bikaranîn û piştre jî ji bo ku kom hebûna xwe bidomîne hatiye dîtin ku pêdivî bi parastina rewa heye, têkoşîna çekdarî gav bi gav pêk hatiye. Çalakiyên li dijî derdorên faşîst û berxwedana Hîlvan-Sîwerekê wiha hate rojevê. A rast piştî berxwedana Hîlwanê fikirîna li berxwedana Sîwerekê wiha hatibû nirxandin, dibe ku bibe neqeba gerîlabûnê. Lê ji ber hin kêmasiyên di berxwedana Sîwerekê de derketin ev pêk nehat. Li Sîwerekê ne bi şêwaza gerîla lê bi şêwaza gundiyan şer bû serdest. Hin bêsiûdiyên di vê demê de kêferatên ji bo pêşiyê li pêvajoyê bike asteng kir. Di wê pêvajoya perwerdehiya koma pêşî ya Filîstînê de û di vegera wê de girtina hevrê Kemal Pîr û piştre jî cûntaya faşîst a 12’ê Îlonê pêk hat.

Di vê qonaxê de  tevgera we kete pêvajoya paş ve vekişîne..Ev biryar çawa hate standin?

Ji ber ku tengbûna di xebatên rêxistinî û pratîk de, li gel amatorî, pratîkiya teng di qada leşkerî de jî reweşeke ne baş hebû. Li ser navê leşkeriyê, ji bilî kişandina mekanîzmaya çekê û pêlêkirina li tetîkê ti agahiyek, zanînek nebû. Ji bo vê jî, ji bo destpêkirina berxwedaniya çekdarî pêdivî bi pêvajoya amadekariyê û lêkûrbûnê hebû. Di vê rewşê de Rêber Apo di dema xwe de dît ku pêdivî bi vê heye; li ser zemîna paş ve vekişîne, kir ku hêzên me li qada Lubnan-Filîstînê hûr bibin. Wî bi xwe amadekarî kontrol kir û qeyîm kir û li ser vê zemînê kir ku hêz dîsa vegerin û derfetên destpêkirina têkoşîna çekdar afirand.
Rêber Apo difikirî ku hêzên li qada Filîstîn-Lubnanê du salan perwerdehiya îdeolojîk, rêxistinî û leşkrî dîtin, piştî haziriya salekê ya li nav welêt jî wê bikaribin têkoşîna çekdarî bidin. Lê ev hinekî bi derengî ket, ji ber nêzîkatiyên ne têrkar, bi destpêkirina pêngava dîrokî, ya bi nav û deng a 15’ê Tebaxa 1984’an têkoşîna çekdarî bi fermî dest pê kir.

Beriya vê xebatên avakirina HRK’ê hene..

Jixwe bi fermana Rêbertî di civîna rêveberiyê ya Lolanê de dema ku biryara Pêngava 15’ê Tebaxê tê standin, her wiha biryara avakirina HRK’ê jî tê standin. Li ser vê zemînê, beriya Pêngava 15’ê Tebaxê di civînekê de ku hevrê Egît li Bergumarê bi komek hevrê re çêdikir, danezane damezirîna HRK’ê tê xwendin. Di heman civînê de xebatên plansaziya Pêngava 15’ê Tebaxê tê rojevê. Ev bi serê xwe, li Kurdistanê destpêkirina pêvajoyeke nû û dîrokî ye. Ji bo 15’ê Tebaxê Rêber Apo, ‘’xwedîderketina li mirovahiyê’ gotiye. Li Kurdistanê mirovahî bi pergala qirkirinê ya ku mînakên wê kêm bûn hatibû binpêkirin. Qebûlkirina vê, temaşekirina li vê bi mirovbûnê re nedigunciya. Rêbertî gelek cawan wiha nirxandiye, heke îdîaya me ya mirovbûnê hene, bi teqezî li dijî vê kirina derî mirovahiyê divê em tiştekî bikin, gavinan bavêjin.

Beriya vê xebatên avakirina HRK’ê hene..

Gelek wateyên guleya pêşî ya 15’ê Tebaxê hene; ne tenê destpêkirina têkoşîna çekdarî ye. Guleya pêşî her wiha li dijî feşkilandina zincîra koledariyê, li dijî kolebûnê hatiye teqandin. Pêngava 15’ê Tebaxê hewldana vejîna civakekê ye, nîşandan îdîaya hebûnê ye. Lê piştî vê pêngava dîrokî pêvajo bi asta ku dihate xwestin pêk nehat. Mirov dikare bandora derdorên li derveyî me bike, her wiha bandora hinek tasfiyekarên di nav me de. Ji bo vê jî, pêngava 15’ê Tebaxê bi rengê teqînekê dikarîbû geşbûneke mezin bi xwe re bîne. Li Botanê zemîna vê hebû lê rêveberiya wê demê ev nedit, berê xwe neda geşedaneke bi vî rengî.

Di vê demê de Mahsûm Korkmaz şehîd bûn. Şehîdbûna Fermandar Egîd ji bo gerîla dihate çi maneyê?

Piştî ku heval Egîd di meha Adarê de şehîd bû bi talokeyeke mezin re hevrû bû. Windahiyên giran ên 85’an, di destpêka sala 86’an de bi şehîdbûna heval Egîd re ji hêlekê ve nîqaşa ku wê taktîka gerîla li Kurdistanê bi pêş bikeve yan na, anî. Tam di vê rewşê de mudahaleta Rêber Apo a bi Kongreya 3. roleke pir girîng lîstiye.

Ragihandina ARGK’ê mirov dikare mudahaleye herî girîng a Kongreya 3. a li pêvajoyê bibîne?

Gaveke rast hatibû avêtin le ji bo ku nedihate domandin pêngava gerîla ketibû hin tengasiyan. Lê bi helwesta ku divê ev bi biryardarî û bi israr were pêşxistin, bi pêvajoya gerîlabûnê ya bi biryardarî bi kongreyê re kete rojevê û li wir biryar hate standin ku li şûna HRK’ê ARGK were avakirin. Ji vê hêlê ve, Kongreya 3. li ser zemîna analîza kûr a civak û takekes, hem biryardariya di şerê gerîla de derxiste holê û hem jî piştre peywira geşkirina vê û ji bo vê jî bi giştî avakirina rêxistinê jî hate diyarkirin. Jixwe piştî vê ango 87’an pêngava gerîla ya ku em pê dizanin hate rojevê. Têkoşîna gerîla a 15 slan li gel hemû kêmasiyên xwe rola ku diviya bilîsta lîst û gelek rastî derxistin holê. Bi nirxandinê Rêber Apo yên pêşî li derve û piştre li Îmraliyê, paradîgmaya nû ya ku diyar kirî re, bi Kongreya 7’an HPG hate avakirin. Veguherîna ARGK’ê a ber bi HPG’ê ve hewcehiya guherîneke paradîgmayî bû, bi vî rengî berxwedaniya parastina rewa a çekdarî ku ji qonaxên cuda derbas bûye.

Piştî kongreya 2’emîn a ku biryara vegera welat lê hatibû dayîn, wê demê tu li Rojava bûyî. Ji bo vegera welat çi amadekarî hatin kirin?

Piştî Konferansa PKK’ê ya 1’emîn a di Tîrmeha 1981’ê de li Lubnanê hatibû lidarxistin, em her yek li cihekî hatin peywirdarkirin. Her komek çû eniyekê, bi taybetî li Başûrê Lubnanê him ji bo piştgiriya komên Fîlîstînê û him jî perwerdehiyê em xebitîn. Di Mijdara 1981’ê de  li van kampan û kampên cihê, bangî me kirin. Berê em li Kampa Hîlweyê kom bûn, piştre jî wekî komên biçûk em çûn Şamê. Piştre jî li derveyî Şamê li kampeke dîtir a xweser ya Eniya Demokratîk a Fîlîstînê em kom bûn. Li vê derê em nêzî 21 hevalan bûn.

Mehmet Karasûngûr, Egîd, Gozluklu Alî, Şahîn Kilavûz, Heval Sadiq ê ji Qoserê, Yûsûfê tercuman û bi ser de Terzî Cemal û Nebîl ên ku îxanet kirin jî di vê komê de bûn. Ebûbekir jî car caran diçû û dihat. Bi kurtasî 21 kes ji bo vegera welat dihat amadekirin. Rêbertî hat, hefteyekê rojê 8 saetan axivî. Rêbertî stratejiya şer û taktîka wê bi awayê herî berfireh destnîşan kir. Ev axaftin li bandan hate qeydkirin û piştre jî bi navê “Siyaseta Rizgariyê ya Neteweyî ya Kurdistanê û Rola Dijwariyan” bû pirtûk. Ev pirtûk hê jî pirtûkeke me ya bingehîn e.

Têkildarî têkoşîna me ya li Kurdistanê, bi vê çarçoveyê hişê me zelaltir bû.  Ev tişt berê di Konferansa 1’emîn de hatibû nîqaşkirin lê têkildarî mijarên leşkerî Rêbertî dixwest hin kes biaxive, lê kesî tiştekî bi kitekit nedigot. Rêbertî wê çaxê jî ev çarçove diyar kir. Wekî rola rojnameya Îskrayê ya ku li Rûsyayê dema Partiya Demokrat a Civakî di krîzê de bû, têkildarî yekîneyên çekdar ên propagandayê perspektîfek hatibû avakirin. Niha jî Rêbertî çarçoveya wê berfirehtir kir û awayê geşbûna şerê gerîla û lêanîna wê ya li Kurdistanê, di vê civînê de eşkere kir.

Gelo piştî vê civînê peywirdarî hate kirin?

Me li wê derê perwerdehiya leşkerî jî dît, ligel Rêbertî me salvegera 3’emîn a avabûna partiyê jî pîroz kir. Tê bîra min, hevalekî bi navê Mûstafa yê ji Batmanê hebû, li ser heval Hakî stranek çêkiribû. Rêbertî gelekî hestiyar bûbû.

Piştî ku em li wê derê ji bo demekê man, peywirdariyên me hate kirin. Heval Mehmet Karasûngûr û heval Egîd çûn Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ji bo ku heval li wê derê bi cih bibin û zemînekî ava bikin û hevdîtinan bikin.

Hevalên ku Şahîn Kilavûz jî di nav wan de bû, ji bo amadekariyên dawîn çûn malên li Şamê. Hin heval wê demê çûn ser sînorê Qamişloyê ji bo ku amadekariyan bikin. Ez jî wê demê li aliyê Kobanê hatim peywirdarkirin. Di serê sala 1982’an de ez gihiştim Kobanê.

Peywira we ya li Kobanê çi bû?

Him xebata ji bo gel û him jî ji bo rêxistinkirina mal û malbatên ku wê piştgiriyê bidin me. Ya herî girîng jî ev bû ku, em xeta sînor ji çûn û hatinan amade bikin. Rêbertî li ser vî esasî çarçoveyek amade kir. Rêbertî dizanibû ku ji ber têkiliyên min ên eşîrî ez hin kesan nas dikim. Rêbertî got ku, “Peywira te ev e ku tu têkiliyên eşîr û malbatî veguherînî têkiliyên polîtîk û têkiliyên tevgerê û sînor jî amade bike.” Li ser vî esasî berê ji bo Kobanê piştre jî ji bo Efrîn û Helebê xebatek hate destpêkirin. Di wan çaxan de koma yekemîn a ji bo welat hatibû amadekirin ev bû. Lê zehmet e ku ez komên çûbûn Bakur an jî Başûr a niha nav bi nav bi bîr bînim,  lê wekî we gotî di dema pêvajoya kongreya duyemîn de ez li ser xebatên sînor bûm.

Jixwe di wan deman de ji ber êrîşa Îsraîlê ya li Lubnanê, derfetên mayîna hevalan kêm bûbû. Ji neçarî me hêza xwe vekişand Rojava lê ew qasî têkiliyên me yên berfireh jî tunebû. Me her kes jî nas nedikir. Bi rêya hin nasan me li wan deran mal kirê kirin. Li Efrîn, Helebê li her derê me 4,5 mal kirê kir. Me heval bi şev bi awayekî veşartî anîn malê. Bi awayê ku bi roj hîç dernekevin derve, me ew li malan bi cih kir. Li wê derê komên ku  ji 5, 6 kesan pêk dihat, perwerde dibûn. Di heman demê de amadekariyên dawîn ên vegera welat jî dihat kirin. Piştre Rêbertî ji bo kontrolkirinê hat Helebê û ligel hin hevalan li malan civiya. Amadekariyên vegera welat wisa pêk hat û bi vî awayî çûna koman hate destpêkirin.

Kî nav komên pêşîn de bûn ên ku çûn welat?

Tê bîra min ku yek ji koma pêşîn a Mûstafa Yondem bû. Koma Şahîn Kilavûz hebû yê ku piştre şehîd bû.  Biryar hatibû dayîn ku ji bo xeta Xelfetî û Arabanê komek were şandin. Berê wê yekîneyên pêşeng biçin. Ango wê 2,3 kes biçin û zemînê ava bikin. Ew ê qada xwe nas bikin û têkiliyan deynin; we tespîtên wekî ‘gelo çend gerîla dikare li wê herêmê  bi cih bibe, çend kes dikare were, wê awayê tevgerînê çawa be’ eşkere bike û ragihîne navendê. Li ser vî esasî yekîneyên pêşeng ên pêşîn di dawiya sala 1982 û di serê sala 1983’an de çûn her derê. Perspektîfa li pêşiya wan kesan, ne perspektîfeke biçûk bû. Tespîtkirina avadaniya sosyo-ekonomîk a qadê û peywirên lêkolîna debaran jî hatibû dayîn. Ji ber vê jî çalakiyên ku wê di sala 1983’an de bihata destpêkirin di sala 1984’an de dest pê kir. Bi kurtasî êdî dest bi gava gerîlabûnê hatibû kirin. Lê ji ber sedemên ku me diyar kir, ev pêngav piştî salekê di Tebaxa 1984’an de hate destpêkirin.

Li Bakurê Kurdistanê di warê avakirina gerîlayan de rola Karasûngûr çi bû?

Rola heval Mehmet Karasûngûr a ji bo avabûna gerîlayan de ji destpêkê ve girîng e. Rêheval Karasûngûr di pêvajoya berxwedana Hîlwanê de, piştî girtina Kemal Pîr ew ê ku ji bo qetlîama Mereşê berxwedan birêxistin bikira, di warê bicihkirina têkoşîna leşkerî ya li Kurdistanê, rola Karasûngûr têra xwe heye. Li Kurdistanê cara pêşîn di sala 1979’an de li Hîlwanê tîmeke çekdar hate avakirin a ku ji 9 kesan pêk dihat. Ew tîm di bin berpirsyarî û kontrola heval Karasûngûr de hate avakirin. Ew yekîneya me ya pêşîn a çekdar e ya ku  xwe birêxistin kiribû.

Wê yekîneyê yekemîn çalakiya xwe li gundekî Hîlwanê li dijî Celal Bûcak kiribû. Gava pêşîn a gerîlatiyê bi vî awayî pratîze dibû. Heke berxwedana li Sêwregê bibûya gerîla, wê ev bibûya yekîneya yekemîn a gerîla. Lê wekî ku me berê jî gotibû, ew berxwedaneke mezin bû. Yekemîn berxwedana mezin a dîroka têkoşîna me ye. Tê zanîn ku berxwedana Hîlwan-Sêwregê bingeha têkoşîna me ye. Fermandariya vî tiştî jî heval Mehmer Karasûngûr dikir. Lê ji ber hin kêşe û pêkhatina derbeya leşkerî ev pêvajo qut bû. Rola Mehmet Karasûngûr heye ku bibe yekemîn fermandarê me, lê nasnavê fermandariyê yê pêşîn ê rêheval Kemal Pîr e. Ji ber ku Kemal Pîr hate girtin, Mehmet Karasûngûr berxwedana Hîlwanê domand. Piştre jî wekî ku min got, tevî heval Egîd çû Kurdistanê. Em jî li Rojava bûn. Rêheval Mehmet û Egîd ji ser Ûrmiye, Başûrê Kurdistanê û çûn Lolanê. Jixwe piştre bi PDK’ê tifaqek hate kirin. Li ser wî esasî rêheval Mehmet Karasûngûr  pêşengtiya bicihbûna li Başûrê Kurdistanê kir. Du kesên ku keda wan ji bo gerîlabûnê hene, di serî de divê mirov qala heval Egîd û heval Mehmet Karasûngûr bike. Di destpêkê de keda herduyan gelekî heye. Lê mixabin heval Karasûngûr zû şehîd bû lê heval Egîd bi biryardariyeke mezin têkoşiya.

Sibê:

*Akademiya Mahsûm Korkmaz
*Şerê gerîla yê di salên 84-90’an de

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA