Ji 43 hunermendan sirûda PKK'ê

Ji bo salvgera 42'yan a PKK'ê sirûdeke taybet hate amadekirin. Gotin û muzîka sirûdê ya Hozan Emekçî ye û 43 stranbêjan bi hev re strandiye.

43 hunermendên ku bi organîzeya Med Muzîk TV hatin cem hev ji bo salvegera 42'an a PKK'ê sirûdek hazir kirin. Gotin û muzîka sirûdê ya Hozan Emekçî ye û cara pêşî ji hêla Emekçî ve hatiye standine û ev sirûd di albûma ''Heke Gerîla Nebûna'' de, 2002'an cih girtibû.

Bi çarçoweya projeyê muzîka sirûdê dîsa hate danîn. Xebatê nêzî mehekê domand û ji Kurdistanê û Ewropayê gelek hunermen tevlê bûn. Ji bo klîbek hate hazirkirin ku tê de vîdeoya hemû stranbêjan heye. Klîb îro li Med Muzîk TV û platformên din ên dijîtal ên muzîkê de weşiya.

ÊN KU DI NAV PROJEYÊ DE CIH GIRTIN

Gotin û Muzîk: Emekçî

Şîrove û Vokal:

Nesrîn Botan, Denîz Deman, Simeya Mihemed, Xelîl Xemgîn, Nûarin, Emekçî, Hozan Comerd, Hozan Aydın, Hekîm Sefkan, Serhat Çarnewa, Bengî Agirî, Seyidxan,

Şiyar Munzur, Zozan Zûdem, Bûlent Turan, Xanemîr, Memo Gûl, Rozerîn Ibrahim, Binevş, Jiyan Osman, Mazlûm Gûl, Caziya, Tîtale Feyzo, Hûner Ayzon, Eser Gûl, Serhad Med, Zahir Loran, Alî Îkîzer, Nûdem, Nashwan Stran

Aranje: M.Berazî - Tomarkirin: Mazlûm Rewşen, Merdan Zirav, Kawa Rojava, Hûnergeha Welat - Mîx: Mazlûm Rewşen - Masterîng: Topaz - Koordînator: Memo Gûl, E.Çelîk -Kamera: MED, Gorse, Şerîf, Diyar - Montaj û Edît: Ersîn Çelik, Tarık Demir - Çêker: Med Muzîk TV

MARŞA PARTÎ

Serokê gel go bimeşin

De ar dikin derd û êş in

Serok Apo go bimeşin

Derman bikin derd û êş in

Ala Kurdistan bilind kin

Her der bibe kesk sor zêrin

Ala Kurdistan bilind kin

Her der bibe kesk sor zêrin

Keç û xortên hemi li ser xwe

Dijiminê Kurdan dane ber xwe

Lêxe ji welat be derxe

Her bijî azadiyê Her bijî azadiyê

Partiya…

Partiya…

Partiya Karkerên Kurdistan

Hêyfa Kurd ji dijmin distand

Partiya Karkerên Kurdistan

Navê xwe li dinê bû destan

Partiya Karkerên Kurdistan

Gerîla rabû ji welat

Bo gelê Kurd rojek hilat

Welatparêz cihê xwe girtin

Bêxîretan welat firot

Xemilandin serê çiyan

Dengê xwe çû bajar û çiyan

Bi xwîna xwe vejand jiyan

Her bijî azadî, Her bijî azadî,

Her bijî azadiyê, Her bijî azadiyê