Seroka berê ya HDP'ê ya navçeya Mîlasê Derya Koç a li vê jêrzemînê bû, di 10'ê Sibatê de bi rêya telefonê ji televîzyona ÎMC re axivî û qala rewşa li jêrzemînê û êrîşa hêzên dewletê kir:
"Îro jî bomberdûman kirin, ji xwe ev 3 roj in bomberdûmaneke giran dikin. Bi tankan, topan, hawan û doçkayan. Li qatê jêrê, li jêrzemînê birîndarên me hebûn. 20 birîndarên me hebûn. Em jî li qatê jora wan e. Birîndar şewitandin. 20 kes niha şewitîn, bûn xwelî. Benzîn bi ser wan ve kirin û ew şewitandin. Ji xwe danê sibehê saet derdora 07:30 - 08:00 de dest bi bomberdûmanê kirin. Piştî bombekirinê em derketin qatê jorê. Yanî hevalên sax, yên dikarin bimeşin em derketin qatekî jor. 2 kes ji wan xwe berdan jêrê, benzîn bi ser hevalên me yên birîndar ve reşandin û ew şewitandin. Em jî li qatê jor in. Dora me niha bi kobrayan, bi tankan hatiye girtin. Eger tiştek neyê kirin, wê me jî bişewitînin. Ji ber ku em li qatê jor in. Hê jî qîrîna hevalên me yên li jêrê hatin şewitandin, tê. Bûyera şewitandinê bi vî rengî ye, weke min got, ji saet 08'an heta saet 09:30 bê navber bombe kirin. Bomberdûman hê jî dewam dike. Bi doçkayan, bi hawanan êrîşî me dikin. Em li jorê 25 kes in. Piraniya van 25 kesan birîndar in. Em 10 kes saxlem in. 15 kesên din birîndar in. Cihê em lê ne, xaniyekî ji 3-4 qatan e. Ji xwe li jêrzemînê birîndar hene. Em jî bi qatekî li jora wan e. Yanî şensê me yê derketina ji vir nîne. Yanî bi kobra û tankan dor li me girtine. Sekvan jî li avahiyên li dora me bi cih bûne. Yanî me hewl dan em derkevin. Ji xwe di dema vê hewldanê de gelek hevalên me ji aliyê sekvanan ve birîndar bûn..."
'HEMÛ BI SAXÎ ŞEWITANDIN'
Derya Koç ji televîzyona Med Nûçe re ragihand, ku 20 birîndar bi saxî hatine şewitandin: "Hemû bi saxî şewitandin. Banga min ev e; bila van çekan bêdeng bikin, bila van dengan bêdeng bikin. Çi gunehê gelê sivîl heye? Çi gunehê ciwanan heye?"
Koç bi rêya van qenalên televîzyonê yên karîbû bi rêya telefonê xwe bigihîne xwest, birîndarên ku piraniya wan şewitîne û cenazeyan rakin nexweşxaneyê. Derya Koç ku yek ji birîndaran bû, di axaftina dawî de got, dîwarên jêrzemînê hatine xerakirin û li ber sirûda Mehter gazê davêjin hundir, lewma bêhn li wan çikiya ye. Koç got, "Bêhn li me çikiya ye, rewşa birîndaran giran e" û navê mirovên li jêrzemînê asê man e eşkere kir.
Di êvara heman rojê de, saet di 18:00 de Firat Malgaz û xwendekara lîseyê ya astengdar Emel Ayhan ên li jêrzemînê bûn, bi rêya telefonê xwe gihandin HDP'ê û gotin, 20 kesên li jêrzemîna xanî ji aliyê hêzên dewletê ve bi saxî hatine şewitandin. Malgaz û Ayhan dan xuyakirin, ku cihê ew lê ne bi tank û akrepan hatiye dorpêçkirin, ji ber ku gaz avêtine nava xanî dikarin bifetisin û eger destwerdan neyê kirin, wê bên înfazkirin.
Birîndar li nûmara 112 an alîkariya servîsa lezgîn a Wezareta Tenduristiyê geriyan û xwestin ambûlans ji wan re bê şandin. Parlamenter Faysal Sariyildiz ê li Cizîrê bû, ji bo destûr ji çûyîna ambûlansan re bê dayîn, têkilî bi xeta polîsan 155 re danî. Lê belê hemû hewldanên HDP'ê yê ji bo rakirina birîndaran, ku li Cizîrê û Enqereyê hatin kirin, bê encam man. Hêzên dewletê timî bi hinceta 'şer û ewlekariyê' nehiştin ambûlans biçin.
Di 10'ê Sibatê de têkiliya bi avahiyê re bi temamî qut bû, piştî rojekê jî 31 cenazeyên hatibûn şewitandin û parçekirin hatin derxistin.
Jinek bi saxî ji jêrzemînê derket, qala komkujiyê kir: "Em birçî bûn. Rewşa birîndaran gelekî giran bû. Di hefteya dawî, roja Pêncşemê de komkujî kirin. Roja Çarşemê hevalên me hatin şewitandin li jêrzemîna sêyemîn. Roja Sêşemê xendek sererast kirin. Em nikarîbûn dakevin jêrzemînê. Hêviya me qut bû. Rizgar bû bin jî nekarîbûn derkevin jorê. Benzîn bi ser wan ve kirin û ew şewitandin. Roja Çarşemê saet der dora 7-8'an xendek paqij kiribûn. Leşker li ber jêzemînê sekinîn, guleya şewatê avêtin jêrzemînê û bi doçka reşandin. Em li aliyê pişt asê ma bûn. Me dixwest Orhan Tûnç rizgar bibe, ji ber ku pitika wî ya 15 rojî hebû. Me digot, em bimirin lê bila ew rizgar bibe. 2 kes ji wan daketin jêrê, benzîn reşandin û agir berdan. Heval ji ber ku birîndar bûn, nikarîbûn tiştekî bikin. Birîna hevalekî sivik bû, ew rizgar bû. Piştî şewatê, bi qasî 10 caran bombeya gazê avêtin. Me tenê deng dibihîstin. Dema me serê xwe derdixist, yekser gule berdidan. Em li qatê jorê yê xaniyê li kêlekê bûn. Leşker ji wesayîtên xwe jî peya nedibûn. Ji hundirê wesayîtê bi şûşeyên plastîk benzîn avêtin. Êvarê saet derdora 8-9'an, 6 kes derketin qata em lê bûn. Em bi giştî 25-26 kes bûn. Em hemû sivîl bûn. Em gelê sivîl ê Cizîrê bûn."
Xorekî ku piştî kongreya DEM-GENÇ'ê ya li Amedê tevî 49 kesan çû Cizîrê, ji heyeta HDP'ê re wiha digot:
"Piraniya wan xwendekarên ji herêma Marmara û Egeyê bûn. Heta sersalê li taxa Cûdî şer giran nebû bû. Di şeva sersalê de, hêzên dewletê bi bombeavêj û topên hawanê êrîşî taxa Cûdî kirin. Tankên bi palet ji Girê Caferî Sadik xwe berdan jêrê. Ez li cihekî nêzî Girê Caferî Sadik bûm. Dema êrîş zêde bûn, min xwe berda jêrê. Ez û hevalekî bi min re, em ketin hundirê xaniyekî. Ji van tankan êrîş li xaniyê em lê bûn, hat kirin. Ji ber vê topbaranê hevalê min birîndar bû. Ez jî bi sivikî birîndar bûm. Piştî birîndar bûn, me berê xwe dan Mala Serxweşiyê ya Cûdî.
Me bi xwe didît, leşker û polîsên tîmên taybet diketin hundirê xaniyan û mîna xenîmetê dest datanînin ser eşyayên mirovan. Mîna hovan mal bi kar danîn. Ji tankan gelek top hatin avêtin. Xwendekar di destpêkê de tirsiyan. Gel jî ji ber vê êrîşa giran tirsiya. Ji ber ku hêzên dewletê sînor nasnedikrin û bi topan xaniyên mirovan xera dikirin. Piştî roja 1'ê Çileyê, mirovan êdî taxa Cûdî terikandin. Dewletê her wiha ji bo valakirina taxê şerê psîkolojîk dimeşand. Ji maşînên zirxî anons dikirin ku wê çeka kîmyewî bi kar bînin. Ji ber ku gel ev zilm û hovîtî berê dîtibû, bawer dikir ku hêzên dewletê çekên kîmyewî bi kar bîne. Lewma tax terikand. Dema gel ji taxê derket, dewletê êrîşên xwe girantir kir. Tenê çend malbat man."
DI DORPÊÇA DAWÎ DE 251 KES HATIN KUŞTIN
Di dorpêça dawî ya Cizîrê de ku roja 14'ê Kanûnê hat ragihandin, 251 mirov hatin kuştin. Hejmara mirovên di dema dorpêçên beriya wê de jiyana xwe ji dest dan, 32 bû. Ji Tîrmeh û Pê ve 282 kesan li Cizîrê jiyana xwe ji dest dan.
Teşxîskirina cenazeyên ji her sê jêrzemînan hatin derxistin, mîna îşkenceyê bû. Welê li cenazeyan kiribûn, nedihatin naskirin. Testa DNA jî hê neqediya ye û hê gelek cenaze li goristana bêkesan e.