Jêrzemîna hovîtiyê ya duyemîn: Me serî netewand, bi me serbilind bin
Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç, ku li jêrzemîna hovîtiyê ya duyemîn a li kolana Narîn hat kuştin, herî dawî wiha digot: Me serî netewand, bi me serbilind bin.
Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç, ku li jêrzemîna hovîtiyê ya duyemîn a li kolana Narîn hat kuştin, herî dawî wiha digot: Me serî netewand, bi me serbilind bin.
Piştî ku têkiliya bi jêrzemîna hovîtiyê ya yekemîn a li kolana Bostan a Cizîrê bi temamî qut bû, di 4'ê Sibatê de 62 kes, ku piraniya wan birîndar bûn, ji ber êrîşan neçar man bikevin jêrzemîna avahiyek li kolana Narîn a li taxa Cûdî.
Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ku ji jêrzemîna hovîtiyê ya yekemîn rizgar bû, yek ji van 62 kesên xwe li vê jêrzemînê girtibû. Piştî ku bi rêya telefonê tevlî weşana televîzyona Ozgur Gun TV bû, raya giştî bi jêrzemîna hovîtiyê ya duyemîn hesiya. Tûnç, rewşa ew tê de bûn şiband 'Madimak a duyemîn' û wiha got, "Qet nebe, ambûlans neyê jî divê arkuj bên û şewata li xanî vemirîne. Mirovên lingên wan jê bûne, mirovên birînên wan gelekî giran e, hene. Zarok hene. Naxwe mirovên li vî xanî wê bi saxî bişewitin."
Piştî ku mijar ket rojevê, HDP'ê bi Wezareta Karên Hundir re dest bi hevdîtinan kir. Lê belê destûr nehat dayîn ji bo arkuj biçe. Hem ji Faysal Sariyildiz, hem jî ji Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken re hat ragihandin, ku ji ber vê yekê 9 kes şewitîn û jiyana xwe ji dest dan, 27 kes jî bi giranî birîndar bûn.
BI MACÛNA DIRANAN HEWL DAN ŞEWTA BIRÎNÊ BIŞIKÎNIN
Li gorî rapora HDP'ê, mirovên ketin vê avahiyê bi macûnên diranan wên pê re hewl dan şewta birînên xwe bişikînin. Zarokê bi navê Abdullah Gun ê 16 salî jî, dema hewl dida ji avahiyê derkeve, ji aliyê sekvanekî ve hat kuştin.
Hewldanên ji bo şandina ambûlansê jî bi kêr nehatin. Kesekî ku di heman demê de bi rêya telefone li HDP'ê geriya, da xuyakirin ku di avahiyê de zêdeyî 30 sivîl hene, ji ber topbaranê şewat bi qatên avahiyê ketiye, derfetên mirovên li hundirê avahiyê nîne ku şewatê ji hundir ve vemirînin, eger arkuj û ekîbên tenduristiyê neyên, dibe ku hemû mirovên li hundirê avahiyê jiyana xwe ji dest bidin.
Navborî di heman rojê de careke din geriya û anî ziman, li şûna ambûlansan, maşînên zirxî û yekîneyên operasyonê hatine, li şûna rakirina birîndar û cenazeyan, banga teslîmbûnê dikin.
Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç, roja 5'ê Sibatê bi rêya telefonê tevlî weşana televîzyona Med Nûçe bû û anî ziman, ku çekên şewatê li dijî wan tên bikaranîn. Tûnç rewşa li jêrzemîna hovîtiyê ya duyemîn bi vî rengî vedigot: "Ez ji vê derê dixwazim vê yekê destnîşan bikim. Eger sibe, dusib ev cenaze bên rakirin, wê hikûmeta AKP'ê hewl bide bi lez û bez van cenazeyan veşêre. Ji ber ku dizane ku ev yek şermeke mezin a mirovahiyê ye. Ji ber ku li vê derê çekên kîmyewî yan jî çeka lavê yanî çeka şewitandinê hatiye bikaranîn. Ji ber ku nava xanî, bi wê şewatê re veguherî gogek ji agir. Ser û çavên min, destên min şewitîne. Li ser rûyê van hemû mirovan peq çêbûne. Dema em kincên van birîndaran jê dikin, tê dîtin ku her devera bedena wan şewitî ye. Min nekarî destê xwe bidim mirovên hatin kuştin. Yên birîndar; rûyê wan werimiye, peq lê çêbûye, bi qasî navê xwe ez jê bawerim ku çeka qedexe hatiye bikaranîn (...) Ev 60 roj in ez dibêjim. Ne dereng e, ev mirov dikarin bên rizgarkirin. Belkî rast be, ku niha bi sedan mirov li Cizîrê di binê xirbeyan de man e. Mîna van, dibe ku bi dehan kes di jêrzemînan de ne. Ev rûyê çiyê yê tê dîtin e. Em bi rengekî tesadufî hatin vê jêrzemînê. Tevahiya mirovên li vê derê, li dijî mirinê bi demê re di nava pêşbaziyê de ne. Bi rastî jî mirovên rewşa wan gelekî giran e, hene. Şewitîne û derfetên tedawîkirinê jî nîne..."
ASYA YUKSEL: EZ NEFRET DIKIM JI BER KU MIROV IM
Hevseroka Meclîsa Gel Asya Yuksel jî roja 7'ê Sibatê ji Faysal Sariyildiz re SMS'ek şand û got, ji mirovên ketine avahiyê 9 kes ji ber şewitandinê jiyana xwe ji dest dane û yên birîndar jî di nava êşeke giran de dinalin. Yuksel ku li Cizîrê hat kuştin, ev mesaj şand: "Mixabin, birîndar di nava êşeke gelekî giran de dinalin. Ez nikarim kincên wan ji wan bikim. Destên wan, rûyên wan şewitîne. Ez nefret dikim ji ber ku mirov im."
Heman rojê Mehmet Tûnç bi rêya telefonê cara dawî ji televîzyona Med Nûçe re daxive û dibêje: "Niha 51 kes li vê jêrzemînê ye û texmîn dikim, ku mîna vê bi dehan jêrzemîn li taxên Cûdî, Nûr û Sûrê hene. Hin jê birîndar in, hin jî bi temamî şewitîn e. Eger tedawiya van mirovên şewitîne neyê kirin, wê rûyên wan, destên wan bi temamî jê bibin. Duh me krema nermkirinê li cihê şewatê dan, lê serê sibehê me dît ku ev krem bi rûyê mirovan ve zeliqî ye... (...) Em hemû dizanin, bi ketina Cizîrê yan jî bi kuştina 100 mirovên li vir re ev tevger naqede. Divê her kes moralê xwe biparêze. (...) Ev 60 roj in em dengê xwe bilind dikin, ji niha û pê ve komkujî li ber van mirovan e. Ji ber ku beriya niha bi demeke kurt di radyoyê de gotin, me ji sedî 99.5 qedandine. Berî deh rojan jî heman tişt digotin. Agahiyeke min nîne bê li derve çi diqewime. Têkiliyên me êdî qut bûne. Eger ji sedî 0.5 em bin û em jî jiyana xwe ji dest bidin û tevlî karwanê şehîdan ê têkoşîna azadiyê bibin, ev ji bo me cihê kêfxweşiyê ye! Bila kes nekeve nava gumanan. Ez ji vê derê silavên xwe li hevalên têkoşînê didomînin dikim. Gelê Cizîrê ev 60 roj in tevî serma, tî û birçîbûnê serî netewand. Lewma mirovên man e, divê bi me serbilind bin."
Çend saet piştî vê axaftina dawî ya Mehmet Tûnç, li kolana Narîn, bi dehan kes hatin kuştin ku birîndar jî di nav de hebûn. Di şeva 7'ê Sibatê de li navçeyê teqîneke gelekî mezin pêk hat. Li gorî Sariyildiz, hemû mirovên li jêrzemînê, di şeva 7'ê Sibatê de hatin kuştin. Sariyildiz ji heyeta HDP'ê re qala wê şevê kir: "Ji ber ku ji wê derê bi carekê 39 bedenên şewitî hatin derxistin. Wekî din bi carekê 20 cenaze hatin derxistin. Di êvara 7'ê Sibatê de, saet derdora 10'an bû, teqîn herî dijwar a heta wê rojê qewimî. Ez li maleke ku bi qasî kîlometreyekê dûrî cihê jêrzemîna duyemîn bû, dimam. Camên daîreyên li kêlema me jî ji ber wê teqînê şikestin. Navçe wê şevê hejiya."
Li gorî rapora Şaredariya Cizîrê, ji kolana Mehmetcîk (ji cihekî gelekî nêzî kolana Narîn) a li taxa Cûdî, 27 cenaze hatin derxistin. Li kolana Narîn di 10'ê Sibatê de 12, di 12'ê Sibatê de 10, di 18'ê Sibatê de 8, di 22'ê Sibatê de 6 bi giştî 63 cenaze bi wesayîtên cenaze yên şaredariyê rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
SIBE: Li Jêrzemîna hovîtiyê ya sêyemîn çi qewimî?