ITC a Tirk rajêrî Îranê bû!

ITC a ku ji hêla MÎT’ê ya Tirk ve hatî avakirin, rajêrî Esayîb El Hak bû, ku di nav Heşdî Şebî de ye û tê zanîn nêzî Îranê ye. Lê tê zanîn di bin vê nêzîkbûnê de li hev nêzîkbûna Tirkiyê û Îranê heye.

Eniya Tirkmen a Iraqê (ITC) ku Tirkiyeyê ji bo ku li Başûrê Kurdistanê û li Iraqê tevlîheviyan bike çêkirî û hewl dide mezin bike, ‘ her çi xwestibe texsîr nekirî rajêrî komeke nêzî Îranê ya di nav Heşdî Şebî de bû. ITC ku ji Tirkmenên Sinî hatine çêkirin û ji hêla MÎT’ê ya Tirk ve têne destekkirin, rajêrî koma Esayîb El Hak bûn ku nêzî Îranê ne û di nav Heşdî Şebî de ne.

RÊXISTINEKE KU BI DESTÊ MÎT’Ê HATIYE ÇÊKIRIN

Piştî ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 31’ê Tebaxa 1996’an bi tangên Sedam Hisên Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê (YNK) ji Hewlêrê derxist û Gulana 1997’an li Hewlêrê nêzî 80 PKK’yiyên birîndar qetil kir, ji hêla MÎT’ê ve, Cotmehê, li Hewlêrê Kongreya Tirkmen a Yekemîn hate danîn û ITC hate vekirin. ITC ji roja ku ava bûyî heta niha navê wê bi teqînên Kerkûkê yên sala 2003’an û di komkujiya Şnegalê de hatiye hildan, niha jî tevlî Heşdî Şebî bû, ku duh jê re ‘çete’, ‘terorîst’ dibû.

SALIHÎ ALAYEK BI PARKA ZAROKAN VE KIRIBÛ

Piştî ku Telafer Tebaxa 2017’an, ku ji Hezîrana 2014’an ve di dest çeteyên DAIŞ’ê de bû, ji destê DAIŞ’ê hate standin û kete destê artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şebî, Serokê ITC’ê Erşad Salîhî û yên pê re unîformayeke leşkerî li xwe kiribû û ala bi parkeke zarokan ve kiribû. Salihî li parka zarokan axivîbû û gotibû hêzên wan jî tevlî operasyonê bûne. Lê hin îdîa hebûn ku ITC di nav Heşdî Şebî de bi komekê re tevdigere.

DI NAV ESAYÎB EL HAK DE CIH DIGIRIN

Fermandarên Koma Lîwayî Ehrarî Iraq ku di nav Heşdî Şebî de ne, ji ANF’ê re gotin, ITC di nav Esayîb El Hak de cih digirin ku tê zanîn nêzî Îranê ne û bi gotinên xwe yên nîjatperest ên dijî Kurd têne naskirin. Dema ku em çûbûn operasyona Hawîcê bişopînin, li gundê Cîdadê, me dît ku komên ÎTC’ê di nav Esayîb El Hak de ne.

DI NAV HEŞDÎ ŞEBÎ DE RAGEŞÎ

Hate diyarkirin rageşiya di navbera komên bi desteka Îranê û Iraqê de van rojên dawî zêde bûye. Li gundê Cîdadê, fermandarên Lîwayî Ehrarî Iraq gotin, ‘’çemê di nav gund re diçe di nav xwe û Esayîb El Hak de kirine sînor û di van rojên dawî de rageşî zêde bûye’. Fermandaran gotin ku ew ê li ser sedema rageşiyê neaxivin, ji ber ku ev ji wan derbas dibe.

Tê zanîn ku DYA ji mêj ve ye hewl dide ku komên bi desteka Îranê sînordar bibe û ji bo vê jî zextê li Serokkomarê Iraqê Haydar El Ebadî dike.

SEDEMA BÊDENGMANÊ

Tevlêbûna ITC’ê ya li komeke ku Îranê, ku berê ji wan re ‘terorîst’ û ‘mezhepparêz’ digot balê dikişîne. Tê zanîn li pişt vê rajêrbûna ITC’ê ya li komeke bi desteka Îranê li hev nêzîkbûna Tirkiyê û Îranê ya van demê dawî ye, li ser zemîna dijberiya Kurd. Cotmeha 2017’an dema ku operasyona Mûsilê dest pê kirî, Serokkomarê Tirk Erdogan û rayedarên AKP’ê gelek caran ji Heşdî Şebî re ‘terorîst’ gotibûn û ew tawanbar kiribûn ku ‘Tirkmenan dikujin’. Lê dema ku Telafer ji hêla Heşdî Şebî ve hatibû standin, bêdengiya Tirkiyê bal kişandibû ser xwe.

KOMÊN HEŞDÎ ŞEBÎ

Piştî ku DAIŞ nîvê 2014’an li Iraqê Mûsil, Enbar, Tîkrît û gelek deverên Sinî lê dijîn bi dest xist, 13’ê Hezîrana 2014’an li Iraqê otorîreta dînî ya Şiî ya  Ayetullah Alî Sîstanî banga ‘cîhad’ê li Şiîyan kir û yekîneyên Heşdî Şebî hatin avakirin.,

13’ê Hezîrana 2014’an Heşdî Şebî bi fermî hebûna xwe ragihand, bi artêşa Iraqê re, bi DAIŞ’ê re tevlî operasyonên Ramadî, Fellûce, Tikrît û Mûsilê bû.

Dema ku operasyona Mûsilê berdewam dikir, 26’ê Mijdara 2016’an bi qanûneke ku ji Parlamentoya Iraqê hatî derxistin, ev hêz bi navê ‘hêza parastinê ya fermî ya Iraqê’ bû xwedî statûyeke resmî.

Bi taybetî piştî ku kete bin sîwana artêşa Iraqê û meaşên ku di navbera 300-600 dolarî de didine wane, kir ku gelek kes tevlî Heşdî Şebî bibin û tê gotin di nav Heşdî Şebî de 150-200 hezar kes hene.

DU BASKÊN SEREKE HENE

Heşdî Şebî ji 70’yî zêdetir rêxistinê ava bûye û di nav de du eniyên sereke hene. Di eniyekê de rêxistinên nêzî Îran, Hîzbullah û Malîkî hene, di baskê dî de jî rêxistinên bi ser lîderê dînî yê Şiî Mukteda Es-Sadr hene ku xwe dûrî Îranê digirin û yên bi ser Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî hene.

Serkêşiya komên nêzî Îranê Tugayên Bedir, Esayîb Ehlûl Hak û Ketîbeya Hîzbûllahê dikin û di serê komên girêdayî Sadr û Ebadî de jî komên ji rêçika Artêşa Mehdî hene.