Iraq: Tevgera Azadî dikare li her derê navendên xwe veke

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Iraqê ragihand ku Tevgera Azadî li Iraqê partiyek siyasî ye, hemû pêwîstiyên fermî bicîh anîne, lewma dikare li her derê navendên xwe veke.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Iraqê bersiv da şandeya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) ku di 17'ê Kanûnê de li dijî girtina baregehên xwe yên li Herêma Kurdistanê careke din serî li Bexdayê dabû.

Rayedarên komîsyonê ji şandeya Tevgera Azadî re gotin, komîsyonê serlêdana wan nirxandiye û têkildarî mijarê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê re nivîsek fermî şandiye.

Li gorî zanyariyên ku endamê şandeya Tevgera Azadî Hisên Kerkukî da Rojnewsê, di nivîsa fermî ya ku ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye şandin de 2 xal hene. Xalên ku hatine diyarkirin jî wiha ne:

1- Tevgerî Azadiya Civaka Kurdistan (Tevgera Azadî) li gorî yasaya partiyên siyasî ya bi hejmar 36/2015 partiyek siyasî ye. Di dîroka 17.12.2017 de destura xwe ya bi hejmara 139 wergirtiye.

2- Tevgerî Azadî piştî ku ev destur wergirtiye, ji bo ku navendên xwe li bajaran veke, forma bi hejmar 12 wergirtiye. Piştî wê jî Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyan a Iraqê serdana van navendan kiriye û dizane ka ev navend li ku derên e, berpirsên wan kîne. Ji ber vê yekê mafê Tevgera Azadî heye ku siyasetê bike û li her dereke Iraqê navendên xwe veke.

Hêjayî gotinê ye, 25'ê Mijdara 2018'an Hikumeta Herêma Kurdistanê biryarek derxist û diyar kir ku partî û rêxistinên ku destûra wan ya fermî ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Herêma Kurdistanê ve ne hatibe dayîn, wê bên girtin. Piştî biryarê baregehên Tevgera Azadî yên li Herêma Kurdistanê hatibûn girtin.