IPPNW: Divê li Garê lêkolîn wer kirin

Li ser gotina, ''Artêşa Tirk li Garê çeka kimyewî bi kar anî'' a Karayilan berpirsê IPPNW yê Tirkiyê Dr. Gîsela Penteker got ji bo tespîtkirina şopan divê lêkolîn were kirin.

Piştî êrîşa dagirker a artêşa Tirk a li ser Garê ya 10-13 Sibatê Endamê Komîteya  Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan ji Stêrk TV re axivîbû û gotibû dewleta Tirk li Garê çeka kimyewî bi kar aniye û komkujî kiriye. Karayilan di eynî roportajê de leşkerên Tirk ku li Garê zor li wan bû beriya ku vekişin gaza kimyewî bi kar aniye, piştre, dema ku gerîlayên HPG'ê herêm dîsa kontrol kiribûn, maskeyên gazê yên artêşa Tirk li herêmê hatibûn dîtin.

Piştî êrîşa dagirker ku 13 êsîr miribûn Wezîrê şer ê Tirk Hulîsî Akar li Meclîsa Tirk axivîbû, bi gotina, ''tenê gaza ku çavê mirov dişewitîne hatiye bikaranîn'', li xwe mikur hat ku gaza kimyewî bi kar aniye. Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî (OPCW) ku Tirkiye ji 1997'an û wir ve aliyê wê ye,her cure gazên madeyên kimyewî di nav de ne, bikarnaîna wan a bi armanca leşkerî li şikeftan an jî li derdorên gritî qedexe dike.

Têkilî mijarê Berpirsê Bijîşkên Navnetewî yên ji bo Pêşîgirtina Şerê Nukleer (IPPNW) yê Tirkiyê Dr. Gîsela Penteker got ji bo ji hêla zanistî ve were ispatkirin bê ka gaza kimyewî hatiye bikaranîn an na, dîmen û wêneyên ji cihê şer ne bes e, her wiha divê şandeyeke pispor biçe herêmê û lêkolînan bike.

Dr. Penteker got, ''Li Sûriyê careke dî me fêhm kir, li Sûriyê me fêhm kir ku pir zehmet e ku mirov ispat bike ku gaza kimyewî hatiye bikaranîn. Bi wêneyan mirov tenê dikare vê texmîn bike. Lê pisporên Neteweyên Yekbûyî jî biçin herêmê û ispat bikin ku ev çekên qedexe hatine bikaranîn jî pêvajoya cezakirina sûcdaran pir zor e. Ji ber ku bikaranîna gelek gazên kimyewî qurbanî siyasetê tê kirin.''

Dr. Penteker got Tirkiyê li gel ku endama NATO'yê ye jî dibe ku di destê wê de çekên kimyewî hebin, diyar kir, di şerê desthilata AKP-MHP'ê de ya li ser gelê Kurd û di siyaseta qirkirinê de welatên rojavayî jî hevkarên sûc in û got, ''Di şerê dawî de yê artêşa Tirk ên li ser Kurdan heke neyê ispatkirin jî ku gaza kimyewî hatiye bikaranîn, Tirkiye, bi dagirkirina xakên di na sînorên Sûriyê û Iraqê hiqûqa navnetewî binpê kiriye û li gorî yasayên ku cîhanê qebûl kiriye ev sûc e, hêzên rojavayî jî hevkarê vî sûcî ne.''

Her wiha piştî banga Karayilan a, ''Divê saziyên navnetewî werin herêmê ê li bikaranîna gaza kimyewî bikolin'', hê bersivek ji pirsa, ''Hûn ê lê bikaranîna gazê ya li Garê ya Tirkiyê bikolin an na?''' re nehatiye, ku ANF 24'ê Sibata 2021'an ji navenda çapemeniyê ya OPCW'ê re şandibû. Têkiliyên gemarî yên OPCW yên bi Tirkiyê re piştî êrîşên dewleta Tirk ên Cotmeha 2019'an ên li ser Girê Spî û Serêkaniyê derketibûn holê. Wan rojan ku daxuyanî dihate dayin artêşa Tirk di van êrîşan de li dijî sivîlan çekên kimyewî bi kar aniye, derketibû holê Sefîrê Tirkiyê yê Laheyê Şaban Dişlî 30 hezar Euro bertîl dabû OPCW'ê.