IPPNW çû serdana malbata Şenyaşar

Endamên Yekîtiya Bijîşkên Navneteweyî yên ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukleer (IPPNW) çû serdana malbata Şenyaşar a ku ji bo edaletê di nobetê de ne.

Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo darizandina kujeran û berdana Fadil Şenyaşar; Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara sala 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatê di roja 380’an de berdewam kir. Emîne û Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê hatin ber deriyê edliyeyê û dest bi nobetê kirin.  Malbatê, di çalakiyê de qala têkoşîna xwe ya edaletê bo parêzer û welatiyên rêya wan bi edliyeyê ketin kir. Heta niha bi hezaran kes hatine serdana çalakiyê. 

Piştgiriya bi çalakiya malbatê re ku li “Quncikê edaletê ya malbata Şenyaşar” tê domandin, sînorên Tirkiyeyê jî derbas kir. Şandeyeke ji endamên Yekitiya Bijîşkên Navneteweyî yên ji bo Pêşîlêgirtina Şerê Nukleerî (IPPNWE) ku ji aktîvîstên li dijî şer û aştiyê diparêzin pêk tê, îro hatin serdana çalakiya malbatê. Cîgira Serokê Baroya Rihayê Fazîlet Taştan Arserîm jî li gel şandeyê bû. Malbatê şande bi wêneyê ambulansa di 14’ê hezîrana 2018’an de rastî êrişê hatî pêşwazî kir. 
 
‘ÊRIŞÎ AMBÛLANSÊ HATE KIRIN’

 
Ferît Şenyaşar di çalakiyê de ji bo şandeyê axivî û wiha got: “Di şer de kesek êrişî ambulansan nake. Lê ambûlansa ku birîndar vediguhest, rastî êrişê hat. Tiliya parlamenterên AKP’î jî di êrişê de heye lewma dixwazin bi ser vê dosyayê bigirin. Bijîşkekî li nexweşxaneyê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî derheqê êrişa li nexweşxaneyê de agahî parve kirin. Ev komkujî, li ber çavên dayika min hate kirin. Ev 4 sal in jî biryara nepeniyê li ser dosyayê heye û yek kes jî nehatiye girtin.” 
 
‘VÊ ÇALAKIYA WE JI BO PÊKHATINA EDALETÊ YE’

 
Li ser navê şandeyê jî endamê IPPNW’ê Dr. Med Gisela Penteker axivî û ev tişt anî ziman: “Hûn bi vê çalakiya xwe hem dixwazin kiryar bên girtin û hem jî edalet pêk bê. Heta edalet pêk neyê û kiryar neyên darizandin, hûn ne dikarin xema xwe bigirin û ne jî li mala xwe rûnin. Bi taybet jî ji bo dayikê karekî gelek zehmete ku her carê vê êşê vedibêje. Dema em vegeriyan, dê raporeke ji çavdêriyên me pêk tê amade bikin. Heke destûra we hebe, em dixwazin ku nobeta we jî binivîsin.” 
 
Dayika Emîne Şenyaşar jî dema serpêhatiya xwe vedigot, giriya. Dema şandeyê tiştên bi serê dayikê hatine guhdar dikirin, polîsan dîmen digirt. Şandeyê bertek nîşanî polîsan dan û gotin: “Em weke bijîşk bi malbatê re diaxivin. Ya ku hûn dikin, binpêkirina mafê jiyana taybet e.” Li ser berteka şandeyê jî polîs ji qadê hatin dûrxistin. 
 
Şandeyê heta demekî bi malbatê re nobed girt û piştre jî çû.