ÎHD û Baro dozê li 'Projeya Kavilkirina Sûrê' vedikin
Baroya Amedê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li dijî projeya hikûmeta AKP'ê ya ji bo tinekirina Sûr a dîrokî, serî li darazê didin.
Baroya Amedê û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), li dijî projeya hikûmeta AKP'ê ya ji bo tinekirina Sûr a dîrokî, serî li darazê didin.
Li gel ku di Lîsteya Mîrateya Çanda Cîhanê ya UNESCO’yê de ye jî, projeya kavilkirinê ya hikûmeta ya têkildarî navçeya Sûrê ya Amedê, ku pêşî bi tang û topan û piştre bi kepçeyan hate kavilkirin, li gel ku xwediyê maf û rêxistinên civakî li dij derdikevin jî, starta wê 28’ê Kanûnê hate dayin. Li navçeyê ku dirêjtirîn qedexeya derketina derve ya di dîroka dinyayê lê hatiye ragihandin, hê jî ketin û derketina li 6 taxan qedexe ye. Bi projeya ku ji hêla Şîrketa Plansaziyê ya BHA’yê ve ku nêzî hikûmetê ye, raçînka dîrokî wê tine were hesibandin, 6 qereqolên mezin wê werin çêkirin û di navbera wan qereqolan de wê rêyên fireh werin vekirin. Plangerên bajêr ku bi tundî li dijî vê projeyê derdikevin, ji bo projeya ku dixwazin pêk bînin, dibêjin ev ê Sûrê tine bike. Baroya Amedê jî li dijî van qereqolan ku weke xencerên li ser dilê dîroka hezar salî ya Sûrê ye, xwe kar dike ku dozê veke.
OZMEN: PROJE JI HÊLA HIQÛQÎ VE ŞAŞ E, NAYÊ QEBÛLKIRIN
Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen diyar kir, ji hêla her kesî ve tê zanîn ku ziyaneke pir mezin li Sûrê kirine, li gel ku şer bi dawî bûye jî, li ser beşekî mezin ê Sûrê biryara ‘’Camewerîkrina Lezgîn’’ hatiye dayin. Ozmen ragihand, ji bo betalkirina vê biryarê wan doz vekiriye û got, "Li Şêwra Dewletê serlêdana me heye. Hê beriya ku biryara Camewerîkirna Lezgîn bi encam nebûyî, têkildarî Sûrê projeyên nû têne danîn. Di serî de qereqol, dixwazin rêyên fireh vekin. Li gorî yasayan biryara camewerîkirinê li gel ku diviya 25’ê Hezîrana 2016’an biryar li ser bihatana danîn jî, li gel ku di ser 6 meh derbas bûne jî mixabin ku hê biryareke nehatiye dayin. Ji bo vê jî projeya ku bi hinceta ewlekariyê hewl tê dayin ku were pêkanîn, ji hêla hiqûqî ve çewt e û nayê qebûlkirin."
Ozmen anî ziman, daxwaza wan a sereke ew e ku Sûr li gorî reseniya xwe divê careke dî were avakirin û got, ew li dijî her cure destwerdanê ne ku avaniya kuçeyan, şêwaza jiyanê û avaniya çandî ya Sûrê ji holê rakin û got, divê qadên ku nehatiye hilweşandin, ên Sûrê divê ji nû ve werin avakirin.
Ozmen bi berdewamî diyar kir, ew li dijî vê projeyê ne ku tenê li ser esasê ewlekariyê sazkar dibe û got, çêkirina qereqolan û firehkirina rêyan, li dijî avaniya Sûrê ye û wê ziyanê bidiyê. Ozmen got, ew li dijî vê projeyê ne û wê dozê li vê projeyê vekin.
BÎLÎCÎ: BI ARMANCA VALAKIRINA SÛRÊ YE
Serokê ÎHD Şaxê Amedê Racî Bîlîcî jî da xuyakirin, ku bêmirovkirina Sûrê, kavilkirin û şewitandina wê ji serî ve ne mirovî ye. Bilîcî diyar kir ku hikûmet bi projeyên ewlekariyê û rantê nêzî Sûrê dibe û got, maf û azadiyên sereke tine têne hesibandin û got, "Dewlet li Sûrê mexdûrbûna mirovan ji nedîtî ve tê û projeya xwe sazkar dike. Ev bi mebesta valakirina Sûrê ye. Li vir bi avakirina qereqolan û rêyên fireh dixwazin bajarekî ‘’bi navenda ewlekariyê’’ ava bikin. Li Sûrê jiyan û malê mirovan ji dest wan tê standin. Li cihên ku wê qereqolan lêbikin, malên mirovan ji destê wan têne standin. Bêyî ku hinceteke bi mantiq nîşan bidin, bi biryara camewerîkirinê dest li ser malên mirovan datînin."