ÎHD: Navê Tirkiyeyê bi komkujiyan tê bîranîn
Şaxê ÎHD'ê yê Amedê di salvegera Komkujiya Roboskî de civîneke çapemeniyê lidar xist. Di civînê de hat xwestin, komkujî were ronîkirin û kiryar bên cezakirin.
Şaxê ÎHD'ê yê Amedê di salvegera Komkujiya Roboskî de civîneke çapemeniyê lidar xist. Di civînê de hat xwestin, komkujî were ronîkirin û kiryar bên cezakirin.
Di salvegera 5. a Komkujiya Roboskî de Şaxê ÎHD'ê yê Amedê li avahiya xwe civîneke çapemeniyê lidar xist.
Alîkarê Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê û Serokê Şaxê Amedê Racî Bîlîcî, Nûnerê ÎHD'ê yê Herêmê Abdulsselam Înceoren û rêveberên komeleyê tevlî civînê bûn.
Bîlîcî daxuyanî da çapemeniyê û bibîr xist, li Roboskî 34 kes hatin kuştin ku 19 ji wan zarok bûn. Bîlîcî got, "Ev yek weke yek ji komkujiyên herî giran û bixwîn cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de girt."
'KIRYAR HATIN PARASTIN'
Bîlîcî da xuyakirin, vê komkujiyê hesta wijdanî û edaleta civakî birîndar kiriye û li ser 'pêvajoya hiqûqî' ya li ser bûyerê agahî parve kir. Bîlîcî got, "Lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hate meşandin. Tevî daxwazname û serlêdana wekîlên mudaxîl, biryara neşopandinê hat dayîn û dosya ji Serdozgeriya Fermandariya Giştî re hate şandin. Serdozgeriya Komarê ya Fermandariya Giştî jî biryar da ku pêwîstî bi lêkolînkirina bûyerê nîne. Îtiraz li vê hat kirin û ji ber ku îtiraz jî nehat qebûlkirin, wekîlên mudaxîl dosya bi ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn. Dadgeha Destûra Bingehîn jî bi rengekî dijî qanûnan, destûra bingehîn û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê dosya red kir. Ji ber ku rêyên hiqûqî yên navxweyî qediyan, dosya çû ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). Û ev pêvajo hê dewam dike. Ji vê çîroka hiqûqî ya dosya komkujiyê jî tê fêhmkirin, hewl tê dayîn kiryarên komkujiyê werin parastin."
'JI BER KU NEHAT RONÎKIRIN, YÊN NÛ RÛ DAN'
Bîlîcî da zanîn, dîroka nêz a Tirkiyeyê bi gelek komkujiyên nehatine ronîkirin dagirtî ye û wiha dewam kir: "Bûyerên Mereş, Çorûm, Sêwas, Dîgor, Basa, Gazî, Girtîgeha Amedê, komkujiya 19'ê Kanûnê ya Girtîgehan û hwd. Hê jî kiryar û berpirsyarên wê yên siyasî nehatine eşkerekirin, komkujî nehatine ronîkirin." Bîlîcî destnîşan kir, ku ji ber ev komkujî nehatien ronîkirin, komkujiyên nû û kuştinên bê daraz rû dane.
DAXWAZ
Bîlîcî destnîşan kir, ku ew bawer in, wê kiryar û sûcdarên li dijî mirovahiyê sûc kirine, bên darizandin û got, "Li ser Komkujiya Roboskî divê derhal lêpirsîneke xurt bê destpêkirin. Lazim e kiryar bên darizandin û berpirsyar werin cezakirin. Ji bo ronîkirina komkujiyan, ji bo pêkhatina aştiyê divê 'Komîsyona Lêkolînkirina Rastiyan' bê avakirin û hesabê dema bihurî bê dayîn."