Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî
BI DÎMEN

Hunermendên Başûr: Li dijî dagirkeriyê em bibin yek

Hunermendên Başûrê Kurdistanê li dijî gefên dewleta Tirk û PDK’ê yên li ser Şengalê helwest nîşan dan û gotin "Li dijî dagirkeriyê bibin yek."

Hunermendan gotin, "Li ku derê pêdiviya gelê me bi parastinê çêbûye li wir gerîla hebûye. Gerîla ne tenê hêza parastina Bakur e, ya hemû beşên Kurdistanê ye. Divê êdî ti kesek bi berjewendiya partiya xwe divê bi dijmin re hevkariyê neke. Her kes dizane bê ka ew kî ne."

CASIMÎ SAZ: EZ WAN KESÊN KU FERZ DIKIN GERÎLA DERKEVIN ŞERMEZAR DIKIM

Hunermendên Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re axivîn li dijî polîtîkayên dewleta Tirk û PDK’ê yên li ser Şengal û Qendîlê helwest nîşan dan û gotin. Hunermend Casimî Saz got, "Ku em hunermend yekîtiya xwe pêk bînin em ê bêhtir karîger bin" û bi berdewamî wiha got: "ku hunermend hêza xwe bikin yek ji bo pêkanîna yekîtiya netewî dikarin behtir bibin xwedî erk. Em hunermend divê bi hunera xwe rista xwe di vê mijarê de bilîzin. Planên bi mebesta ku êrîşê bibin ser gerîla hene. Em ji gerîla hez dikin û hurmeta me ji wan re heye. Ji ber ku li  gor me gerîla hêza parastinê ya çar parçeyên Kurdistanê ye. Li kûdera Kurdistanê pêdivî bi parastinê çêbûbû gerîla li wir her amade bûye. Li Şengalê jî wiha bû. Ji bo vê jî kesên ku dixwazin gerîla ji Şengaê derkevin, divê pêşî bibêjin bê ka kê Şengal azad kiriye. Ji bo vê jî kesê ku dibêjin bila gerîla ji Şengalê derkeve şermezar dikim."

CEZAYÎ SAZ: DIVÊ ÊDÎ EM BOMBEKIRINÊN WAN BIDIN RAWESTANDIN

Serokê Komeleya Hunermendê Kurd Cezayî Saz jî siyaseta ku li gorî berjewndiya partiyê tê danîn rexne kir û xwest ku li dor yekîtiya netewî bibin yek.

Saz diyar kir ku êdî pêdiviyek e hemû kes li dor berjewendiyên netewî bicive û parastina welêt jî tenê bi vî rengî dikare pêk were.

"Bakur, başûr, rojhilata, rojava ferq nake. Em hemû bi hev re divê bikevin rewşa parastinê. Tekane siyaseta ku xizmetê ji gel re bike ew siyaseta bi hevparî ye. Êdî dema wê hatiye ku talokeyên li ser bakurê Kurdistanê, yên li ser Rêber Apo werin rakirin. Divê êdî em destûrê nedin ku Qendîlê bombe bikin. Divê em bibêjin êdî bes e, li dijî vî tiştî ku li ber çavê  me Kurdistanê bombe dikin.

Mixabin hê jî hinek partî li gorî plan û projeyên dijmin kar dikin. Hemû Kurd dizanin bê ka ev kî ne. Ji bo vê jî banga min ji bo wan ev e; êdî dev ji sîxurtiyê biqerin û li cem gelê xwe bisekinin."

DANA TAHIR: EM LI REX PÊŞMERGE Û GERÎLA NE

Hunermend Dana Tahir jî got ew heta dawiyê li rex gerîla û pêşmerge ne û wiha berdewam kir "Ez weke hunermendek şanaz im ku destekê didime wan û ez vê ji bo xwe weke peywir dibînim. Hunermend di têkoşîna şoreşê de dikarin karîger bin. Di şoreşa Kurdistanê de jî ev bûye. Em ê jî her dem li rex gerîla û pêşmerge bin. Serkeftina me jî wê bi vî rengî be."