Hunermendên Başûr: Guh bidin dengê gel û dawî li aloziyan bînin

Komek Hunermendên Başûrê Kurdistanê bi aramanca dawîkirina aloziyên li Zînî Wertê ketin ser rê hatin astengkirin, peyama da hemû aliyan û gotin: “Em hunermend rê nadin şerê gerîla û pêşmerge. Hemû alî guh bidin dengê gel.”

Di saetên sibê de komek ji hunermend û aktivîstên hunerî têkildarî metirsiya li Zînî Wertê xwestin serdana Zînî Wertê bikin. Armanca hunermendan ew e ku bi rêya hunerê balê bikişînin ser metirsiya li ser destkeftiyên gelê Kurd. Lê hêzên ewlekariya ya herêma Raperîn û bajarokê Serkepkan rê li hunermendan girtin.

‘ARMANCA ME AŞTÎ Û BI HEV RE JIYAN E’

Li ser rêgirtinê aktivîstên hûnerî Rûber Ehmed daxuyaniyek da çapemeniyê. Ehmed got: “Ji bo em li ser sînor şerê birakujî bidin sekinandin me berê xwe daye Zînî Wertê. Lê mixabin li nuqteya ewlekariyê ya Dukan û Serkepran rê li me girtin. Armanca me hemû hunermendan ew  e ku aştî û bi hev re jiyan e. Em dixwazin bi rêya hunerê bikin ku gelê Kurd carekî din şerê birakujiyê nekin.

‘GUH BIDIN DENGÊ GEL’

Aktivîstê hunerî Kara Mehemed jî axivî û diyar kir ku berî niha wan têkildarî aloziya li herêma Zînî Wertê dest bi kampanyayekê kiribû. Mehemed got: “Em îro komek rewşenbîr û aktivîstên hunerî xwest bi çalakiyeke hunerî ji bo wan hêzên ku li Zînê Wertê bi cih bûne, ji bo wan bêjin ku; ev plana dagirkeran a şerê Kurd bi Kurdan e. Em hunermend rê nadin ku carekî din şerê gerîla û pêşmerge pêk bê. Bi hêviya ku hemû hêz guh bidin dengê gel û çareseriyekê ji aloziya Zînî Wertê re bibîne.