Hunermendê Kurd Kayhan Kelor: Em bi berxwedanê dikarin bi ser bikevin
Hunermendê Kurd Kayhan Kelhor nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava da û got “Bi berxwedanê em dikarin bi ser bikevin.”
Hunermendê Kurd Kayhan Kelhor nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava da û got “Bi berxwedanê em dikarin bi ser bikevin.”
Li hemberî êrîşên dagirker ên dewleta Tirk gelek hunermend, siyasetmedar,nivîskar û hunermend nerazîbûnê nîşan didin.
Hunermendê Kurd Kayhan Kelhor jî nerazîbûn nîşanî êrîşên dewleta Tirk da û got “Em gelê Kurd li ber xwe bidin, em dikarin van êrîşan bişkînin. Li hemberî zordestî, zilm û tunekirian gelekî nabe ku em bêdeng bimînin. Muzîk çeka min e û ez xwe li gorî Rojava eyar dikim. Em Kurd bi berxwedanê em dikarin van êrîşan bişkînin. Hêza me Kurdan têra vî tiştî dike.”