Hunermend Xefûrî jiyana xwe ji dest da

Hunermendê herêma Hewraman û Kurdistanê, Cîhan Bexş Xefûrî, ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.

Danê siharê hunermendê navdar yê herêma Hewraman û Kurdistanê, Cîhan Bexş Xefur ku demek dirêj nexweş bû, li bajarê Ciwanro ya Rojhilatê Kurdistanê jiyana xwe ji dest da.

Hunermend Cîhan Bexş di sala 1936’an de li bajarê Newsud ya Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye û îro di temenê xwe yê 87 salî de jiyana xwe ji dest da.

Cîhan Bexş di temenê xwe yê 11 salî de tevlî hunerê dibe û bi qasî 70 sal xizmeta hunera resen ya Kurdî kiriye. Cîhan Bexş di xizmeta hunera Kurdî de xwedî karek mezine û bi taybet li herêma Hewraman kesê yekem bû ku tembûra xwe ji bo stranên Hewramanî bikaranî ye.