HPG: Serketina ku şehîdên Heftanînê radestî me kirin, em ê teqez pêk bînin!

HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûn eşkere kir û got, "Van hevrêyên me ji bilî xurtkirina berxwedanê ti pîvan qebûl nekirin. Em soza xwe dubare dikin ku berxwedana van lehengan radestî me kirine, mezin bikin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 6 gerîlayên ku li Heftanînê şehîd bûn ev agahî da:

"7'ê Tîrmeha 2021'ê li nêzî gundê Kêsteyê, di bombardûman artêşa Tirk a dagirker de hevrêyên me Arjîn, Sozda, Berjîn, Aso, Kûrtay û Qendîl şehîd bûn. Her 6 hevrêyên me pêşengî ji Berxwedana Cenga Heftanînê re kirin, li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dijmin ên li ser Heftanînê bi roleke girîng rabûn û derbên giran li dijmin xistin. Van hevrêyên me li dijî mêtingeriyê ji bilî berxwedanê pîvaneke din qebûl nekirin. Em soza xwe ya ji bo hevrêyên xwe yên leheng dubare dikin ku berxwedana wan ji me re hiştine mezintir bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Arjîn Cizîrî
Nav paşnav. Fatma Turk
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Sahiye-Hamît
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tîrmeha 2021 / Heftanîn

Nasnav: Sozda Vorîn
Nav paşnav: Nûr Kizil
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Cemîl-Mehmet Salîh
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tîrmeha 2021 / Heftanîn

Nasnav: Berjîn Zenda
Nav paşnav: Ayşe Demîr
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Ziyana-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tîrmeha 2021 / Heftanîn

Nasnav: Aso Zagros
Nav paşnav: Melîk Altin
Cihê jidayikbûnê: Stenbol
Dayik-Bav: Îrem-Mehmet Raîf
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tîrmeha 2021 / Heftanîn

Nasnav: Kûrtay Bestûn
Nav paşnav: Mûhammed Suphanî
Cihê jidayikbûnê: Kamyaran
Dayik-Bav: Vîda-Vahîd
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tîrmeha 2021 / Heftanîn

Nasnav: Kandîl Zap
Nav paşnav: Şervan Îbrahîm Mehdî
Cİhê jidayikbûnê: Amûdê
Dayik-Bav: Selva-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Tîrmeha 2021 / Heftanîn

ARJÎN CIZÎRÎ

Hevrêya me Arjîn li Cizîr a ku sembola welatparêziya li Kurdistanê ye li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber taybetmendiyên şoreşgerî û welatparêziyê ya cihê lê ji dayik bû û lê mezin bû, hevrêya me Arjîn şoreşgereke xwezayî bû. Pêvajoya siyasî û civakî gelekî baş nirxand, têgihişt û baweriya xwe bi wê anî ku ji aliyê leşkerî ve divê xwe bi pêş ve bibe. Ji bo vê jî gihîşt wê baweriyê ku karakterê pêvajoyê çi dibe bila bibe her ciwaneke/î Kurd divê ji bo parastina xwe û gelê xwe ji aliyê leşkerî ve xwe perwerde bike.

Li ser vê bingehê, sala 2015'an ku dijmin amadekariya êrişeke giran dikir, tevlî nava refên gerîla bû. Bi saya vê kesayetiya xwe ya pêşdîtî, di demeke kurt de hînî rêbaza bi tevger û jiyana gerîla bû, xwe ji pêvajoya zehmet re amade kir. Hevrêya me Arjîn ji polîtîkayên çareseriyê yên sexte yên dijmin bawer nekir, her tim xwe ji qadên şerê giran pêşniyar kir. Bi qasî ku girîngî dida kar û perwerdeya leşkerî, karên îdeolojîk jî di heman astê de girîng didît, ji bo bibe gerîlayeke jin a azad gelekî hewl da. Ji bo vê jî kûrbûna di Îdeolojiya Azadiya Jinê ya Rêber Apo de ji xwe re kir esas. Di encama kûrbûna leşkerî û îdeolojîk de bi berpirsyarî û wezîfeya pêvajoya dîrokî, ji bo bersiveke baş bide, bi rengekî fedakar tevlî bû. Bi saya vê tevlîbûna fedakar û bêhesab bi erka fermandariyê rabû û weke fermandareke YJA Starê ya serketî li herêma Heftanînê bi erkên girîng rabû. Bû yek ji fermandarên ku li herêma Heftanînê pêşengî ji berxwedanê re kir. Hevrêya me Arjîn bi kesayetiya xwe ya xwezayî û bi sekna xwe ya bi pîvan wê weke fermandareke mîna a jinê her tim di dîroka me ya têkoşînê de cihê xwe bigire.

SOZDA VORÎN

Hevrêya me Sozda li Qoserê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbata xwe, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê di zarokatiyê de nas kir û bû sempatîzan. Hevrêya me Sozda ji bo pêwîstiya hişmendiya welatparêziyê bi cih bîne ku di temenê ciwantiyê de wegirt, her tim kete nava lêgerînan û li ser vê bingehê beşdarî karên girîng bû, ev wezîfe bi rengekî hêja bi cih anî. Sala 2015'an di pêvajoya Berxwedana Xwerêveberiyê de hevrêya me Sozda firsend dît ku partiya me PKK'ê baştir nas bike û her tim xwest tevlî nava refên gerîla bibe. Di pêvajoya berxwedanê de li qada ku lê bû tevlî kar bû, ji bo pêşvebirina berxwedanê bi roleke girîng rabû. Bi bandora şehadeta hevrêyên xwe û komkujiyên ku dijmin li gelê me dikir, hevrêya me Sozda li dijî dijmin bû xwedî hêrseke mezin.

Baweriya xwe bi wê yekê anî ku tolhildana herî bi wate bi tevlîbûna li nava refên gerîla dikare bê hilanîn û sala 2017'an tevlî nava refên gerîla bû. Ji kêliya ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve firsend bi dest xist ku kûrbûna xwe ya fikrî ya berê wergirtî bixe meriyetê. Di demeke kurt de bi pêş ket û bû fermandar. Şêweyê jiyanê yê ku sîstem di şexsê jinê de li mirovahiyê ferz dike, di pêvajoyên perwerdeyê de bi rengekî rast nirxand, têgihişt û gihîşt wê encamê ku jiyaneke azad tenê bi kûrbûna li ser Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo dibe. Piştî ku bi vê yekê hesiya dest bi avêtina bandorên sîstemê yên li ser kesayetiya xwe kir û bi taybetmendiyên nasnameya jinê ya azad xwe xemiland. Guhertina di kesayetiya xwe de di sekna leşkerî de jî nîşan da û ji bo bibe fermandareke jin a berê xwe li serketinê ye, bi rengekî bêeman li dijî dijmin têkoşiya. Bi saya baweriya ji xwe ya îdeolojîk her tim xwe amade kir ku li ber dijmin rabe û ev yek jî di pratîkê de nîşan da. Demeke dirêj li Heftanînê ma û li dijî êrişên dijmin ên li ser herêma Heftanînê her tim ji bo çalakiyan kûr bû. Beşdarî gelek çalakiyên gerîlayên YJA Starê bû yên li dijî dijmin hatin lidarxistin û bi performansa serketî ya di şer de bi rola pêşengiyê rabû. Taybetmendiyên bedew ên li jiyan û şerê gerîla hemû bi kesayetiya xwe ya dilnizm re kir yek û bi vî rengî kete dilê hevrêyên xwe. Bi hesasiyeta xwe ya di hevrêtiyê de bû mînakeke girîng ji hevrêyên jin re.

BERJÎN ZENDA

Hevrêya me Berjîn li Mêrdînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbatê, zext û zora dijmin dît û di encama vê de jî neçar ma ku koçî Ewropayê bike. Hevrêya me Berjîn ku neçar ma di temenê zarokatiyê de ji Kurdistanê qut bibe, ti carî xwe ji nirxên xwe venegirt. Hişmendiya xwe ya Kurdîtiyê û welatparêziyê her tim parast, her tim bi hêviya vegera li Kurdistanê jiya. Hevrêya me Berjîn sîstema kapîtalîst ku herî zêde li Ewropayê serdest e, analîz kir û li be rabû. Bi gaveke wêrekî berê xwe da Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Ji roja ku xwe gihand nava refên gerîla û pê ve ji bo bandorên sîstemê ji ser xwe biavêje kete nava hewldaneke berfireh. Her ku ji bandoreke neyînî rizgar dibû mîna ku ji nû ve ji dayik bûye lê dihat. Bi taybetî zû bi şêweyê jiyanê yê ku sîstema kapîtalîst li jinê ferz dike û polîtîkayên teslîmgirtina jinê ya li nava çar dîwaran hesiya û li dijî vê yekê kete nava têkoşînê. Hevrêya me Berjîn bi vegera li Kurdistanê û tevlîbûna li nava refên gerîla ku nûnerê nirxên gelê Kurd e, gihîşt wê baweriyê ku li koka xwe vegeriya ye û welatparêziya rasteqîn û şoreşgerî li ser vê kokê şîn dibe. Hevrêya me Berjîn ti carî ji bîr nekir ku afirînerê esasî yê vê guhertina bingehînî keda Rêber Apo û hevrêyên şehîd e û ji bo hêjayî Rêberê me û şehîdên me bibe her tim têkoşiya û jiyaneke bi vî rengî ji xwe re kir esas. Ji bo vê jî her qada têkoşînê bala wê kişand û xwest ku bi taybetî xwe ji aliyê leşkerî ve bi pêş bixîne. Li ser rêbaza gerîla ya serdema nû kûr bû û ji bo bibe gerîlayeke profesyonel timî xwe perwerde kir. Berevajî taybetmendiyên sar ên Ewropayê bi kesayetiya xwe ya xwîngerm û xwezayî, hevrêya me Berjîn heta hucreyên xwe hemûyan bi taybetmendiyên Kurdistanî jiya. Bi daxwaz û biryardariya xwe ya têkoşînê wê ji bo me hevrêyên xwe her tim bibe hinceta têkoşînê.

ASO ZAGROS

Hevrêyê me Aso li nava malbateke welatparêz a Wan-Şaxê li Stenbolê ji dayik bû. Sala 2014'an bi ruhê ciwantiyê ji bo hêjayî Rêbertî bibe tevlî nava refên partiyê bû. Bi coş û hesreteke mezin berê xwe da welêt û ev yek bû asta herî bilind a daxwazên wî. Hevrêyê me Aso her gava ku li çiyayên Kurdistanê avêt, weke tolhildana ji jidayikbûna li sirgûnê didît. Hevrêyê me Aso ewladê malbateke Kurd a welatparêz bû ku gundê wan hate şewitandin, valakirin û bi zorê hate koçberkirin. Ji ber vê yekê bi dilê xwe yê ciwan ji bo hêrsa xwe bi ser dijmin ve verişe, her tim li benda dema hilanîna tola zarokatiya xwe ma.

Hevrêyê me Aso ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bi xurtî û baweriyeke mezin tevlî bû û bi vî rengî nîşan da ku fedayiyekî Rêbertî ye. Bi qasî taybetmendiya pak a cewhera xelkê Botanê, taybetmendiyên xwe yên şervaniya serhildêr li her qada jiyanê nîşan da. Bi xeta îdeolojîk a ku jê bawer kir bû yek, bi rengekî sade, ji dil û durust tevlî bû. Li her qadê timî li pêş bû, dibû çavkaniya moral û kêfxweşiyê, ya ku jê bawer dikir bi cih dianî, tiştên fêhm dikir bi rengekî mezin pêk dianî, hewl dida xwe û derdora xwe bi rêxistin bike, bi têgihiştina xwe bal dikişand ser xwe. Xwedî taybetmendiyên kesayetiya milîtan ê diyarkirî bû. Bi jîr û jêhatîbûna xwe her tim afirîner bû. Zû difikirî, zû dixist pratîkê. Bİ kelecana ruhê fedayî her tim dixwest xwe bigihîneke qadeke şerê giran. Sala 2002'î di dema şerê giran de derbasî herêma Metînayê bû. Li vê derê bi dilsoziya xwe ya bi hevrêyên xwe re û bi taybetmendiyên xwe yên şervaniyê bû xwedî sekneke fedayî. Bi şehadeta xwe jî nîşanî hevrêyên xwe da ku bi berxwedaneke bênavber û bi israra di rêbaza fedayî ya Apoyî de serketin pêkane.

KÛRTAY BESTÛN

Hevrêyê me Kûrtay li herêma Kamyaran a Rojhilatê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz û dilsozê warê xwe ji dayik bû. Ji ber welatparêziya xurt a malbata xwe, hevrêyê me Kûrtay di temenê ciwantiyê de doza Kurdistanê nas kir, şahidî ji polîtîkayên qirkirinê re kir ên ku mêtinger li ser gelê me ferz dike. Mîna her ciwanekî Kurd ê bi rûmet ev polîtîka qebûl nekir û ji bo têbikoşe kete nava lêgerînan. Di encama van lêgerînan de jî partiya me PKK nas kir û kete bin bandora rastiya têkoşînê ya partiya me. Hevrêyê me Kûrtay her ku partiya me û rastiya şehîdan nas kir hîn bêhtir xwe li pêşberî gelê me berpirsyar hîs kir û li ser vê bingehê tevlî karên şoreşê bû. Hevrêyê me Kûrtay polîtîkayên dejenerekirinê yên dagirker li ser civakê ferz dike analîz kir; pirsa ku rizgariya ji binê vê zextê wê çawa be timî ji xwe pirsî û bi tevlîbûna li nava refên gerîla bersiv ji vê pirsê re dît. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bersiva nakokiyên xwe dît û nava pênaseya azadiyê bi jiyana gerîla dagirt, lewma hîn bêhtir bi jiyanê ve hate girêdan. Ji her qad û kêliya jiyanê xwe berpirsyar dît û di çarçoveya nirxên komunal û têkiliyên hevrêtiyê de hewl da xwe bi pêş bixîne. Li gel parastina çanda xwe ya herêmî, ji ber taybetmendiyên Kurdistanîbûnê, ji bo çand û herêmên din ên Kurdistanê nas bike her tim hewl da, di vê mijarê de xwe bi pêş xist û bû kesayetekî neteweyî. Hevrêyê me Kûrtay bi baldariay xwe ya li ser hunera gerîlatiyê, bi taybetî ji bo fêhmkirina Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk û bibe gerîleyekî li gorî vê feraseta gerîlatiyê, xwe timî perwerde kir, bû gerîlayekî pispor, profesyonel. Pêşketina xwe ya ji aliyê gerîlatiyê ve ji bo li qada şer bixe pratîkê her tim xwe pêşniyar kir ku biçe qada şerê giran. Di vê hewldana xwe de serketî bû û derbasî herêma Heftanînê bû. Li herêma Heftanînê li dijî êrişên dijmin bi erka pêşengiyê rabû, bû mînakek bêhempa ya milîtaniya Apoyî û di şikandina êrişên dijmin de bi roleke girîng rabû.

KANDÎL ZAP

Hevrêyê me Kandîl li bajarê Amûdê yê Rojava ku warê şoreşa gelan e li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di salên xwe yên ciwantiyê de di pêvajoya şoreşê de partiya me PKK ji nêz ve nas kir. Li Rojava di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de fedakarî û şêweyê jiyana bi pîvan a hevrêyên ku şehîd bûn ji nêz ve dît û bi bandora vê yekê sala 2016'an biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Tevlîbûna li nava refên gerîla weke yek ji serdemên diyarker ên jiyana xwe dît û heta jê hat xwe li jiyana gerîla girt. Bi taybetmendiya xwe ya kedkarî û tevlîbûna bê hesab di demeke kurt de ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin û ji vê sekna xwe bi kêliyekê jî tawîz neda. Hevrêyê me Kandîl ji bo bersivê bide êrişên dijmin ên li ser destketiyên gelê me, gihîşt wê baweriyê ku divê di hunera leşkerî de xwe kûr bike û timî xwest xwe bi pêş bixîne. Bi baweriya ku bi gerîlatiyê dikare mêtingeriya li Kurdistanê têk bibe, ji bo xeta gerîlatiya dema nû fêhm bike Û bi cih bîne gelekî hewl da. Bi taybetî li Heftanînê di pêvajoya şer de bû yek ji hevrêyan ku taktîkên şerê nû bi cih anî. Bi gelek çalakiyan rastiya van taktîkên şer ispat kir. Li qada şer bi sekna xwe ya bi wêrek ji bo hevrêyên xwe bû hêz û moral. Hevrêyê me Kandîl di heman demê de bi sekna xwe ya têgihiştî ya li nava jiyanê weke milîtanekî Apoyî yê bi mînak bû milîtanekî nayê jibîrkirin ê berxwedana Heftanînê.

Hevrêyên me Arjîn, Sozda, Berjîn, Aso, Kûrtay û Kandîl bi sekna xwe ya bi pîvan a li nava jiyanê, bi tevlîbûna wêrekî û fedakar a li qada şer her yek ji wan bû destanek azadiyê. Di serî de malbatên hêja yên van hevrêyên me, em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê serketina ku van lehengan radestî me kirine teqez pêk bînin."