HPG: Serbazek, 10 leşker û kontrayek hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku yekîneyên gerîlayan li gelek cihan çalakî li dar xistine û yek jê serbaz bi gişî 10 leşker û kontrayek hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li Colemêrg, Şirnex, Botan û Avaşînê çalakiyên bi bandor li dar xistine.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

LI ÇELÊ YEK JÊ SERBAZ DU LEŞKERÊN PAYEBILIND HATIN KUŞTIN

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me bi wesîleya salvegera şehadeta Şehîd Zîlan a di 30’ê Hezîranê de çalakiyeke fedaî kiribû, li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyên bi bandor li dar xistine.

Di 28’ê Hezîranê saet di 04.00’an de artêşa Tirk a dagirker li derdora gundê Dawûşa ya Çelêya Colemergê tevî kontrayan operasyonek daye destpekirin. Hêzên me yekîneyeke operasyonê xistine bin kontrola xwe û ji nêz ve li wan dane. Di vê çalakiyê de yek jê serbaz 2 leşkerên payebilind hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker tevî firfirokên hewayî yên bêmirov û helîkopteran operasyon berfirehtir kirine û leşker anîne qadên Tepê Kawa, Dawûşa û Mêrbûkayê. Operasyon bi tevlêbûna yekîneyên veşartî didome. Yekîneya me ya ku ev çalakî kirine, bi selametî vegeriyane baregeha xwe.

LI AVAŞÎNÊ ÇALAKIYÊN HEMWEXT: 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 29’ê Hezîranê saet di 16.00’an de hêzên me bi awayekî hemwext li Girê Şikêr û Tepê Xwedê yên li qada avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê çalakî li dar xistine. Di herdu giran de bi serkeftî li çeper û stargehên dijmin hatiye xistin û di vê çalakiyê de 6 leşker hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên Skorsky ji qadê derxistine.

LI QILEBANÊ SÛÎKAST: LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Di 29’ê Hezîranê de saet di 08.00’an de hêzên me li dijî leşkerên li qereqola Serbend a Qilebana Şirnexê çalakiyeke sûîkastê li dar xistine. Li vê derê leşkerekî dijmin hatiye kuştin. Ev çalakî ji bo bibîranîna salvegera şehadeta Şehîd Zîlan hatiye kirin.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Rizgar Gever û Şehîd Medya Mawa de, ji bo salvegera şehadeta hevrê Şehîd Zîlan ya Fedayiya 30’ê Hezîranê li dijî artêşa Tirk a dagirker rêzeçalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;

LI SILOPYAYÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Roja 28’ê Hezîranê saet 22:00’an hêzên me li dijî leşkerên dagirker ên di avakirina kulubeya nobedê ya li nêzî gundê Germita yê navçeya Silopya Şirnexê de kar dikirin, çalakiyek li dar xist. Ji du baskan ve li leşkerên dijmin hate xistin û 2 leşker hatin kuştin.

KONTRAYEK HATE CEZAKIRIN

Heman rojê hêzên me li Botanê kontrayê bi navê Cemal Laçîn ceza kir. Ev şexsê he di şehadeta hevrêyên me Îrfan Dîrok (Akîf Tûrhan), Baran  (Bayram Hakseve), Devrîm (Ahmet Karaaslan) û Şoreş (Çavûş Abbaszade) ya 1’ê Tîrmeha 2018’an de, tiliya wî heye. Ev şexsên ku di şehadeta gerîlayan de rol digrin û bi dijmin re kar dikin li ku derê dibin bila bibin kengê b wê werin cezakirin.

LI QILEBANÊ OPERASYON

Roja 29’ê Hezîranê di destê sibehê de artêşa Tirk a dagirker bi tevlîbûna gelek leşkeran li herêma Qaplana û Tengava Kêlê ya navçeya Qileban a Şirnexê operasyon da destpêkirin. Ev operasyon heman rojê di saetên şevê de bêyî ku encam bigre paşve vekişiyaye.

LI ŞEMZÎNANÊ 4 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Roja 24’ê Hezîranê bi şev, di navbera gundên Pola û Tuyê yên navçeya Şemzînan a Colemêrgê de hêzên me bi leşkerên artêşa Tirk a dagirker re hatin pêşberî hev û şer derket. Di şerê li herêmê de 3 hevrêyên me şehîd bûn, hevrêyekî me jî piştî ku birîndar dibe ji bo nekeve destê dijmin bombeya li ser xwe teqand û şehîd bûye. Di vî şerî de 4 leşkerên dijmin birîndar bûne. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.

ÊRÎŞA HEWAYÎ LI ZAGROSÊ

Roja 27’ê Hezîranê saet navbera 21:30 û 22:30’an de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li qada Çarçela ya herêma Zagrosê barandin. Di vê bombebaranê de tiştek bi hêzên me nehatiye.”