HPG: Rê nedan dagirkerî û dagirkeran

HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd bûn eşkere kir û got, "Hevrêyên me Bilind, Kendal, Nûman û Ronî bi şerê fedaî rê nedan dagirkerî û dagirkeran. Bi biryardariya xwe ya li ser têkoşînê bûn milîtanên mînak ên şerê azadiyê yê gelê me."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî 4 gerîlayên li Zap û Avaşînê şehîd bûn ev agahî da:

"Berxwedana gerîla ya dîrokî ya li herêmên Avaşîn û Zapê di dîroka azadiyê ya gelê me de serdemeke girîng îfade dike. Li hemberî van êrîşên dagirkeriyê ku dijmin di şexsê Tevgera Azadiyê de dixwaze gelê me qir bike, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi hemû hêza xwe li ber radibin û berxwedanê roj bi roj mezin dikin. Dewleta Tirk a mêtinger ku li hemberî vê berxwedana dîrokî nikare bi pêş ve biçe, bi rêbazên li derveyî mirovahiyê êrîşî hevrêyên me dike. Hevrêyên me Bilind, Kendal, Nûman û Ronî ku li hemberî van êrîşan bi rengekî fedaî şer kirin û rê nedan dagirkerî û dagirkeran, bi daxwaz û biryardariya xwe ya têkoşînê di şerê azadiyê yê gelê me de bûne milîtanên mînak. Berxwedan û jiyana destanî ya van hevrêyên me yên hêja ku li herêmên Avaşîn û Zapê şehîd bûn, îro jî ji bo hevrêyên xwe yên têdikoşin bûye çavkaniya moral û hêzê û bûye hinceta wê yekê ku derb li dijmin bê xistin. Di vê berxwedana dîrokî de şehadeta hevrêyên me yên herî hêja û dayina berdêlan bêguman têkoşîna me lawaz nake, berevajî vê yekê kîn û hêrsa me ya li dijî dijmin xurtir dike. Li ser vê bingehê em careke din soz didin ku berdêl çi dibe bila bibe em ê têkoşîna van hevrêyên xwe yên hêja bi ser bixînin û armancên wan pêk bînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Bilind Milî
Nav paşnav: Yûsûf Milî
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Dayik-Bav: Emîne-Davût
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Hezîrana 2022 / Avaşîn

Nasnav: Kendal Botan
Nav paşnav: Ciwan Enter Elî
Cihê jidayikbûnê: Reqa
Dayik-Bav: Zara-Enter
Dem û cihê şehadetê: 29'ê Hezîrana 2022 / Avaşîn

Nasnav: Nûman Amed
Nav paşnav: Ramazan Temîz
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Medya-Nezîr
Dem û cihê şehadetê: 15'ê Tebaxa 2022 / Zap

Nasnav: Ronî Botan
Nav paşnav: Nûrûllah Osal
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Nûriye-Mehmet Selîm
Dem û cihê şehadetê: 15'ê Tebaxa 2022 / Zap

BILIND MILÎ

Hevrêyê me Bilind li nava malbateke welatparêz li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wî salên dûr û dirêj bi doza Kurdistanê ve bû û ji bo vê têkoşiya, hevrêyê me Bilind jî hîn di zarokatiyê de şahidî ji pirsgirêka azadiyê ya gelê me re kir. Bi taybetî şahidî ji kiryarên qirkirinê yên rejîma Baas ên li ser gelê me yê li Rojavayê Kurdistanê re kir û di heman demê de bala xwe li ser zextên dijmin ên li herêmên din ên Kurdistanê bû. Ji ber ku malbata wî salên dûr û dirêj di nava fraksiyonên siyasî yên cuda de têkoşiya, hevrêyê me Bilind jî di nava van fraksiyonan de cih girt û kar kir. Lê belê piştî ku li Kurdistanê bi taybetî jî li Rojava Tevgera Apoyî bi pêş ve çû, hevrêyê me Bilind jî partiya me nas kir. Bi demê de li gel hevrêyên me yên li Rojava nîqaş kir, di encama van nîqaşan de li ser armanca Partiya me bû xwedî agahî. Hevrêyê me Bilind ku hem têgihiştî hem jî bi wijdan bû, dema ku partî û rêxistinên din bi partiya me PKK'ê re anî ber hev, di doza Kurdistanê de cudahiya PKK'ê yekser dît. Li pêşberî têkoşîna PKK'ê ya bi ruhê fedaî, hevrêyê me Bilind bi berpirsyarî rabû û kete bin bandora dîlgirtina Rêber Apo, zext û tecrîda giran a li ser Rêber Apo û şehadeta hevrêyên me yên bi lehengî li çiyayên Kurdistanê şer kirin û şehîd bûn. Weke her ciwanekî Kurd ê welatparêz gihîşt wê baweriyê ku divê tevlî nava refên têkoşînê bibe û sala 2009'an beşdarî nava refên gerîla bû.

Piştî ku beşdarî nava refên gerîla bû, kete bin bandora xweza û çiyayên bêhempa yên Kurdistanê. Ji bo hînbûna jiyana gerîla û çiyê destpêkê hinekî zor û zehmetî kişand. Hevrêyê me Bilind fêhm kir ku ev zor û zehmetî ji ber bandorên neyînî yên sîstema kapîtalîst e, lewma bi xwendina felsefeya Rêbertî hewl da ku xwe ji bandora kapîtalîzmê ya li ser xwe rizgar bike. Her ku ev bandora neyînî ji ser xwe avêt, hîn bêhtir bû ya xwe û gav bi gav bi jiyana gerîla û xwezaya Kurdistanê re bû yek. Hevrêyê me Bilind salên dûr û dirêj li herêmên Garê û Metîna tevlî nava karên pratîkî bû, bi fedakarî û keda xwe li pêş bû. Piştre, dema ku çeteyên DAÎŞ'ê ji bo tunekirina destketiyên gelê me êrîş zêde kirin, sala 2014'an ji bo li dijî çeteyan şer bike derbasî çeperên berxwedanê bû û wezîfeya xwe ya şoreşgerî bi rengekî serketî bi cih anî. Lê belê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger ên ji sala 2015'an û pê ve da destpêkirin, careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê û di serî de li Avaşînê li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlatî kir. Gelek karên krîtîk pêk anî û li hemberî êrîşên dijmin beşdarî gelek çalakiyan bû. Di çalakiyan de gelek keda wî hebû ku derbên xurt li dijmin hatin xistin. Hevrêyê me Bilind xwe li gorî taktîka gerîla ya serdema nû bi rêxistin kir, ji bo vê mayinde bike û bi felsefeya Apoyî re bibe yek li Akademiya Hakî Karer beşdarî perwerdeyên îdeolojîk bû. Di vê pêvajoya perwerdeyê de ji her alî ve li xwe pirsî, di kesayetiya xwe de aliyên astengdar ji holê rakir. Li ser esasên Gerîlatiay Modernîteya Demokratîk xwe ji nû ve nirxand û weke fermandarê yekîneyê derbasî Avaşînê bû beşdarî nava şer bû. Li dijî êrîşên dijmin ên ku sala 2021'ê destpê kirin, hem li tunelên şer hem jî bi rêbaza tîmên bi tevger li ber dijmin rabû û derbên giran li dijmin xist. Ji bo karibe hîn bêhtir tevkariyê li berxwedana hevrêyên xwe yên li tunelên şer bike, timî kete nava lêgerînê, bi vî rengî hewl da wezîfeya xwe ya hevrêtiyê bi cih bîne. Ji ber ku gelek hevrêyên wî şehîd bû, hêrsa wî qat bi qat zêde bû. Ev yek jî ji bo têkoşîneke hîn xurt ji bo xwe kir hincet.

14'ê Nîsanê li hemberî êrîşan tevlî nava tîmên bi tevger bû, ji bo bersivê bide dijmin. Li qada Werxelê ku berxwedaneke dîrokî lê hate kirin, bi tîmên gerîla yên bi tevger hem gelek çalakî plan kir hem jî bi xwe tevlî bû ku derbên giran li dijmin hatin xistin. Bi vî rengî bû fermandarekî pêşeng ê serdema nû. Li hemberî êrîşên giran ên dijmin bi îradeya Apoyî şer kir, ji bo dijmin li qada Werxelê bi cih nebe heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî şer kir û şehîd bû. Hevrêyê me Bilind ku bi samîmiyeta xwe ya di hevrêtiyê de, bi dilsoziya bi Rêber Apo û eta şehîdan û welatparêziya xwe ya kûr milîtanekî mînak bû, wê di têkoşîna me de her tim bê bibîranîn.

KENDAL BOTAN

Gelê me yê Rojavayê Kurdistanê li gel zexta giran a rejîma Baas jî bi dilsoziya bi nirxên Kurdistanî baweriya xwe ya bi azadiyê timî parast. Piştî ku bi pêşengiya Rêber Apo partiya me PKK'ê dest bi têkoşînê kir, gelê me yê Rojavayê Kurdistanê jî bi girseyî xwedî li têkoşînê derket û bi hezaran ciwanên xwe tevlî nava refên berxwedanê kir. Vê kevneşopiya berxwedanê zemîn ji Şoreşa Azadiyê ya Rojava re amade kir û kir ku gelê me bikeve ser rêya azadiyê.

Hevrêyê me Kendal ku li nava malbateke me ya welatparêz ji dayik bû û ji ber polîtîkaya 'Kembera Ereb' a rejîma Baasê ya li ser bingeha Erebkirina Rojavayê Kurdistanê malbata wî neçar ma koçî Reqayê bike, bi kevneşopiya berxwedanê mezin bû. Hevrêyê me firsend dît ku Rêber Apo û partiya me PKK zû nas bike û beşdarî nava Şoreşa Azadiyê ya Rojava bû, bi vî rengî tevkariyeke mezin li têkoşîna azadiyê ya gelê me kir. Hevrêyê me ku di nava pêvajoya şoreşê de mezin bû, hem ji aliyê leşkerî hem jî ji aliyê îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bir û li dijî çeteyên DAÎŞ'ê di şer de cihê xwe li refên herî pêş girt. Hevrêyê me dît ku heta xaka Kurdistanê ji dagirkeran neyê paqijkirin gelê me nikare bibe xwedî paşerojeke azad û sala 2017'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku navenda têkoşînê ye û tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.

Hevrêyê me bi enerjiya xwe ya ciwantî û kesayetiya xwe ya kedkariyê hînî şert û mercên giran ên gerîlatiyê bû, bi kesayetiya xwe ya karker jî di taktîkên gerîla de bû pispor. Demekê li herêma Garê ma, tiştên hîn bû derbasî pratîkê kir. Hevrêyê me Kendal bi tecrûbeya wergirtî derbasî herêma Avaşînê bû, di şer û jiyanê de bû milîtanekî pêşeng û li refên herî pêş tevlî nava çalakiyên li dijî dagirkeran bû. Li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Avaşînê, bû yek ji wan hevrêyên me yên pêşeng ku bi fedaîtî şer kir û pêşengî ji berxwedana dîrokî re kir. Bi jiyan û tevlîbûna xwe ji hevrêyên xwe re bû çavkaniya hêzê. Hevrêyê me ku timî kûr dibû û xwe bi pêş dixist, tiştên hîn dibû bi hevrêyên xwe re parve dikir û ji bo têkiliyên xurt ên hevrêtiyê yên PKK'ê timî hewl dida. Ji bo xwe timî dikir armanc ku her wezîfeya jê re hatiye dayin bi serketî bi cih bîne. Hevrêyê me Kendal xeta têkoşînê ya şehîdan ji xwe re kir mînak ku felsefeya Rêbertî ji xwe re kirin navenda jiyanê û şer kirin. Bi têkoşîna xwe xwedî tevlîbûneke mînak bû.

Hevrêyê me Kendal ku li qada Werxelê bi wêrekî û biryardariyeke mezin bersiv da hemû êrîşan, bû yek ji fermandarên pêşeng ên berxwedana dîrokî û şehîd bû. Bû yek ji sembolên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê.

NÛMAN AMED

Bajarê me Amed ku hîmên destpêkê yên PKK’ê lê hatin avêtin, bi berxwedana zindana Amedê bersiv da êrîşên faşîzma 12’ê Îlonê û di dîroka gelê me de rûpeleke nû vekir. Bi destpêkirina têkoşîna gerîla ya li çiyayên Kurdistanê re, ciwanên Amedê bi girseyî derbasî nava refên têkoşînê bûn û kevneşopiyeke nû ya şoreşgerî di dîroka Kurdistanê de ava kirin. Bajarê me yê Amedê ku her tim ev mîrateya mezin û dîrokî parastiye û di asta herî jor de xeta welatparêziyê temsîl kiriye, bûye yek ji navendên milîtaniya Apoyî. Hevrê Nûman ku di malbateke welatparêz a dilsozê vê çanda têkoşînê ya xurt de ji dayik bû, di heman demê de bi kevneşopiya têkoşîna me ya li ser xeta berxwedanê ya ber bi serkeftinê ve dimeşe mezin bû.

Hevrêyê me Nûman, tu carî polîtîkayên înkar-îmha û asîmlasyonê yên dewleta Tirk a mêtînger ya li hemberî hebûna gelê Kurd, nasname, ziman, çanda xwe qebûl nekiriye û bûye şahide van êrîşan. Hevrêyê me ku ji biçûkatiya xwe ve xwedî şansê naskirina partiya me PKK bû, weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet cihê xwe di nava refên têkoşînê de girt. Hevrêyê me Nûman ku ji zarokatiya xwe ve bi tevlîbûna nava refên gerîla biryar daye ku ji bo siberoja azad a gelê me têbikoşe, di sala 2014’an de bi tevlîbûna nava refên gerîla gihiştiye armanca xwe.

Hevrêyê me yê ku di demeke ku êrîşên qirkirinê ya li ser gelê me bi taybet li Şengal û Rojava zêde bûn de tevlî nava refên gerîla bû, hêrsa xwe ya li dijî dagirkeran veguherand enerjiya têkoşînê. Hevrêyê me yê ku bi perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê re bûye pispor, dest bi pratîka xwe ya yekemîn a gerîlatiyê kir. Bi kesayeta xwe ya kedkar hemû erkên xwe yên şoreşgerî bi awayekî serkeftî pêk anî û bi hevrêtiya xwe ya xurt di jiyanê de bû milîtanekî pêşeng. Hevrêyê me Nûman ê ku piştî pratîka xwe ya gerîla ya li qada Qendîlê derbasî qada Zapê bû, weke gerîlayekî jêhatî, bû xwedî pratîkeke xurt. Hevrêyê me yê ku di qada bîrdozî de her tim xwe bi pêş dixe û bi parvekirina bi hevrêyên xwe re dewlemendiyê fikir esas digirt. Hevrêyê me li her qada ku lê ye hezkirin û hurmeta hemû hevrêyên xwe qezenc kiriye. Hevrêyê me tempoya tevlîbûnê di asteke bilind de girtiye weke milîtanek jiya û tevlî bû.

RONÎ BOTAN

Gelê me yê qedîm ên Botanê ku di dîrokê de serî li ber êrîşên dagirkeriyê netewand û bi nirxên Kurdistanî hebûna xwe parast, bi derketina partiya me PKK’ê re bi coş û kelecaneke mezin Têkoşîna Azadiya Kurdistanê silav kir.

Ciwanên Botanê ku her tim mîrateya dîrokî ya ku bi berxwedana gerîla ya bi pêşengiya fermandarê me yê nemir Egîd (Mahsum Korkmaz) afirandiye parastiye, bi tevlîbûnên girseyî xwedî li vê mîrateyê derketine. Hevrê Ronî ku di malbateke welatparêz a dilsozê vê kevneşopiya berxwedanê ya xurt de ji dayik bû, di temenê xwe yê biçûk de di bin bandora hawirdora ku lê mezin bû de têkoşîna me nas kir. Hevrêyê me yê ku şahidê êrîşên hovane û polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a dagirker a li dijî gelê me bû, li dijî dagirkeran gelek bihêrs bû. Hevrêyê me yê ku di temenê xwe yê ciwan de li rê û rêbazên têkoşînê yên bi bandor geriya, di nava xebatên ciwanan de cih girt, lê ti carî vê yekê têr nedîtiye. Hevrêyê me dît ku bi berxwedana gerîla ya dîrokî dikare dagirkeran têk bibe. Li ser vê bingehê hevrêyê me berê xwe da refên gerîlayên azadiyê û di sala 2015’an de li xaka qedîm a Botanê ku lê ji dayik bû û lê mezin bû, tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Ronî ku demekê li herêma Besta ma û çalakiyên gerîla pêk anî, piştre derbasî herêma Metîna bû. Hevrêyê me yê ku zû hîn dibe û tiştên ku hîn dibe dixe pratîkê, di demeke kin de pêşketineke mezin bi dest xistiye. Hevrê Ronî ku ji bo di taktîkên gerîlatiyê yên serdema nû de kûr bibe perwerdeya pisporiyê dît, piştî perwerdeya xwe bi serkeftî bi dawî kir, weke namzetek ciwan a fermandariyê derbasî qada pratîkî bû. Hevrêyê me yê ku demekê li qadên Metîna û Garê ma, ligel ku birîndar bû jî, bi îradeya Apoyî ya mezin bi lez û bez xwe baş kir û berê xwe da eniya şerê germ. Hevrêyê me yê ku bi ezmûna xwe ya mezin derbasî herêma Zapê bû, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de cih girt û derbên giran li dagirkeran xist. Hevrêyê me Ronî ku bi kesayeta xwe ya milîtanî her tim li pêş bû, ji bo derbeya pêşîn li dagirkeran bide her tim bi israr bû. Hevrê Ronî ku bi hêza xwe ya bêdawî di şerê li dijî dagirkeran de beşdarî gelek çalakiyan bû, di demeke kurt de bû yek ji fermandarên me yên ciwan ku ruhê serdema nû di xwe de afirand.

Hevrêyên me Bilind, Kendal, Nûman û Ronî ku bi berpirsyariya xwe ya dîrokî li dijî dagirkerî û êrîşên qirkirinê yên dijmin bi cesaret û biryardarî li ber xwe dan, weke fermandarên pêşeng ên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bûn sembol. Em di serî de sersaxî ji malbatên bi rûmet ên van hevrêyên me û hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re dixwazin.”