HPG: Qadên berxwedanê bi dehan carî hatin bombekirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirkre bi dehan carî bombe li qadên berxwedanê barandiye.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Artêşa Tirk a dagirker êrîşên li ser hêzên me yên ku di pozîsyona xwe de ne, dewam dike. Qadên ku hêzên me lê ne 6 caran bi balafirên şer û 63 caran jî bi tank, obus û çekên giran hatin bombekirin."

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li herêma Zapê;

16'ê Sibatê saet di 10:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, dagirkeran êrîş birin ser hêzên me. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

17'ê Sibatê Qadên Berxwedanê yên Girê Bahar û Girê Amediyê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

18'ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, li nêzî gundê Sîda û qada Çemço yên ser bi nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê çeperên me yên berxwedanê bi obus, tank û çekên giran 63 caran hatin bombekirin."