HPG: Operasyona dagirkirinê ya li Amedê bê encam vekişiyaye

Navenda Ragihandina Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî da.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê diyar kir ku operasyona ku artêşa Tirk li Amedê dayî destpêkirin bê encam vekişiyaye.

HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla yên li Şemzînanê û êrîşên hewayî yên artêşa Tirk jî agahî da. Hate diyarkirin ku di çalakiya Şemzînanê ya YJS Starê de 4 leşker hatine kuştin.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

LI AMEDÊ OPERASYON

20’ê Îlonê berêvarî artêşa TC’ê ya dagirker li Hezro, Qulp, Farqîn û Licê ya Amedê bi tevlêbûna 10 hezar leşker, qorîcî operasyoneke berfireh daye destpêkirin. Kontrayên gundên Sêdeknê, Boşatê û Teverzê yên Farqînê pêşengî ji operasyonê re kirine.

Hêzên dagirker di operasyonê ku mintiqeya Kevirê Spî û qada Şehîd Kawa a Farqînê vedihewîne, ku li gelek gundan qedexeya derketine derve ragihandî zext li ser gundiyan kirine û êşkence li gel kirine. Operasyona li qada Şehîd Kawa 23’yê Îlonê bê encam vekişiyaye.

22’yê Îlonê hêzên me li Licê nêzî gundê Zirê bi ser yekîneyeke operasyonê de çalakiyeke sabotajê kiriye. Di çalakiyê de li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin 2 leşker hatine kuştin. Hêzên dagirker bi ambûlans û wesayitên sivîl kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirine.

Heman rojê saet 18.30’an li hemanê qadê yekîneyên operasyon êli qada Dahla Zirê ya Licê li hev reşandine lê çend ji hev kuştine ne diyar e.

23’yê Îlonê operasyon beşek jê vekişiya, bi yekîneyên xef hate kirin, 24’ê Îlonê gihaştine gundê Entekne yê Licê û zilm û zordarî li gundiyan kirine.

25’ê Îlonê operasyona dagirkeriyê ya li qadê bê encam vekişiyaye.

LI ŞEMZÎNANÊN ÇALAKIYÊN SABOTAJÊ

Di qonaxa duyemîn a Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de  hêzên me li Colemêrg, Şemzînanê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakiyek li dar xistine.

24’ê Îlonê ber bi sibehê ve hêzên me yên YJA Starê li mintiqeya Toranse a Tepe Sor bi ser hêzên dagirker de çalakiyeke sabotajê kirine. Li vir ji hêzên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûne tam diyar nebûye.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker neçar man ku vekişin.

25’ê Îlonê saet 15.00’an hêzên me li wesayiteke leşkerî xistine ku ji girê Sîvrî ber bi girê Leylek ve diçû. Wesayiteke derbeke karîger xwariye û vekişiyaye. Bi hevdemî hêzên me avêtine girê Leylek û kozika bi çeka giran hilweşandine. Di çalakiyan de çend leşker hatine kuştin û çend birîndar bûne diyar nebûye.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker qad dane ber obûs û hawanan.

YJA STAR: 4 LEŞKER  HATIN KUŞTIN

26’ê ÎLonê saet 07.10’an hêzên me yên YJA Starê  li girê Şikêra Spî gelek çalakiyên sabotajê bi ser yekîneyên dagirker de anîne. Di yekîneya dijmin de ku bûye hedef tespîtbûyî 4 leşker hatine kuştin.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker qad dane ber obûs û hawanan.

LI ŞIRNEXÊ BOMBEKIRIN

25’ê Îlonê saet di nabvbera 16.30-18.30’î de hêzên dagirker bi helîkoptêrên kobra yê êrîşanînê de qada Çiravê ya Gabar a Şirnexê bombe kirine.

Heman rojê saet 21.30-23.00’an helîkoptêrên kobra qada Gunavê ya li herêma Herekol a Sêrtê dan ber bombeyan.

ÊRÎŞA BI SER ZAPÊ DE

26’ê Îlonê saet 02.45’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker mintiqeya Karker a herêma Zapê ya Qadên Parastina Medyayê dane ber bombeyan.