HPG: Li Zapê derb li 2 kepçeyan hate xistin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê li hemberî kepçeyên ku hewl didan çeperên şer hilweşînin, çalakî kirin. Di encamê de derb li 2 kepçeyan hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyan û êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma Zapê;

11'ê Sibatê saet di 13:30, 17:00 û 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê li hemberî kepçeyeke ku hewl dida çeperên şer xera bike bi bombeyên destan û çekên ferdî çalakî hate kirin. Her wiha saet di 16:30'î de jî bi sabotajê li vê kepçeyê hate xistin. Di encama vê çalakiyê de derb li kepçeyê hate xistin û neçar ma xwe vekişîne.

15'ê Sibatê saet di 13:00 û 17:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi bombeyên destan û çekên ferdî li kepçeyekê hate xistin ku hewl dida çeperên şer xera bike.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di navbera 16-21'ê Sibatê de li herêma Garê qadên Deşta Kafya, Yekmalê û Neqeba Xêrê 11 caran, li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl qadên Girê Bahar, Girê Amediyê 7 caran, li herêma Xakurkê qadên Ava Lolanê, Sinînê, Xinêrêya Jor, Goşînê 7 caran, li herêma Zapê qada Şehîd Îbrahîm 6 caran, li herêma Metînayê qadên Dergelê, Şêlazê, Bêşîlî, Serê Metîna 6 caran bi giştî; 37 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

19'ê Sibatê Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê ya herêma Metînayê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin."