HPG: Li Zapê 3 caran li artêşa Tirk a dagirker hate xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihandin ku îro serê sibehê li dijî artêşa Tirk a dagirker ku li Zapê dest bi operasyonê kir 3 çalakiyên sabotajê hatin lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên dawî yên gerîla û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Sibeha 14'ê Mijdarê artêşa Tirk a dagirker li herêma Zapê ji qada Kinyanişê heta Dola Bîra dest bi operasyonê kir. Roja 14'ê Mijdarê saet di 02:30'î de qada Kinyanişê bi balafirên şer hate bombekirin.

SÊ ÇALAKIYÊN SABOTAJÊ

Ev operasyon 15'ê Mijdarê heta Qela Bêdewê û Girê Şehîd Mûnzûr hate berfirehkirin. Roja 15'ê Mijdarê saet di navbera 08:15-08:40'î de li qada Qela Bêdewê li dijî dagirkerên ku derketin operasyonê bi rêbaza sabotajê 3 caran çalakî hate kirin. Di encamê de 3 mayin bi dagirkeran hatin teqandin û gelek dagirker hatin cezakirin, gelek jî birîndar bûn.

ÊRIŞÊN BOMBEYÎ

Ev operasyona ku 14'ê Mijdarê dest pê kir hîn jî dewam dike.

Artêşa Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê êrişên hewayî pêk anî. Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:

13'ê Mijdarê saet di 06:30'î de qada Tîpa T a herêma Zapê hate bombekirin.

13'ê Mijdarê saet di 09:00 de qada Kunîşka ya herêma Zapê hate bombekirin.

13'ê Mijdarê saet di navbera 16:50-19:30'î de qadên Kozînê, Dola Şehîdan, Dola Bedranan, Geliyê Suredê, gundên Enzê, Bolê, Şêxan, Dêreşê û Bêtala yên Qendîlê hatin bombekirin.

13'ê Mijdarê saet di 17:30'î de qada Sinînê ya Xakurkê hate bombekirin.

14'ê Mijdarê saet di 15:00 de qada Serê Metîna ya herêma Metîna û gundê Bazê yê heman herêmê saet di nabera 16:10 û 16:30'î de hatin bombekirin."