HPG: Li Xakurkê 8 leşkerên dijmin hatin kuştin

Li herêma Xakurkê di çalakiya dijî artêşa TC a dagirker de konteynerek û kozikek leşkerên Tirk a li ser Girê Lêlîkanê hatin îmhakirin. Di çalakiyê de 8 leşker hatin kuştin. Li Zapê jî droneyek hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku li Xakurkê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hatiye lidarxistin.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me di 10'ê Gulanê de saet 21:00 li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Lêlîkanê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de ku derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, konteynerek û kozikek bi temamî hatin rûxandin û 8 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi obus û hawanan li derdora qada çalakiyê reşand û leşkerên xwe yên mirî bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya.

Di çarçoveya pêngava şoreşgerî de hêzên me 10'ê Gulanê saet di 10:00 de li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê droneyeke artêşa TC a dagirker a li ser qada Cîloyê Biçûk digeriya xistin xwarê.

Di 10'ê Gulanê de saet di 10:00 balafirên şert ên artêşa TC a dagirker bombe li qadên Sinînê, Çemê Lolanê û Koma Sor ên li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barand. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."