HPG: Li Xakurkê 4 leşker hatin kuştin

Di çalakiya gerîlayan a li Girê Lêlîkan a Xakurkê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker lidar xistin de 4 çeper hatin rûxandin û bi qasî hate zelalkirin jî 4 leşker mirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê ev agahî parve kir: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoregerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 21’ê Sibatê saet 12:15’an li dijî leşerên Tirk ên li Girê Lêlîkan ê Herêma Xakurkê ya Herêmên Parastina Medyayê çalakiyek hate kirin.  Di çalakiya ji nêz û bi bandor li çeper û kozikên leşkerên li gir hate xistin de 4 çeper hatin ruxandin û bi qasî hate zelalkirin 4 leşkerên Tirk hatine kuştin. Piştî çalakiyê balafirên şer ên Tirk a dagirker saet 18:00’an dever da ber bombeyan. Yekîneyên me yên çalakî kirin, bi sax û selametî gihiştin navendên xwe.”