HPG: Li Qers, Şirnex û Lêlîkanê 5 leşkerên Tirk hatin kuştin

HPG'ê diyar kir ku di çalakiyên gerîla yên 24'ê Nîsanê de li Qers, Şirnex û Lêlîkanê 5 leşkerên Tirk hatine kuştin. Yek ji leşkerên hatine kuştin berbazek e.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên vê dawiyê yên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

LI QERSÊ 3 LEŞKERÊN TIRK HATIN KUŞTIN

"24'ê Nîsanê saet 09:30'î, artêşa TC a dagirker li derdora gundê Kizilkîlîse ya navçeya Qaqizman a Qersê dest bi operasyonê kir. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de dor li yekîneyeke operasyonê ya li ser girê Karargahê girtin. Hêzên me heman rojê saet 10:30'î li dijî yekîneya dijmin çalakiya sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi wesayitên zirxî ji herêmê derxist.

BERBAZEK LI ŞIRNEXÊ HATE KUŞTIN, 3 LEŞKER BIRÎNDAR BÛN

Artêşa TC a dagirker roja 24'ê Nîsanê li Deriyê Beroj, Deriyê Meydan û Deriyê Eyşedinkê yên herêmên Besta û Şehrîan ên Şirnexê dest bi operasyonê kir. Heman rojê saet 07:30'î hêzên me li mintiqeya Deriyê Berojê li yekîneyeke operasyonê xistin. Di çalakiya sabotajê de berbazek hate kuştin, 3 leşker jî birîndar bûn. Operasyon heman rojê saet 16:00 bi rengekî bê encam qediya.

LI LÊLÎKANÊ LEŞKEREKÎ TIRK HATE KUŞTIN

24'ê Nîsanê saet 18:30'î, hêzên me yên YJA Starê li girê Lêlîkanê yê li Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

BOMBERDÛMANA BI BALAFIRÊN ŞER

24'ê Nîsanê, balafirên artêşa TC a dagirker bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Balafirên şer saet 15:30'î bombe li qadên Sida, Werxelê û Karker ên Zapê, saet 16:00 li qadên Tabûra Ereba, Stunê û Mervanos ên Avaşînê û saet 21:30'î jî li qada Basya ya Avaşînê barandin."