HPG: Li Metînayê sê dagirker hatin cezakirin çeperek hate îmhakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir gerîlayan li herêma Metînayê çepereke artêşa Tirk a dagirker îmha kirine û sê dagirker ceza kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir di çarçoveya ‘Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê’ de wan li Metînayê çalakiyek kiriye.

 Di daxuyaniya HPG’ê ev tişt hate diyarkirin:

“Di 2’ê Adarê saet di 16.00’an de hêzên me yên YJA-Starê bi çekên giran li dagirkerên li Girê Ortê yê girêdayî xeta Qaşûrê dane. Di vê çalakiyê de çepereke dagirkeran hate îmhakirin, 3 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûne.

Di 23’ê Sibatê de saet di 14.00’an de Qada Girê Hakkarî ya girêdayî herêma Metînayê 3 caran, di 24’ê Sibatê de qadên Kunîşka, Kela Bedewê, Karker û Sîda yên herêma Zapê 9 caran bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

Di 25’ê Sibatê de saet di 14.00’an de Golkaya herêma Metînayê û qadên Çemço yên girêdayî herêma Zapê bi balefirên şer 4 caran hatine bomberdûmankirin.

Di 26’ê Sibatê de Girê Şehîd Şerîf ê Xakurkê, Serê Metîna ya girêdayî Metîna û qadên Şikefta Birîndaran a Zapê bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

Di 27’ê Sibarê de Girê Ortê yê girêdayî Metînayê 2 caran û qada Saca ya girêdayî herêma Zapê carekê bi balefirên şer hatiye bomberdûmankirin.

Di 28’ê Sibatê de Deriyê Hirçê yê herêma Garê du caran û Girê Ortê yê Metînayê 3 caran bi balefirên şer hatine bomberdûmankirin.

Di 1 û 2’ê Adarê de qadên Çemço û Kunîşka yê herêma Zapê bi balefirên şer 4 caran hatine bomberdûmankirin.

Di 2’ê Adarê de saet di navbera 16.20-18.00’an de qada Werxelê ya girêdayî Avaşînê bi balefirên şer û çekên giran sê caran hatine bomberdûmankirin"