HPG: Li Heftanînê derb li du helîkoptêran hate xistin-NÛ BÛ

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, dema tevgera dagirkirnê ya Tirk a li ser Heftanînê, yekîneyên gerîla derb li du helîkoptêran dane, li qadên cuda jî 6 leşker hatine cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê got, ''Çalakiyên hêzên me yên li dijî tevgera dagirker a artêşa TC'ê ya dagirker a li ser Heftanînê didomin'' û agahiyên berfifreh ên derbarê çalakiyên 22'yê Hezîranê ragihand.

ÇALAKIYÊN HEFTANÎNÊ

Di daxuyaniyê de derheqê çalakiyên 22'yê Hezîranê wiha hate gotin:

''Saet 18.00'an hêzên me li qada Girê Dûpişk li dijî yekîneyên operasyonê yên dagirkeran çalakî kirine. Di vê çalakiyê de derbên serkeftî li yekîneyên dijmin hatiye xistin û bi giştî 4 leşkerên dijmin hatine cezakirin.

Saet 19.00'an hêzên me li helîkoptêra Kobrayê reşandine, ku helîkoptêrê hewl dida qada Geliyê Pîsaxa bombe bike. Di encama vê çalakiyê de derb li helîkoptêrê ketiye û bêgav maye ku ji qadê vekişe.

Saet 21.30'an artêşa  TC'ê ya dagirker bi helîkptêrên êrîşê dema ku hewl dida ku leşkeran li qada Navsera Xantûrê deyne, hêzên me helîkoptêrên êrîşê kirine hedefa xwe. Hêzên me li helîkoptêran reşandin û helîkoptêrê bêgav mane ku ji qadê dûr bikevin.

Saet 22.40'î helîkoptêreke Kobra ku li qada Xantûrê difikira bûye hedefa hêzên me. Derbeke serkeftî li helîkoptêre hatiye xistin û ji bêgavî ji qadê dûr ketiye.

Hêzên me derengiya şevê li dijî dagirkeran ên li Girê Şehîd Berxwedan, a li qada Xaturê çalakiyeke sabotajê kirine. Di vê çalakiyê de çend leşker hatine kuştin, çend birîndar bûne nehatiye tespîtkirin.''

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Di daxuyaniyê de derheqê êrîşên hewayî hat gotin, ''Her wiha artêşa TC'ê ya dagirkerr 22'yê Hezîranê ji nîvro heta derengiya şevê qadên Geliyê Pîsaxa, Bektorya û Xantûrê bome kirine.''
Daxuyaniya HPG'ê bi berdewamî wiha ye:

LI ÇELÊ ÇALAKIYÊN SUÎKASTÊ: 2 LEŞKER HATINE CEZAKIRIN

Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya hêzên me 22'yê Hezîranê saet 09.30'an li Çelê ya Colemergê li qada Şîfrezaye li dijî yekîneyên artêşa TC'ê ya dagirker çalakiya suîkastê kirine. Di vê çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatine cezakirin.

LI QILEBATÊ Û TETWANÊ OPERASYONÊN DAGIRKIRINÊ

21'ê Hezîranê artêşa TC'ê ya dagirker operasyoneke dagirkirinê li ser qada Mergezerê ya Qilebanê ya Şirnexê daye destpêkirin. Ev operasyona 22'yê Hezîranê nîvrokî bêyî encamekê bistîne vekişiyaye.

19'ê Hezîranê artêşa TC'ê ya dagirker li qada gundê Siyamîr a Tetwanê ya  Bedlîsê operasyoneke dagirkirinê daye destpêkirin. Hêzên dagirker berê sibehê bi balafirên şer qad bombekrine. Piştî bombekirnan hêzên dagirker hewl dane ku bi helîkoptêrên Skorskyê leşkeran deynin. Dema operasyonê hevalên me Çekdar û Dersim şehîd bûne. Ev operasyon 22'yê Hezîranê ji qadê vekişiyaye.

LI XARPÊTÊ GELEK LEŞKER HATIN KUŞTIN, DU GERÎLA ŞEHÎD BÛNE

8'ê Hezîranê artêşa TC'ê ya dagirker li bejahiya navçeya Aricakê ya Xarpêtê operasyonek daye destpêkirin. 9'ê Hezîranê di navbeyna hêzên me û dagirkeran de şerekî giran rû daye. Di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatine kuştin û birîndarkirin, hevrêyên me Devran û Firaz , ku li dijî dagirkeran bi lehengî şer kirine, şehîd bûne.''