HPG: Li Heftanînê berxwedana gerîla didome

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên li dijî artêşa Tirk a li herêma Heftanînê daxuyanî da.

Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:

“Di 17’ê Hezîranê de yekîneyên dijmin dema ku ji Girê Şehîd Bêrîvan diçûn Girê Şehîd Dara bûne hedefa hêzên me. Hêzên me bi awayekî xurt li yekîneya dijmin daye, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin û li vir pêşiya dijmin hatiye birîn. Di heman rojê de hêzên me li helîkoptereke Kobra jî dane. Piştî lêdanê helîkoptera Kobra ji neçarî ji qadê derketiye.

Di 20’ê Hezîranê de saet di 15.00’an de hêzên me yekîneyê dijmin ên li Girê Şehîd Sîpan dane. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Di heman rojê de saet di navbera 22.30  û 23.30’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker li qada Xantûr û Geliyê Pisaxa dane. Piştî lêdana balefirên şer helîkopteran xwestine têkevin qadê lê hêzên me li wan dane û helîkopter ji qadê vekişiyane. Derbarê van geşedanan dema agahî hatin bidestxistin wê bi raya giştî re were parvekirin.

Di 18’ê Hezîranê de bi şev balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada gundê Sergelê ya Amêdiya Duhokê bomberdûman kirine. Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”