HPG: Li Colemêrgê 3 leşker û 2 kontra hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, ku li Colemêrgê di çalakiyên gerîla de 3 leşker û 2 kontra hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên li Colemêrg û Mêrdînê û operasyona li Şirnexê ev daxuyanî da:

ÇALAKIYÊN LI COLEMÊRGÊ

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, hêzên me roja 24'ê Gulanê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Di vê çarçoveyê de çalakiyên hatine lidarxistin wiha ne;

Li dijî wesayiteke ku kontra tê de bû û ber bi qereqola Meleyan a li navçeya Şemzînan a Colemêrgê ve diçû, hêzên em saet 07:30'î çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de wesayît bi temamî hate rûxandin û bi qasî hate tespîtkirin 2 kontra hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn.

Hêzên me saet 14:30'î li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker ku li nêzî girê Elîşêr yê navçeya Gever a Colemêrgê bicih bûbû, çalakiyek lidar xistin. Ji nêz ve derbên serketî li yekîneya dijmin hate xistin û di encamê de 2 leşker hatin kuştin, leşkerek jî birîndar bû.

Saet 19:30'î hêzên me yên YJA-Star, li dijî leşkerên ku li girê Bayrak ê herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê bû, çalakiyek kirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerekî dijmin hate kuştin.

LI BAGOKÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de hêzên me roja 23'ê Gulanê saet 00:10'î li dijî stasyona bazê ya li herêma Bagokê ya Mêrdinê çalakiya sabotajê kirin. Di encamê de stasyona bazê bi temamî hate rûxandin.

LI ŞIRNEXÊ OPERASYONA LEŞKERÎ

Roja 19'ê Gulanê saet 21:40'î artêşa TC a dagirker li herêma  Kato Marînosê ya navçeya Elkê ya Şirnexê dest bi operasyonê kiribû. Operasyona hê jî didome."