HPG: Li Colemêrgê 2 leşkerên Tirk hatin kuştin
Gerîlayên HPG’ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî lidarxist. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Gerîlayên HPG’ê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî lidarxist. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û agahiyên çalakiya 4’ê Tebaxê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê parve kir. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Daxuyaniya HPG’ê wiha ye;
“Di çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de, hêzên me 4’ê Tebaxê saet 10.00’an li girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên TC’ê ya dagirker ku bicih bûbûn çalakiyek lidarxist. Di çalakiyê de derbeke serkeftî li kozikên dijmin hate xistin û 2 leşkerên dijmin hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi obûs û hawanan li qadê xistiye.
LI ELBAKÊ OPERASYON
1’ê Tebaxê berê sibehê artêşa TC’ê ya dagirker li Wanê li navçeya Elbakê operasyonek da destpêkirin. 3’yê Tebaxê operasyon beşek jê vekişiyaye, bi yekîneyên veşartî dom dike.
BI ÇILÊN GERÎLA KONTRA ZEXTÊ LI GEL DIKE
Ev demek e li Payizava a Wanê li qada Axûla komeke kontra cilên hêzên me li xwe dike, li herêmê zextê li gel dike. Divê gelê me li bara vê komê hişyar be.
GERÎLAYÊN ŞEHÎD BÛNE
31’ê Tîrmeha 2018’an di daxuyaniya xwe e me gotibû 17’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker li Sêrt Dihê, li qada Garista operasyon dabû destpêkirin û di êrîşa hewayî de me ji raya giştî re ragihandibû ku 3 hevalên me şehîd bûne. Li gorî agahiyên dawî, di encama êrîş û şer de 4 hevalên me bi lehengî şer kirine û şehîd bûne.
Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd wiha ne:
Nasnav: Aram Cîzîr |
Aram – Ahmet Çagli
Nasnav: Çekdar Botan |
Çekdar – Velî Aşır
Nasnav: Delila Amed |
Delila – Gülcan Çelik
Nasnav: Mîzgîn Cûdî |
Mîzgîn – Hatîce Çagli