HPG: Li Başûrê Kurdistanê leşkerekî Tirk hate kuştin
HPG'ê diyar kir, li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê di çalakiyeke gerîla de leşkerekî Tirk hatiye kuştin.
HPG'ê diyar kir, li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê di çalakiyeke gerîla de leşkerekî Tirk hatiye kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "22'ê Mijdarê saet 14:40'î hêzên me li herêma Evdilkofî ya Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Elî Dirêj çalakiya sekvaniyê pêk anîn. Di encamê de leşkerekî dijmin hate kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran li derdorê reşandin."