HPG: Li Barzan û Bradostê 43 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî hêzên Tirk ên dagirker, li herêmên Barzan û Bradostê yên Başûrê Kurdistanê çalakiyên berfireh kirin. Li her du herêman herî kêm 43 leşkerên Tirk hatin kuştin. Nasnameya çawişekî pispor ê hate kuştin, eşkere bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla yên vê dawiyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me li herêmên Bradost û Barzanê yên Başûrê Kurdistanê û li Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyên berfireh kirin. Di çalakiyan de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan:

LI BARZANÊ 5 LEŞKER HATIN KUŞTIN

21'ê Gulanê saet 06:30'î hêzên me li dijî yekîneyeke dijmin ku demeke dirêj girê Şikêr ê nêzî Tepê Xwedê yê li herêma Barzanê kontrol dikir, çalakiyek kirin. Ji nêz ve derbên giran li yekîneya dijmin hatin xistin û 5 leşker hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê topên ahwanê û obus avêt herêmê.

LI LÊLÎKANÊ 13 ÇEPER Û 5 STARGEH HATIN RÛXANDIN: 23 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me heman rojê saet 15'an li dijî artêşa TC a dagirker a li girê Lêlîkanê yê herêma Bradostê bi cih bûbû, çalakiyeke berfireh kirin. Hêzên me ji 7 baskan ve li girê ku dijmin li ser bû reşandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 23 leşkerên dijmin hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi gelek wesayitan mirî û birîndarên xwe rakirin derdora gundê Lêlîkanê. Şeva heman rojê bi balafirên şer û helîkopterên bi tîpa Kobra bombe li herêma Lêlîkanê hatin barandin.

YEK JÊ ÇAWIŞÊ PISPOR HERÎ KÊM 15 LEŞKERÊN TIRK LI EVDILKOFÎ HATIN KUŞTIN

Hêzên me saet 17'an jî li leşkerên dagirker ên li ser girê Evdilkofî yê li herêma Bradostê xistin. Hêzên me bi lêdana derbên giran bi ser çeperên dijmin ve çûn û derbên xurt li gelek çeperên dijmin xistin û rûxandin. Di vê çalakiyê de çawişekî pispor ê bi navê Hasan Alî jî di nav de 15 leşkerên dijmin hatin kuştin. Hêzên me ku bi rengekî fedayî bi ser çeperên dijmin ve çûn, çekek BKC, cîhazeke ragihandinê ji ser cenazeyên dijmin rakirin û gelek alavên leşkerî îmha kirin. Piştî çalakiyê saet 22:45'an balafirên şer bombe li herêmên Evdilkofî û Ermûşê barandin.

LI COLEMÊRG Û SÊRTÊ ÇALAKIYÊN SÛÎQESTÊ

Roja 21'ê Gulanê saet 10:30'î, hêzên me li dijî leşkerên li qereola Şikêr a li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

22'ê Gulanê saet 08:30'î, hêzên me li çeperên dijmin ên li ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

21'ê Gulanê saet 12:20'î, hêzên me yên YJA Starê li dijî leşkerên dijmin ên li qereqola Erbo ya li navçeya Hawêl a Sêrtê çalakî kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate kuştin.

LI DIJÎ KONTRAYÊN KU LI BEDLÎSÊ DAR DIBIRÎN ÇALAKÎ HATE KIRIN

Artêşa TC a dagirker ev demeke bi desteka kontrayan li geliyê Kesre yê li navenda Bedlîsê daran dibire û rêya ewlekariyê çêdike. Tevî ku hêzên me gelek caran hişyar kirin jî, kontrayên ku di birîna daran û çêkirina rê de cih digirin, guh nedan hişyariyan. Li dijî kontrayan roja 21'ê Gulanê saet 12:30'î çalakiyek hate kirin. Di vê çalakiyê de hejmara kontrayên hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

Êvara 17'ê Gulanê, artêşa TC a dagirker li qada Şehîd Kawa yê li navçeya Farqîn a Amedê û herêma Şehîd Navdar a li navçeya Licê tevî balafirên keşfê yên bê mirov dest bi operasyonekê kir. Operasyon roja 19'ê Gulanê bi rengekî neserketî qediya."