HPG: Li Bakur û Başûrê Kurdistanê 10 leşker hatin kuştin

HPG'ê diyar kir, li herêmên Bradost û Barzanê yên Başûrê Kurdistanê 4 leşker, li Sêrtê jî 6 leşkerên Tirk di encama çalakiyên gerîla de hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Li gorî vê yekê;

ÇALAKIYA LI GEVERÊ

Artêşa TC a dagirker ev demeke di navbera Mergêzer û Şitazan ên navçeya Gever a Colemêrgê rê çêdike. Hêzên me roja 8'ê Tîrmehê saet 03:30'î li dijî makîneyên kar ên rê çêdikirin çalakiyeke sobatajê kirin. Di encama vê çalakiyê de 4 dozer û warîlên sotemeniyê yên van wesayitan bi temamî hatin rûxandin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê karê çêkirina rê sekinand û bi helîkopterên bi tîpa Kobra bombe li qadên Deriyê Caferê û Dola Orşê barand.

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ 4 LEŞKERÊN TIRK HATIN KUŞTIN

8'ê Tîrmehê saet 17.30'î, hêzên me li hêzên TC ên dagirker ên li ser girê Lêlîkanê yê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê xistin. Ji du baskan ve li çeperên dijmin hate xistin û leşkerekî dijmin hate kuştin.

Hêzên me heman rojê saet 19:45'î li dijî artêşa TC a dagirker ku li ser mintiqeya Girê Xwedê ya herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê bi cih bûye, çalakiyek kirin. Derbên giran li çeperên dijmin ên li ser gir hatin reşandin û 3 leşkerên dijmin hatin kuştin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi bombeavêjan bombe li derdorê barandin.

LI Sêrtê 6 LEŞKER HATIN KUŞTIN

7'ê Hezîranê saet 17'an, hêzên me li dijî qereqola Girê Şoxa yê navçeya Berwarî ya Sêrtê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên li qereqolê hatin xistin û 6 leşker hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê li herêmê dest bi operasyonekê kir û heman rojê saet 21'an operasyona xwe bi rengekî bê encam qedand."